Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
lîdokaîn - tirşik
lîdokaîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dermanek ji bo anestezîya heremî ye li cihê ku lê were zerqkirin, êş û hîskirinê tune dike. ev bandora wê di nava çend deqeyan de destpê dike û heta 2-3 saetan didome.
ev made her wiha antîarîtmîk e jî. yanî ji bo rastkirina rîtma xirabûyî ya kutan dil jî tê biakaranîn.

piranî di kirinên cerrahî yên biçûk de ev derman tê bikaranîn. erzan e û bandorên wê yên nayê xwestin, hindik in. ji bo ku îhtîmala van bandorên neyînî were kêmkirin, bi adrenalînê re jî dikare were bikaranîn. wê demê adrenalîn demarên wê derdorê teng dike, bi vî awayî him lîdokaîn zêdetir dimîne li wê heremê û bandora wê demek dirêjtir didome, him jî bandorên neyînî kêm dibin.

ji xeynî van, di anestezîya blok de jî tê bikaranîn. di vê rêbazê de rehikek (nerve-sînîr) bi vê madeyê tê blokkirin yanî astengkirin û wê demê hemû beşa mirovî ku ev rehik jê berpirsîyar e, him bêrih dibe him jî êşê nabihîse.

her çiqas dermanek gelek bastî û berbilav be jî, mîna hemû dermanan îhtîmala wê ya kuştinê jî heye. gelek gelek hindik e lê dikare.

cara ewil di sala 1946an de ji aliyê nils lofgren ve hatîye kifşkirin.



10.12.2019 20:18 | simurg56

2. dermanê ku tevî antîbîyotîkan (herî zêde sefazolîn sodyum, seftrîakson hwd.) întra mûscûler qarçe dixin.demar ve dayîna wê qedexe ye. bi operasyonên piçûk de (wek birîn a çerman) bo çerme mirovan bitevize tê lexistîn.



10.12.2019 21:20 ~21:19 | golikvan

3. dermanê ku divê pir bibaldarî were bikaranîn.
wextê li derekê tê sepandin, divê baş bê zanîn ku derzî ne di damarê de ye.

ev operasyonên biçûk ku li polîklînîkan bi piranî tê çêkirin, ji ber vê yekê hinek talûke ne. yekî bi alerjî be an jî ev derman bi xeletî li damarê were dayîn, talûkeyek pir mezin derdikeve holê.
nexweşên di operasyonên wisa lokal de jî mirî hene. lewma divê mirov herdem vê yekê bîne bîra xwe û bi nexweşan re jî wisa biaxive.



10.12.2019 23:54 | brusk56

4. Lidokain dermanê dema ku j'bo anestezîyê tê bikaranîn dive zerkî nava demarî nebê. Naxwe di dilde arîtmî çêdike.
Wekî dî, j'ber tedawiya arîtmîyan divê zerkî nava demarî bibê. Yanî divê iv vere dayîn.



20.12.2019 01:11 | gumgumok

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» lîdokaîn

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî