Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    48 mijar û 79 peyam
    avtîtû - tirşik
    avtîtû
    (0) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. Vexwarinek kurdî ye. Ji binerdkê tê çêkirin. (bnr: binerdik) (yên bi cûreya tirpên spî)

    Hinek hevîr, savarê gir û hevîrtirş tê tevlîhevkirin û stirhîn. Dû re ev hevîr di nav kincekî de ji bo bi qasê 3 rojan tê girtin. Bi vî awayî hingî we bivê tirş dibe. Paşê di firaxekê din de hinek binerdik yên qeşartî û xwê tê kelandin. (Hinek vê nakin).
    Paşê di firaxekê mezin de ew hevîrê tirş ya di nav kincê de, di binê firaxê de tê bicihkirin û ew binerdik û ava wê lê tê zêdekirin. Çiqas wisa dimîne tam nizanim lê paşê ev ava wê û libên binerdkan jê tê standin û tê vexwarin.
    Ev pêvajo gelek dişibe çêkirina şelxemê.

    Min qet venexwariye lê li gund gelekî navdar û berbilav e. Dema ev pêvajo çêdibe, tê de alkol jî peyda dibe nizanim lê ez bawer in tenê laktîk asîd dihewîne)
    Ji bo êşa îro dîlan tê pêşniyarkirin. (Îhtîmalek mezin ji bo ûr ji feydeya wê zêdetir zerara wê heye)

    Ger bibe nesîb û vexwim ez ê tam û dîmena wê jî parve bikim.



    2019.12.08-11:31 [guhertin:2019.12.08 11:31]| simurg56

    2. Vexwarina ku em navê wê wek avtîtûk bilêv dikin.
    Di mala me de kêm zêde her sal 100 lître tê vexwarin.
    Rengê wê spiye û hinek şêlûye. Lê ger mirov bixwaze dikare bi alîkariya sorkeleman rengekê penbeyî, ku dişibe şeraba sor ya hinek ruhnkirî, peyda bike.
    Gelemperî sê rojan de tama xwe digire. Lê ji wext giringtir, mirov bi ceribandina tama wê bixwe biryarê dide ka çêbûye an na.
    Tê gotin ku du neyarên kuçên gurçikan hene. Yek ji wan avtîtûk e û yê din jî hespbezandin e.
    Ev jî lînkeke ji bo agahiyên berfirehtir.
    Here lînkê



    2019.12.08-14:39 [guhertin:2019.12.08 14:47]| nestêle

    3. vexwarina ku min tenê tam kir ji ber ku tama wê qet ne xweş bû berdewam nekir.
    ez dibêjim, ew tiştên tê de fermente dibin Û dibin ereq.
    ji xwe bapîrê min dibêje mirov berdeqek vedixwe pê rehet dibe *



    2019.12.08-23:42 | brusk56

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    îlana elîya [1]
    îlana elîya, stranbêja ji Îsraîlê û eslê xwe Kurd e, di 24ê nîsanê de ...
    xuyê şîrê heya pîrê [1]
    Gotineke pêşiyan e... Gotineke gelek xweş û rewa ye Bi tirkî jî ji ...
    li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep [7]
    Dilê min ji van gotinên we yî gemarî hev ket. Ger şaşîyek hebe mirov d...
    zewac [1]
    malpera ku asta çêkirinê de ye;
    http://www.zewac.net/
    ca...
    gerîlayên hpg, ypg, ybş [1]
    yaw taca serê me ne. milyaketin, rih û can in, şeref û namûs in. eger ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » avtîtû

    Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin xwarinvexwarin xwarinvexwarin kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî