Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    26 mijar û 33 peyam
    anîn û birin - tirşik
    anîn û birin
    (0) (0) ecêb (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. du lêkerên kurdî ne. wateya her duyan jî barkirina tiştekî ji derekê heta dereke din e. ferqa di navberê de jî ew e ku 'birin'ê mirov tenê dikare ji bo cîhguhertina dereke dûr bi kar bîne lê 'anîn'ê him ji bo nêzîk him jî ji bo dûr.
    weke mînak mirov nikare bibêje: ez ê pirtûkê bibim vir.
    divê ev mînak wiha be: ez ê pirtûkê bibim wir.

    em bêjin ez li Ayê me û Elî li Byê ye. û cihekî din bi navê C heye.
    ev şaş in:
    ez pirtûkê dibim Byê.
    ez pirtûkê dibim Ayê.
    ez pirtûkê tînim Cyê.

    ev rast in:
    ez pirtûkê tînim Ayê.
    ez pirtûkê tînim Byê.
    ez pirtûkê dibim Cyê.

    di elmanî de ji bo herdu lêkeran jî bringen tê bikaranîn. lewma min xwest rave bikim.



    2019.12.06-01:43 [guhertin:2019.12.06 01:44]| mergehez

    2. Anîn tê cihekî, birîn diçe cihekî dî.
    Ne hewceye tevlîhevkirinê.



    2019.12.06-02:05 | gumgumok

    3. (bnr: gerguhêzî û negerguhêziya lêkeran)

    du lêkerên ku di tevgerê de dijberî hev in. wekî tê zanîn di zimanan de meseleya gerguhêziyê meseleyeke bingehîn e û ji bo zimanên weke kurdî ku taybetiyeke weke ergatîvîteyê di xwe de dihewîne hîn girîngtir e. herwiha ziman bi rêya tekamulê di demên dirêj de ji bo lêkerên ku zêde zêde tên bikaranîn formên taybet ava dike. berî ku ez meseleyê rave bikim dixwazim çend mînakên xwerû û hêsan li ser gerguhêzî û vê mantiqa zimên nîşan bidim da ku dawiya meseleyê bêtir bê fehmkirin. em wekî mînakê lêkera "firîn"ê hilgirin. wexta ku ji bo kesê ku vê lêkerê dike meriv dibêje:
    "ez firiyam" (negerguhêz)
    wextê kirde bixwazê vê lêkerê li ser tiştekî din bike dibêje: "min firand" (gerguhêz). herwekî tê dîtin lêker heman lêker e lê ger dibe gerguzêh û ger jî dibe negerguhêz. ev yek jî bi xêra qertafa -andin ê pêk tê. "firîn" negerguhêz e, "firandin" jî gerguhêze. carna jî qertafa -andin ê nikare vî karî bike loma peywira xwe ji lêkara alîkar a "hatine" dihêle. mînak:
    "min nivisî/nivîsand" (gerguhêz)
    "ez hatim nivîsandin" (negerguhêz)
    wekî me li jorê jî got ziman ji bo lêkerên ku zêde zêde tên bikaranîn ji dêrva ku qertaf an jî lêkerên alîkar ava bike, formên taybet ava dike û meseleyê ji bin ve hel dike. di zimanekî de çiqas formên taybet hebin ew ziman ewqas xurt dibe. ji lêkerên xwedî formên taybet in çend mînak"

    çûyîn×birin
    hatin×anîn~werîn
    ketin×xistin
    mirin×kuştin
    bûn×kirin
    di van mînakan de yên yekem negerguhêz in û yên duyem jî gerguhêz in. di rastiya xwe de heman lêker in lê ji ber ku zêde zêde hatine bikaranîn heryek ji wan ji dêrva ku qertafa -andin ê an jî lêkera alîkar "hatine" bigre formên xwe yên taybet ava kirine. eger formên wan ên taybet tunebûya wê çi bûya? eger wisa bûya dê me ji dêrva "birinê" re bigota "çûyand" û ji yên din re jî bigota "hatand, ketand, mirand, bûyand" ev peyv ji aliyê formulezîbûna ziman ve ne şaş in, tenê ji ber ku guhê me hînê bihîstina wan nebûye ji me re ecêb tê. û helbet bi vî awî bên bikaranîn şaşîyek e ji ber ku formên wan ên taybet hene. xwezî di kurmancî de tenê 30 heb formên taybet hebûna. wê çaxê wê kurdî di dinyayê de bibûna yek ji zimanên herî bihêz. ew formên tsybet ewqas mûhîm in ji nîvê lêkerên din bi xêra wan tên çêkirin. başkirin×başbûn, rastkirin×rastbûn, bihevketin×bihevxistin, serketin×serxistin, bihevçûn×bihevbirin, lihevhatin×lihevanîn, vemirandin×vekuştin... belê herwekî me got ji nîvî belkî ji nîvî zêdetir lêkerên kurdî bi van formên taybet hatine darijtin.

    lêkerên ku di peyama yekema vê mijarê de çêla wan bûye ji bo "çûyîn" û "hatin" jî li kar e. ji ber ku bi lêkera "birinê" meriv ji mekan dûr dibe loma bi hokera "wir" ve tê bikaranîn. û lêkera "anîn"ê hem ji bo mekana ku meriv lê ye û hem jî bo mekana ku meriv bixwaze tiştek bi wir were tê bikaranên loma hem hokera "wir" ve û hem jî bi hokera "vir" ve meriv dikare bi kar bîne.

    (bnr: mijarên ku nivîskar ser û guhê wan li binê hev dixin)*



    2019.12.06-02:48 [guhertin:2019.12.06 02:56]| ceso

    4. lêkerên ku ji aliyê xwendekarên min va gelekî gelekî tên tevlîhev kirin.



    2019.12.06-02:48 | gulêê

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    sondên kurdî [2]
    ''Di zaroktiya min de li gund, mirîyên me bi me re dijiyan! Li gor baw...
    epirtukenkurdi.blogspot.com [1]
    Niha pirtûka mehmed uzun ya bi navê mirina kalekî rind...
    xalê şanoger yê di vîdyoya deno de [1]
    mêrikî orjînal e. di vîdyoyê de deno ji mirovan gotinên pêşîyan dipir...
    no taxation without representation [3]
    Navê dirûşm û mottoya şoreşa Amerîkîyan ya ku li dijî metîngerîya Brît...
    kêm axaftina kurdî li nav keçên kurd [3]
    tespîteke rast e ku helbet sedemên wê jî hene, ne belasebeb e.
    ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » anîn ziman
    » birîna reş

    Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî