Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
yûrî gagarîn - tirşik
yûrî gagarîn

Navê mijarê ya ewil ev bû:yurî gagarîn
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. kozmonotê rûs.. navê wî bi temamî yuri alekseyeviç gagarin e.. di sala 1961ê de hê di 27 saliya xwe de ûnvana mirovê pêşîn yê ku derketiye serê fezayê wergirtiye.. bi keştiya xwe ya ezmên ya bi navê vostok ji rêgeha dinyayê derketiye û tam 180 deqîqeyan bi keştiya xwe li dora dinyayê geriyaye.. piştî ku ger û geşta xwe ya li dora dinyayê xilas kiriye di dema danînê de hê çend kîlometir mayîn pê paraşûtê xwe davêje û bi saxî û silametî digihije erdê.. di sala 1968an de yanî piştî derketina ezman û erşê heftan 7 salan di firrîneka keşfê de pê jeta xwe qeza dike û bi pÎlotê alîkarê xwe re dimire.. yanî dawîn û mirinek tirajîk.. ecêb e lê ji tirsa komûnîzmê navê astronotê amerîkî yê ku cara pêşÎn derketiye serê heyvê neil armstrong li tirkiyê bêtir tê zanîn û nasîn..

neyse ev qas agahî ji bo xêrhatina nivîskarê nû yê bi vî navî bû.. bi xêr hatî yûrî!



17.09.2013 05:26 | endazer

2. malî ava siwarê hespê rewan! te yûrî xweş daye nasîn, bes te behsa Kominîstiya wî nekiriye. belê qurban; "hezkiriyê we Kominîst e" * gelek memnûn birêz moderator!



17.09.2013 20:03 | yurî gagarîn

3. nivîskarê serwinda ye, kes nizane bi kû ve ye?



02.03.2014 01:29 | endazer

4. Kozmonotê ku 27 saliya xwe de derketiye serê fezayê û 34 saliya xwe de qezaya balefirekî de miriye. Ser sedema mirina wî lêkolîn pêk anîne lê encama lêkolînê tu caran parvenekirine. Li ser sedema mirina wî du idîa avêtine holê. Îdîa yekem dibejin serokkomarê ykss yê ji wî re komplo kiriye ji ber ku gagarîn li nav sovyetan pirr navdar bûye û serokkomar breznev tirsiyaye ku gagarîn bikeve polîtburoya partiya komunîst ên sovyetê û were hemberî wî, bingeha vê îdîayê; gagarîn xwe amade kiriye ku bibe endamê partiya komunist ên sovyetê û dest bi polîtîkayê bike. Îdîaya duyem jî dibêjin dewletên yekbûyî yên amerîkayê bi destê cia yê wî qetil kiriye ji ber ku gagarîn yekem car derketiye serê fezayê hatiye û beriya mirina xwe jî amadebûna derketina ser hîvê de bûye, û dya ji bo li cihanê xwe bin sovyetan negire mirovê ku herî jihatiyê ku bikaribe here hîvê kuştiye, salek piştî mirina wî jî nasa (bnr: neil armstrong) şandiye ser hîvê. Lê ev herdû îdîa jî nehatine peyitandin. Xwezî hew qas zû nemirîbûya û him ji bo mirovahiyê him ji bo xeyalên xwe bixebitiya. Tê gotin dema gagarîn derketiye fezayê gotiye "ez li vir xwedayekî nabînim" lê ev gotin jî nehatiye peyîtandin.



16.04.2022 22:29 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yûrî gagarîn

Kategoriyên mijarê:: zanistifeza
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî