Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
polîsê baş polîsê xirab - tirşik
polîsê baş polîsê xirab
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: good cop bad cop)

Teknîka lêpirsîn û bazarê ye. Bi taybetî di fîlmên polîsîye de tê dîtin. Pêşîn polîsê xirab girtî an jî kesê tê lêpirsînkirin ditirsîne û tahdeyê lê dike. Paşê polîsê baş tê û rîyek nîşanî meriv dike ku bikare ji vê rewşê xelas bibe.

Ev sahne klasîk e. Lê di her qada jîyanê de jî rewşên wek vê tên dîtin. Weke mînak ji nav hikûmetê hinek derdikevin û behsa gavên pir xirab dikin paşê piştî bertekên raya giştî wê gava xwe hinekî nerm dikin lê plana xwe pêk tînin.



07.12.2019 23:37 | simurg56

2. lîstika ku ji aliyê hikumata tirkiyê ve herdem tê lîstin.

beriya çend rojan, hikumatê zagonek derxist ku fabrÎka bikarin 2 sal din jî bê fîltre bixwebitin. paşê erdogan red kir. ew parlementerê reya erê dayîn, vê carê biryara erdogan pîroz kirin *



08.12.2019 00:50 | brusk56

3. yek ji lîstika polîsan e. gava ez xwendekar li ofîsa Amedê standa partîyê hebû; em jî li dorê sekinîbûn, hevalên min govend kêşan, reqisîn; werhasil carekî polîs hatin, yên di govendê de girtin, min hew dît ez jî girtim, eman yeman ez nereqisîme, bêfeyde ez jî birim. em birin emniyetê berê me dan dîwêr dest bi xeber û sixêfan kirin, çi hat ber devê wan texsîr nekirin; seetekî bêhtir em 5 kes li ber dîwêr sekinandin, yek danîbûn serê me; axirî me piştî ewqas westandin û dijîna polîsek heçku dema ewqas tişt dibûn ne li wir bûn go çima kes bi van hevalan re mijûl nabe, çima ev li vir sekinîne; destê me dan vekirin av dane me, go yaw çima kes we ve mijûl nebûye filan bêvan. heçku ew heta hingî ne li wir bû:/

herdu jî eynî gû ne, dema yek li dijî hiquqê tevdigere tiştên li dijî mafên mirovî dike ew ê din jî seyrê dike; ji ber wê herdu jî eynî gunehkar in.



08.12.2019 21:32 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» polîsên trafîkê
» baştirîn romannivîsên kurdî
» polîsên trafîkê
» xiraba muskan

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî