Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    21 mijar û 32 peyam
    fîlma ewil ku li sînemayê hatîye temaşekirin - tirşik
    fîlma ewil ku li sînemayê hatîye temaşekirin
    (0) (0) ecêb (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1. ji fîlma ewil ku min sînemayê temaşekir fîlma mahsun kirmizigûl ya ku bi nave min roj dît (bi tirkî:güneşi gördüm) bu.di sala 2009 de li yekemîn sala zankoyê de li bajarê qersê min sînemaya bajêr de temaşekiribu.



    2019.12.12-22:08 | golikvan

    2. Ez nexelet bim an fîlmê Avatar bû an jî Babylon A.D. her dû fîlm jî sala nêzî 2009 derketine. Lê tê bîra min di fîlmê avatar de gelekî kelecan bûbûm ji ber ku fîlm 3D bû. *)



    2019.12.12-22:49 | kurêtirîdeus

    3. Yekemîn fîlma ku min li sînemayê temaşekir 2011an da Fîlma thor li wanê bû.



    2019.12.12-22:50 [guhertin:2019.12.12 22:54]| xelîl

    4. ewilîn fîlma ku min di sînemayê de temaşe kiriye, di 2010an de li îzmîrê “harry potter and the deathly hallows: part 1” bû.



    2019.12.12-23:24 [guhertin:2019.12.12 23:25]| tizbîkêş

    5. ez dibêm qey eşkiya bû, 1995an. nû em ji dîyarbekirê derketîbûn. şanoya yekem jî niha hat bîra min, li dîyarbekirê bû, tiştekî komedî bû (1994). wey li min!



    2019.12.12-23:52 | mirovekirind

    6. ya min ice age 2 : the meltdown bû. 2006 a de li batmanê em bi dibistanê re çûn. hingî sinemaya yılmaz güney hebû li batmanê, me li wir sêr kir.



    2019.12.13-23:01 | xwelî li ser

    7. di sala 2000'an bÛ. fîlma bahman ghobadi dema hespên serxweş hatibû mêrsînê.
    em bi malbatî çûbÛn sÎnemaya cep'ê a li ba behrê. aniha dişixûle yan na nizanim.
    diya min girî bû.



    2019.12.13-23:28 | brusk56


    9. ji bo min jî fîlma bahman ghobadi dema hespên serxweş bû.
    tê bîra min, min zêde tiştek ji kurdîya wan fêhm nedikir lê xwendina binnivîsên tirkî jî şerm dibînîya loma min zêde tiştek jê fêhm nekiribû. weke mînak tê bîra min dema digotin "zû zû zû!" min fêhm dikir û keyfa min xweş dibû.



    2019.12.14-14:08 [guhertin:2019.12.14 18:34]| simurg56

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    nifirên me [1]
    "heyla tu şeqa şeqa gunikan li ser quzê xwe nebînî"...
    zêdebûna eleqeya ji bo kurdî piştî zêdebûna zextên tirkiyê [2]
    Geşbûneke zimanî, çandî û hunerî yan van salên dawî ne. Li gelek wela...
    pirtukakurdi.com [1]
    Sala 2019
    - 51.620 pîrtûk firotine. Nexirab e...
    [1]
    Ev peyv ji bo bûka nû Zewicî ye û 15- 20 roj şûnde bo serdanê dihere m...
    kurê min were em ê te ra yeke sergirtî, xayî eşîr, qur'anxûn, ehilnamûs bixazin, xwe ra bizewice, xwe bide ber mala xwe [1]
    Ne diya min lê dapîra min hertim dibêje wê hevokê.* Dibêm dapîr ez...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » fîlma japona ya ku yekî bêhna genî jê dihat diniya kûçikekî
    » ewilkarê
    » temaşekirina dvdyên dawetan

    Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî