Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    23 mijar û 33 peyam
    di tirşikê de kêmasiya niqaşan - tirşik
    di tirşikê de kêmasiya niqaşan
    (8) (1) ecêb (0) (13)
    di mijarê de bigere

    1. rewşa ku di van demê dawî de tirşik tê de ye.
    herkes di her mijarî de wek hev difikire. tu kes mijarek niqaş nake, xeberan nabêje hev.
    berê nivîskarên di her mijarî de muxalîf hebûn. saxiya serê wan şer Û pevçûn di tirşikê de kêm nedibû.



    2019.12.04-22:29 | brusk56

    2. (bnr: bila moderator endazer were guhertin)



    2019.12.05-00:08 | cinorek

    3. Belê li gorî salên berê em dikarin bêjin hezar car kêm bûye.
    Çimkî her kes eciz e her kes ji vê rewşê tengezar e her kes êdî bi xwe de nabîne.
    Em dev ji nîqaşan berdin, êdî kes mijarên siyasî jî venake an nanivîsîne.
    Bi rastî jî piştî pêvajoya hilbijartina 2015an û bi taybetî jî piştî ketina Kerkûkê ve hêviyên mayî jî şikestin. Ne li Bakûr ne li başûr ne jî li rojavayê hêviyên xelkê nemaye. Ku hêvî nemîne tu qedr û qîmeta peyvê jî namîne.

    Ez bixwe bi xwe de nabînin carinan dinivîsim dûre dibêjim yaw tu feydeyeke vê hevokê min heye? Dibêjim walle tune ye û jê dibim.



    2019.12.05-00:41 | ferhenga şikestî

    4. Niqaş ji dûalî pêk tê, yek ramango yê din dijraman e. Dijramaniya gelên rojhilatî taybet ya gelê kurd ser dijminahî , mûrîdîzm û fanatîzmê ava bûye. Nivîskarên tirşikê yên kevn baş dizane ku dema mîjarên siyasî û bawerî vedibû heke mîjar sîyasî ba û ne gorî evdociyan ba, destpê dijûn dikirin û tu li wir di bin etîketên xayîn, ajan dihat tawanbarkirin û dema mîjar dibû bawerî tu ji aliyê misilmana dîsa dihat heqaret kirin û bi etîketên kafir, dijminê îslamê dihat lêkirin. îja ev jî dibû sedemên berteqên bi heman awayê tûnd. Ji ber viya hewesa nivîskaran dişkiya û ji nîvisandinê sar dibûn. Yanî bi kurmancî, kes naxwazê serê nerm bi ya hişk bê eciqandin loma hewcê nivîsandina ser mîjarên bi naqoq nabînin



    2019.12.05-00:48 [guhertin:2019.12.05 00:52]| umed

    5. Ya ku ez dizanim berê tirşik ji alîyê nîqaşan ve gelekî serkeftî û bideng bû lê a nşja ne zêde ye, divê wek navê xwe bideng be



    2019.12.05-02:15 | xwebixwe

    6. Sedem %90 ji ber rewşê ye. Hêvîyên me hemî hatine şikestin. Rewşeke dijwar li serê me diqewime. Ji xwe niqaşên sîyasî nav kurdan nemaye. kî nêzikê te ye, kî dijminê te ye? Tu nizanî. Ev rewşa xirab li ser tirşikê jî bandor kirîye.



    2019.12.05-12:12 [guhertin:2019.12.05 12:24]| kajav

    7. Çima radyoya ku li vir tên gohdarkirin stranên tirkî lê didin



    2019.12.05-14:47 | keratî

    8. Hîn mirovên tevizandî çi qas tatêldarê hêvîşikandinê ne. Hema li ber tiştekî ne di rê de ne kû rû bide wan jî hêviya xwe teqez bişikînin.

    Nizanim kirkûk ket hêviya me şikest.
    Nizanim efrîn ket hêviya me nema.
    Dawiya hencetên wan nayê bi xwedê.

    Pênc sal berê ma kirkûk hebû. Deh sal berê efrîn hebû. Ji vir sî sal berê gunek jî ne di bin kontrola kurdan de bû.

    Di xwezaya têkoşînê de destxistin jî windakirin jî heye. A ne xwezayî hêvîya xwe winda kirin e. Hîç jê netirsin û hêviya xwe neşikînin ku hûn rast bin û mafdar bin teqez hûnê serbikevin.

    Di vê demê de ku ji her deman hêj zêde pêwîstî bi yekîtî û beramberîtîya neteweyî heye bi zimanekî qirêj û pêşkar devjenk avêtina hev bi gotineke herî sivik xwenezanî ye.

    Heger yekî wekî bi vê zimanê ku li jor min pênase kiriyê bi zimaneke bi dijûn û tije tajang zimanirêjî li dînê îslamê an jî li kurdan bike bersiva xwe gelek xweşik bistîne. Gava bersiva xwe jî standin megrîn di bin mijaran de. Tiştê wilo ez qeşmeriyan bi wan bikim, dijûn bavêjim û her kes li ber min dengê xwe qut bike nîn e.

    Vê kêlî ne tawanbarkirina aliyekî an jî bi tund û neyînî rexnekirina aliyekî ye. Dem dema xurtkirina yekîtî ye. Kêmkirina gelemşeyan e.

    Heke nikarin tevkirî ji bo van xalan bikin bi zimanên xwe mirovan tengezar nekin û hêviya gel neşikînin bes e.



    2019.12.05-15:55 | rûbar

    9. Ecêb e di bin vê sernivîsê de nivîskaran ji mebesta nîqaşê bes nîqaşên li ser siyasetê û olê fêm kirine û li gorî vê çend sebeb dane rêzê yan jî êrîşê hevdû kirine. Erê, ji ber rewş û civaka em tê de normal e ku em serê xwe bi van meseleyan biêşînin lê ji aliyê din di dinyayê de û di jiyana mirovan de bi hezaran derd û pirs hene ku li benda niqaşê ne. Divê em hinekî li ser van jî biponijin, biramin.



    2019.12.05-19:39 | xeyda

    10. cihê niqaşê ye. yanî ev mijar bixwe jî cihê niqaşî ye. ji ber ku ez nikarim bêjim ku teqez di wê bawerîyê de me ku nebûna niqaşan, kamasîyek e.
    dema niqaş qeş dibin, erê kelecanek dikeve nav nivîskaran. çi bi gotinên mantiqî, çi bi zimanek tûj û jehrî, toza meydanê radikin.
    di dawîyê de an yek ji wan tirşikê diterikîne û dema ew çû ji bo yê din jî tu wateya mana vir namîne û ew jî diçe. an jî her du jî ji tirşikê û civata kurd sar dibin û xwe paş ve dikişînin.

    di serdemên borî de gelek nivîskarên hêja dev ji tirşikê berdan. hinekan gotin li vir dijûn li îslamê tê kirin, hinekan got xayîn hene li vir, hinekan gotin li vir kes nikare rêxistinê rexne bike, hinekan gotin nizam çi û nizam çi.

    loma gelo em ji wan nivîskarên ku tirşikê terikandine bipirsin, wê çi bêjin ji bo hebûna niqaşan li tirşikê?

    bi kurtî û kurdî, tirşik ji bo kurdan herî zêde xizmeta arşîvbûnê dide û dixwaze bibe danegehek bo her cûre agahîyên bi kurdî.
    piştî ku herkesî zanîna xwe li vir parve kir, ji yên din jî sûdê wergirt û haya xwe ji tiştinan çêkir fîlan, bi ya min niqaş ne nebe-nabe ne.

    ger em werin rewşa sîyasî. erê dilşikestinek heye bi taybetî di kurdên bakur de. ji ber ku ew bûn fedayê rojavayê û niha rojava jî di xeterê de ye. lê weke li jor jî hatiye gotin, li gel hemû têkçûn, paşve vekişîn û sîyasetên xelet: gelê kurd ji here demî quwettir in, ji her demî bêtir nêzikî yekbûnê ne û ji her demî zêdetir di rojeva dinyayê de ne û mafdar jî tên dîtin.

    tê bîra min dema ez di lîseyê de bûm, me gûftûgoya hebûn/nebûna zimanê kurdî dikir. heçîyê ji 20-25 salî mezintir e, wê bizanin ku li gel her tiştî û çiqas hêdîka be jî, rewş baştir e.

    ango tirşikvano, moralê min jî ne super e, lê hewl didim ku vana ji xwe re nekim hêcet. ji bo xatirê şervanên li hemû parçeyan.



    2019.12.05-20:31 | simurg56

    11. Bi min rewşek pir xweşe. Xwedê bike ew niqaşên berê êdî qet neyên . Wek sîmûrg got tirşîk.net ne cihê nîqaşana û armanca avakirîna wî jî bo kurdî danegehek çêke. Di her mijarekê de agahîyên kurdî hebin.

    Mînak ezê pirsa antîbiyotîka bikim ka tiştek başe an ne? Ku ez bersiva vî bibînim xwedê ji wî/ê nivîskarê razî be.
    An jî min derheqê pedagojîyê de tiştek nivîsî hevalek dît û bikaranî ev bo min keyfxweşîyek mezin e.

    Lê bo xatra xwedê mesela bila du heval dîsa wek berê qala mijarên polîtîk an jî dînî bikin wê çi be herkes dizane, wê dilê hevûdû bihêlin ji hev du re an jî nirxê hevdu re heqeretan bikin di dawîyê de yek rabe û entry ên xwe hemîşka jê bibe. ew entryên xwe ên ku tije agahî jî ji holê rabe. Me mînakên van pir dîtîye .

    Axkî divê tirşîkê de sînorên peyama hebin bila moderator rê li ber mijarên provakatîf bigirin bila rê nedin ku mijarên bereday ku rê li ber nexweşîyên nav nivîskara veke bigire.

    Bila peyamên tirşîkê kêm be bila mijar zêde nebin lê wek sîmûrg gotî bila ew peyamên heyî bila xêra wan gelê me re çanda me re hebe bila tiştek ansîklopedîya kurdî de zêde bikin.



    2019.12.05-21:07 [guhertin:2019.12.05 21:09]| azad30

    12. mijara ku ji ber nîqaşên tirşikê qêrîna yoda anî hişê min
    (bnr: 05.04.2015 axivîna yodayî)



    2019.12.05-22:58 [guhertin:2019.12.05 23:07]| ceso

    13. Li jor nivîskarekî gotiye hîn mirovên tevizandî çi qas tatêldarê hêvîşikandinê ne. hema li ber tiştekî ne di rê de ne kû rû bide wan jî hêviya xwe teqez bişikînin.

    nizanim kirkûk ket hêviya me şikest.
    nizanim efrîn ket hêviya me nema.
    dawiya hencetên wan nayê bi xwedê.

    pênc sal berê ma kirkûk hebû. deh sal berê efrîn hebû. ji vir sî sal berê gunek jî ne di bin kontrola kurdan de bû.


    Cara ewil ji hevoka 'hîn mirovên tevizandî' min gûyek fêm nekir. Ez bixwe ne tevizandî me, wextekî ji ber karê min çogên min ditevizîyan lê hemd û sena ji Xwedê re êdî ev problema min jî nemaye. Yanî elhamdulillah nexweşiyeke min e tevizandinê tune ye.
    Hama ne pênc sal du sal berê jî Kerkûk hebû, di destê kurdan de bû û sînora Kurdistana başûr Hama bêje ji sînora hikûmeta navendî ya Iraqê berfirehtir bû lê îro sînora başûr paşde kişîya hetta veguherî sînorên 2004an. Dibe ku ji bo kesinan qîmeta vê têkçûnê tunebe. Lê here ji kurdên Kerkûkê bipirse bê ka di wê bobelatê de di çi rewşê de bûne? Tu ji bo bavekî ku hemî zarokên wan hatine kuştin nikarî qala xweşiya jiyanê bikî. Çimkî psîkolojî ji te re dibêje ku her kesek bi qasî êşa xwe dikare xem û derd, xweşî û kêfxweşîya jiyanê bitahmije û maneyeke bixwe bide jiyanê.
    Kurdistan li gorî bîst sal berê li gorî hindek parçeyan aniha hîn baştir e. Lê ew nayê wê maneyê ku mirov mecbûr in her gav cihê xwe li gorî cihê xwe yê kevn bipîve. Her em bêjin te ji xwe re du mal kirîn, di yekî de rûdinî yeka dî jî te da kirê. Eger du sal paşê malekî te bişewite û tu xemê bixwî û yek jî bê ji te re bêje xem nexwe malek te şewitî lê deh sal berê hîç malekî te tunebû, qenebî aniha malekî te heye. Tu yê çi bersiv bidî? Belê deh sal berê malekî min tunebû lê ez ji bo ku du malan bikirrim sî sal xebitîm, min bi cehd û ked û xwêdana sî salan du mal kirrî lê aniha yek ma yanî xwêdana 15 salan çû. Kurdistan li gorî berê di rewseke baş de ye lê di vê pêvajoyê de çend kes mirin? Çend kes di zindanê de rizîn? Mala çend kesan şewitîn? Çend kes rastî tecawizî hatin? Çend mîlyon kes ji bajar û gundê xwe bûn? Dikarî bersiv bidî? Aniha dîsa bifikire berdêla qurtek azadiyê çend donim erd e? Yanî qelenê Kerkûka çûyî xwîna çend pêşmergeyan e? Yan qelenê Efrînê xwîna çend gerîlayan e? Ez texmîn dikim ku ew ên ku di jiyana xwe ya rastîn de hîç neketine zehmetîyeke van tiştan pirr basîd dijîn. Ji ber ku basîd dijîn fereseta wan jî basîd e loma axaftineke propagandîst ji wan re rehet tê.
    Dîsa hemd ji xwudê re ku hêz û qiweteke min a mezin û qerrase tune ye ku bi şîroveyekê karibim hêviyên xelkê bişkînim.


    di xwezaya têkoşînê de destxistin jî windakirin jî heye

    Dema min ev hevoka jor jî xwend min digot qey recep Tayyip Erdoğan gotiye lê min nêrî ne ew e loma hinekî aram bûm (bê mane ha)
    Ev jargon jargona desthilatdaran e. Mesela însanekî mîna rte dikare tiştekî wisa bêje, jixwe di beriya operasyona zeytin dalı'yê de ew jî Eyn wisa gotibû. Her du lawên wî jî eskerî nekiriye. Di seraya wî de 108 metrekare xalîçeyeke Hereke ya yerli û milli Heye. Ez nizanim wê rojê ew bixwe rêûrismekê de gotibû. Yanî konfora camêr li cih e. Dikare her tiştî bêje. Nizanim xalîçeyeke Hereke ya nivîskarê hanê heye yan tune ye. Lê xalîçeyên min hene lê ne Hereke ye min sê sal berê li Koşuyoluya Amedê stendibûn. Camêr gelek jî erzan dan min. Ger hûn bixwazin dikarim terîf bikim. Tabê du sê heb defo hene loma erzan e lê hûn bi mercekê jî binêrin nikarin defoya wan derînin. Wek Hereke nebe jî xalîçeyên min jî baş in. Kurê min Carinan li ser piştê dikeve erdê lê hîç nagirî nexwe bi qalîte ne. Neyse min mijara sereke tevlihev kir.
    Bi kurtasî dişêm bejîtim we: ez, tu û ew. Em giş mirovên ji rêzê ne. Zû dişkên lê dereng çêdibin. Loma serkeftinên me wek kêfa behrê an agirê kayê ye lê binketina me berfa li ser Everestê ye. Sal 365 roj jî tav lêxê berf nahele nabe av û naherike.
    Kî çi ji vê demajoya deh salên vê talîyê fêm kir nizanim lê tiştê ku ez têgihîştim wek şa'ira delal fatma savcı gotî "hêvî her car xapînokeke bê'ar e "

    Aniha ti têkiliya hêvî û serkeftinê tune ye. Çimkî serkeftin bi têkoşînê ye û di vê sedsalê de li gel têkoşînê bi zanebûna têkilîdanîn û stratejî ye. Lê ez nivîskarekî malperekê me. Ne şervan im ku şer bikim ne dîplomatek im têkilî deynim û ne siyasetmedarek im stratejî çêkim. Hûn jî wisa ne. Serê xwe mezin nekin. Binivîsin û wek simurg jî gotiye.
    Hemî hewldana min ev e ku tirşik bila bibe arşîveke mezin, daneyên firehtirîn û kûrtirîn ên Kurdistana Bakûr ya li ser înternetê...
    Not : ez henek nakim ha! Heqîqeten ne milên min ne jî çogên tevizandî ne.



    2019.12.05-23:58 [guhertin:2019.12.06 00:00]| ferhenga şikestî

    14. Dîse hatiye fêhmkirin ku nîqaşên mê hemû li ser siyaset û ol in. Ne li ser fikr û ramanan, ziman û zeman, zanistî û felsefê e.
    Û mixabin sîyaset û ol, du xefk in ku mirovên nezan bi wan tên xapandin.



    2019.12.10-01:35 | gumgumok

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    grup seks navên alternatîf [2]
    kêkirkê, garankî...
    keçên ermenî [10]
    min heta nuha sê heb ji wan nas kirîye, yek ji tirkîye, yek ji ermenîs...
    girê miraza [1]
    bi tirkî jê re gotine gobeklitepe. ez dijminê tirkî ninûm lê ...
    gobeklitepe [1]
    yekemîn navenda peresînê ango yekemîn perestgeha ku tê zanîn e. li rih...
    xalê şanoger yê di vîdyoya deno de [1]
    Xalo bi rastî tijî û orjînal e. Xwezî deno wî carek din bike mêwanê ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
    » kêmasîya jêrenivîsên kurdî

    Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî