Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 12 peyam
portugalî - tirşik
portugalî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. zimanê dewletên portugalê, brazîlê, angolayê, tîmora rojhilat, mozambîk û hwd e. hejmara axivêrên portugalî yên li portugal û angola hema hema wekhev e. li ser cîhanê yê herî pir axivêr dihewîne, brazîl e.

şopandina wê ya jêrenivîsên fîlman ne pêkan e, tu yê bibêjî qey bi hilmekî deh hevokan ava dikin.



12.12.2019 18:50 ~18:57 | biruya hayao miyazaki

2. yek ji zimanên go bingeha xwe ji zimanên romî standine ye. ji ber vê meselê jî gelek caran dişibênin zimanên weka îtalî û êspankî go di eslê xwe da zimanên zahf nêzîkî hev in. lê belê ji aliyê axaftinê va divê mirov gûhê xwe gelek pêş xistibe.



15.12.2020 13:10 | hueyn

3. Yek ji zimanên Latînî ye ku ji bo kesên ku bi spanî dizanin dibe ku di destpêkê de wekî teqlîdeke spanî ya qerfî / takel xuya bike, lê helbet nîn e * Di vîdeoyeke li ser zimannasîyê / agahîyên zimannasîyê de jî heta bi qerfî dihat gotinê "Bes vî zimanî wekî birayê spanî yê ecêb bibînin!" Wekî din, ji spanî zêdetir nêzîkî zimanî Galîsyayê (ku herêmeke otonom a îspanyayê (spanya) ye. Mirov dikare vî zimanî li gorî bilêvkirin û gelek peyv û pêvajoya ku ziman tê re derbas bûye bike du cureyan: portugalîya Brezîlyayê û portugalîya Portugalê (portugalîya evropî). Di portugalîya Brezîlyayê de mirov dikare dirûv û formên kevn û bandora kolonyalîzma Portugalê û bandora zimanên din ên herêmê bibîne, di ya Evropî de jî li gorî ya Brezîlyayê mirov rastî dengên hişktir tê ku hin axivêrên wî (portugalîya evropî) henekî wan wekî "caveman sound" (dengên mirovên şikeftan) pênase dikin. Zimanekî xweş e. Çend gotin: Bom dia! (Rojbaş), Como estás? (Çawa yî?)



16.12.2020 03:29 | elfesya

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» portugalî

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî