Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    42 mijar û 65 peyam
    wexta ku nivîskarên tirşikê peyamên xwe yên berê dixwînin - tirşik
    wexta ku nivîskarên tirşikê peyamên xwe yên berê dixwînin
    (2) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. carna cihê şanaziyê û carna jî cihê ecêbmayînê ye. ez ji xwe dest pê bikim û dikarim bi dilekî rehet bêjim ez tam trolekî heqîqî bûme.* carna dibêjim na yaw ev ne ez im û carna jî dibêjim yaw min çawa bi xwe re dîtiye ku van peyamên dirêj nivîsiye. hema bêje ji nîvî peyamên ku min heya îro nivîsîne yên trolîkî û virt û vala ne û dil nadim ku jê jî bibim hema bila wir bin. nexwe bi rastî jî dem dihereke.

    (bnr: nivîskarên ku roj were dê hesabê xwe ji neviyên xwe re weke mîras bihêlin)



    2019.12.06-00:02 [guhertin:2019.12.06 00:03]| ceso

    2. Hestên cûr be cûr li mirov peyda dikin.
    Weke mînak tam jî îro yekê mijara ne dixwe ne jî dide hevalan genî dike davêje newalan vejinandîye û gotiye ku kesekî berê wî vê mijarê vekiriye. Min jî meraq kir ka kê vekiriye ji ber ku min cara ewil îro vê gotinê bihîstibû.
    dema min lê nêrî min dît ku ez im!!
    Min jî digot çi gotinek xweş e. Îhtîmalek mezin wê demê jî min cara ewil vê gotinê seh kiriye û vezîme û hatime min li vir nivîsîye.
    Bi rastî jî demek difire nivîs dimîne.



    2019.12.06-18:46 | simurg56

    3. peyamên ku ciwanîya min tînin bîra min,

    2013an filan bû min nû dest bi nivîsandina kurdî kiribû, nivîsên min ji ber xeletîyan nedihatin fêm kirin,
    ma çend caran formata tirşikê hate ber min,
    way be!!

    Bi şeref ez pîr bûme :(
    di navberê da 18ê mehê rojbûna min e, li hêvîya peyamên we yên xweş im *)



    2019.12.06-18:57 [guhertin:2019.12.06 18:59]| gulêê

    4. wextê tirsê ye.
    dema peyamên xwe yên di mijarê siyasî de hatî nivîsandin dibînim, ji aliyê ewlekariyê ve ditirsim.
    we hew nêrî min peyamên xwe jê bir û reviyam *
    (bnr: lêpirsîna ewlekariyê)



    2019.12.06-21:49 | brusk56

    5. hemû peyamên min yên ku bi lênavka " rasteqîn" hatiye jêbirin . Ji ber viya ez nakevim nav hestên nostaljîk.



    2019.12.06-21:58 | umed

    6. Ez jî dema dixwînîm mînime heyr ku çawa min ew tiştên ne komîk nivîsîye hele hele carna di mijarek cîddî de min qala mînakên zarokane kirîye. Tabî poşman dibim lê nikarim jêbibim bila her wê quncîkekî bimîne dema ez bixwînîm bila ji min re bibe sedeme şermê .



    2019.12.06-23:17 | azad30

    7. Min ferqa û nizanibûye. *



    2019.12.07-06:45 [guhertin:2019.12.07 06:46]| cinorek

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    beravêtin [1]
    Ji bo ajalan bûyîna têjikên mirî. Heke ajalek berî ku bizê têjika wê d...
    triviabot 6.0 êdî bi kurdî ye [1]
    TriviaBot 6.0 pirr kevine û lîstikeke chat irc ( internet relay chat ...
    li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep [5]
    Dilê min ji van gotinên we yî gemarî hev ket. Ger şaşîyek hebe mirov d...
    kampanyaya alîkarkirina navçeyên wêranbûyî yên kurdistana bakur [1]
    kampanyaya ku bi dawî bû 2100 TL'ya ku hate komkirin wê roja d...
    kampanyaya alîkarkirina navçeyên wêranbûyî yên kurdistana bakur [3]
    Komele û dezgehên yê ku ez dizanim alîkarî kirine ev in: ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » wexta ku nivîskarên tirşikê peyamên xwe yên berê dixwînin
    » nivîskarên tirşikê çima bi tîpên hûr dinivîsin
    » tirşikê de rekora mana online
    » peyamên ku li hev dinêrin
    » xwelî
    » yenidogan
    » berepaş

    Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî