Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
mûza bi dîwêr ve hatî bantkirin - tirşik
mûza bi dîwêr ve hatî bantkirin

Navê mijarê ya ewil ev bû:muza dîwarê bantkirî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li ewropayê ji alîyê "hunermend" ek ve hatiye çêkirin. Eynî wek hûn fehm dikin çûye ji fêkîfiroşê muzek kirîye bi bantekî pê diwarê kirîye sê heba çêkirîye her yek 120.000 dolarê firotîye. Ew ehmeqe ê ku ji vî karî wek huner nav dikin ehmeqtir e ê ku diçe 120000 dolar dide û dîstîne hezar cara ehmeqtir e.



08.12.2019 13:09 | azad30

2. Rewşa absurdbûn û bêwatebûna hunera vê serdemê dide ber çavan.

Ez ê jî rêxa çêleka me li arîka tavlê bidim û wek huner bifiroşim.* Gelo kî dixwaze ?



08.12.2019 14:32 | xelîl

3. edit: navê mijarê hate serastkirin.

mûz nehatîye firotin, hunermendî buhayê wê wek 120.000 dolar nîşan daye. dawîyê jî rahiştîye mûzê û mûz xwarîye û gotîye navê vê hunerê: "hunermendê birçî" ye.



08.12.2019 22:15 | xendekî

4. Muz hatîye firotinê ha ji were

Here lînkê



08.12.2019 22:47 | azad30

5. berhema ku xuyaye hinek hevalan şaş fehm kirine* hunermend bi vê berhemê û bi taybetî bihaya wê xwestiye bêwateîbûna hunera vê sedsalê rexne bike. helbet hinekan belkî bi rastî jî wê mûzê kirîbe û ev ne sûcê hunermend e. jixwe di danasînê de jî mêrik gellek qeşmeriyên xwe bi hunerhezên vê serdemê kiribû.



08.12.2019 23:01 | ceso

6. xilasbûna fikirîna hunerî li ewropa. êdî afirandin li wir jî xilas bûye. hemû kes mîrata paşerojê dixwe. heçîyê bixwaze tiştekê biafirîne jî tiştên wisa beredayî dike. belkî jî taqtîkek ya reklamê ye nizanim lê her çibe gelek beredayî bû û ez bikutim mejîyê wî yê 120 hezar dolar dayî wê ecêbê. jixwe yek derket ew muz ji dîwarî vekir û xwar vêca ew ehmeqê 120 hezar dolar dayî wê çi bike?



09.12.2019 02:45 | lîfikê firaxê

7. henekê xwe pêanîna mirovan e bi derewa (bnr: hunera nûjen). li ku derê têgeha hunera modern bibihîsim, bi çargavê jê direvim loma.



09.12.2019 19:12 | simurg56

9. mûza ku ji aliyê hunermendeke din ê performansê hatiye xwarin. piştî bûyerê hunermendê bi navê david datuna tê girtin lê kes nabe gilîkar û wî berdidin. û peyre mûzeke din bi dîwêr ve dikin. min digot qey hunermendê ku mûzê bi dîwêr ve kiriye trol dike lê mêrik bi rastî jî vê yekê ji dil kiriye hhhhhh. hunermendê ku mûzê xwariye jî vê performansa xwe di hesabê xwe yê înstegramê de bi navê "hunermendê birçî" weke berhemeke hunerê parve kiriye. tişta hunermendê diduyan kiriye ji aliyên hunerên performansê ve berhemek e temam e.



17.12.2019 17:25 | ceso

10. Çendayek ev Nûçe populer bû. Lê Tekzen bi awayekî îronî reklamekê xweş dabû. Gotibû "banda ku muza bi dîwar ve dide hilawestin hûn dikarin ji ba me peyde bikin !



18.12.2019 13:59 | darînê daryo

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mûza çîkolatayî li ser pelan
» hatîm şengalî

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî