Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
omer ayhan - tirşik
omer ayhan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mûzîkjenek kurd e. ji cizîra botan e. di sala 1987an de hatîye dinê. bi strana xwe ya rojbûna te pîroz be di albûma olana bajêr de cî girtibû ku stranek gelek xweş bû. min jî ji wir nas kir.

dema min hinek lêkolînê kir, dît ku di sala 2016an de tevlî pêşbirka o ses turkiyeyê bûye û herî kêm 2 merhaleyan derbas kiriye. li ku maye asê nizanim. wê demê gotîye ku li cizîrê xwedî dikanek biçûk ya pêlavan e û bi lev jî li mekanan mûzîkê lê dixe.

bi ferît sevîm re jî stranan gotine. (Reggae'n Botan). di youtubeê de gelek coverên xwe parve kirine. tê de yên bi tirkî jî hene. iiiix!



12.12.2019 21:03 ~21:03 | simurg56

2. Mûzîkjenekî dengxweş e lê bawerim ji bo popûlerîteyê carnan li pey tiştên beredayî dikeve. Divê xêrxwezek jê re bibêje ku dengê wî li stranên tirkî nayê, bes bila xwe bihetikîne. Li cem min qeydeke wî ya konsertekî heye. Di vê qeydê de Xwe li strana filîto lawo ceribandiye. Bi rehetî dikarim bibêjim ku bê qisûr straye. dema dibêje "filîto lawooooooo" dengê wî weke aveke zelal diherike û mêriv ji guhdarîna dengê wî têr nabe.



12.12.2019 23:21 | xeyda

3. Di Reggae'n Botan de rastî dengê wî hatim kêfa min jê re hatê. Paşê min li instagrama wî nêrî beşek ji strana Koma azad - mihtacê te me xwendîbû. A rastî ji solîsta koma azad xweştir û hestîyartir gotîbû



14.12.2019 14:59 | lîfikê firaxê

4. li Cizîrê dijî, ji bilî karê ku pê debara xwe dike illeh muzîkê re eleqedar e; li çend kafeyên Cizîrê stranan dibêje. di şevên taybet de jî gelek cara ew li pêş e. tevlî o ses tirkiye bû, heta radeyekê serkeftî bû, tevlî pêşbazîya kovara ziryabê bû li wir jî serket û straneka wî di albûma olana bajêr de hate weşandin.

mirovekî rihet, camêr û botî ye *



14.12.2019 23:48 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» omer kara
» ayhan kavak

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî