Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
avtîtû - tirşik
avtîtû
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Vexwarinek kurdî ye. Ji binerdkê tê çêkirin. (bnr: binerdik) (yên bi cûreya tirpên spî)

Hinek hevîr, savarê gir û hevîrtirş tê tevlîhevkirin û stirhîn. Dû re ev hevîr di nav kincekî de ji bo bi qasê 3 rojan tê girtin. Bi vî awayî hingî we bivê tirş dibe. Paşê di firaxekê din de hinek binerdik yên qeşartî û xwê tê kelandin. (Hinek vê nakin).
Paşê di firaxekê mezin de ew hevîrê tirş ya di nav kincê de, di binê firaxê de tê bicihkirin û ew binerdik û ava wê lê tê zêdekirin. Çiqas wisa dimîne tam nizanim lê paşê ev ava wê û libên binerdkan jê tê standin û tê vexwarin.
Ev pêvajo gelek dişibe çêkirina şelxemê.

Min qet venexwariye lê li gund gelekî navdar û berbilav e. Dema ev pêvajo çêdibe, tê de alkol jî peyda dibe nizanim lê ez bawer in tenê laktîk asîd dihewîne)
Ji bo êşa îro dîlan tê pêşniyarkirin. (Îhtîmalek mezin ji bo ûr ji feydeya wê zêdetir zerara wê heye)

Ger bibe nesîb û vexwim ez ê tam û dîmena wê jî parve bikim.



08.12.2019 11:31 ~11:31 | simurg56

2. Vexwarina ku em navê wê wek avtîtûk bilêv dikin.
Di mala me de kêm zêde her sal 100 lître tê vexwarin.
Rengê wê spiye û hinek şêlûye. Lê ger mirov bixwaze dikare bi alîkariya sorkeleman rengekê penbeyî, ku dişibe şeraba sor ya hinek ruhnkirî, peyda bike.
Gelemperî sê rojan de tama xwe digire. Lê ji wext giringtir, mirov bi ceribandina tama wê bixwe biryarê dide ka çêbûye an na.
Tê gotin ku du neyarên kuçên gurçikan hene. Yek ji wan avtîtûk e û yê din jî hespbezandin e.
Ev jî lînkeke ji bo agahiyên berfirehtir.
Here lînkê



08.12.2019 14:39 ~14:47 | nestêle

3. vexwarina ku min tenê tam kir ji ber ku tama wê qet ne xweş bû berdewam nekir.
ez dibêjim, ew tiştên tê de fermente dibin Û dibin ereq.
ji xwe bapîrê min dibêje mirov berdeqek vedixwe pê rehet dibe *



08.12.2019 23:42 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» avtîtû

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin xwarinvexwarin xwarinvexwarin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî