Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ji bo kurmancan gramera zazakî - tirşik
ji bo kurmancan gramera zazakî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kitêba roşan lezgÎn e. bi navê “Ji Bo Kurmancan Bi Awayê Muqayeseyî GRAMERA KIRDKÎ (Zazakî)” ji Weşanxaneya Roşna derketiye. 224 rûpel e û Naveroka kitêbê ji 20 beşên sereke pêk tê. Li dawîya beşan ji bo xwendinê 16 metnên edebî yên kurt ku qasî rûpelekê ne, di kitêbê de cih girtine û di rûpela li hember jî wergera wan ya bi kurmancî heye. Dîsa, di beşa “Di Lêkeran de Rawe” de tabloyên ku têde hemî cihnav hatine bikarînan û demên kirdkî-kurmancî hatine muqayesekirin hene. Herwisa li dawîya kitêbê jî ferhengokek ku têde qasî hezar heb lêkerên xwerû yên kirdkî-kurmancî û tabloya li hemî deman bikarînana lêkerên xwerû heye. Di kitêbê de bêhtir ji muqayesekirina kirdkî û kurmanckî, esas bi alîkarîya muqayeseyê avanî, sîstem û qayîdeyên garmera kirdkî (zazakî) bi tevahî ji bo kurmancan tê nasandin. di warê xwe de xebata yekemîn e.



17.09.2013 02:45 | kurdane

2. xebat û berhemek hêja ye û di vî warî de wê valahiyeke mezin têr û tijî bike.. min bi xwe berî du sê mehan xwest ku bi serê xwe hînî zazakî bibim lê min kir û nekir bi ser neketim.. yek ji egerên mezin yên vê serneketinê tunehiya materyalên dersê bûn.. xwudê hez bike bi vê pirtûkê ez ê cardin xwe li zazakî bişidînim û kî zane belkî di siberojê de ez ê hemû peyamên xwe yên di tirşikê bi zaravayê zazakî binivîsim..

ser xêrê be.. hêvî dikim ku bibe wesîle ji bo pêşketin û geşedana zazakî û nêzikatiya di navbera zaravayên din ên kurdî..



17.09.2013 04:58 | endazer

3. pirtûkê roşan lezgîn e. roşan lezgîn ji licê ye. lewma kurmancî Jî xweş dizane. pirtûkê ev pir qiymetê jê heye. niha kê ku kurmanc dixwaze zazakî Jî hîn bibe, ji ev pirtûk rê ardim bigirê.



nemaze gere ku hem kurmancan hem zazayan her du zaravayên kurdî jî hîn bibin, biaxifin.



13.09.2014 03:40 | endazyar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gramera bêhizûr
» zazakî û kurmancî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî