Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nîşan dan û nîşan kirin - tirşik
nîşan dan û nîşan kirin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi îngilîzî: to show
bi elmanî: zeigen
bi tirkî: göstermek

her du lêker jî tên vê wateyê. lê ji bo min Problem ew e ku di hemû ferhengan de hema bêje tenê nîşan dan tê lîstekirin. ez qet nîşan danê bi kar nayînim, lewma ez qet nizanim bê ez divê di kursên xwe de kîjanî hînî şagirtên xwe bikim.



09.12.2019 01:28 | mergehez

2. du lêkerên ku taybetiya kurmancî nîşanê me didin. bi ya min wateya nîşan kirin û nîşan dane ne weke hev e. di devoka me de "nîşandan" ji bo "göstermek"a tirkî û "nîşankirin" jî ji bo "işaretlemek"a tirkî tê bikaranîn. bi ya min ji bo pirsa di peyama jor de hatiye pirsîn helbet divê ji bo "göstermek"ê "nîşandan" bê hînkirin.

wextê ku kurmanc dixwazin tiştekî destnîşan bikin ji bo vê yekê lêkerên weke "nîşankirin" û "nîşanlêxistin" bi kar tînin. herwekî di van mînakan de baş xuya dibe:
"me nîşana xwe li çêleka xwe xist da ku xelk zanibe ya me ye"
"me çêleka xwe nîşan kir da ku bi yên din re tevlihev nebe"
yek ji wateyên "nîşanlêxistinê" jî ew e ku meriv dikare tirkiya wê weke "kendinden geriye bir iz/alamet/işaret bırakmak" mînak:
"wisa xuya dike ku ji bajarê farqînê gelek medeniyetên dêrîn derbas bûne lewra heryek ji wan nîşana xwe li kelha farqînê xistine (an jî nîşanên xwe hiştine)
li aliyê din jî lêkera "nîşandanê" ji bo "göstermek"a tirkî tê bikaranîn. mînak:
"ez xwe nîşanê te nadim
"ka te çi bi xwe re aniye nîşanê min bide



09.12.2019 15:16 ~15:45 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nîşanek
» danawî
» nîşana komkirinê

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî