Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    33 mijar û 40 peyam
    fatureya gaza xwezayî ya tirşikvanan - tirşik
    fatureya gaza xwezayî ya tirşikvanan
    (0) (0) ecêb (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. Piştî ku li Tirkiyê krîza aborî derketiye di nava salek û nîvê de buhayê gaza xwezayî nêzîkê %60 zêde bûye. Di havîna sala 2018ê metrekûpa gazê nêzîkî 0.90 tl bû. Lê naha 1.5 lîre ye.
    Sîteya em lê dirûnin kalorîferên wê bi awayek navendî pêdibin. Tenê gaza ocax û kombiyê şexsî ye. Vê mehê fatureya sîteyê ji bo 17 roja hatibû. Serê her daîreyê 175 tl hat.ya şexsî jî ji bo 21 rojan 33 tl hat. Yanî bi giştî ji bo 17-18 rojan nêzîkî 210 tl hat. Berê hema bêje di mehê de evqas dihat.



    2019.12.15-19:21 [guhertin:2019.12.16 00:02]| nan û av

    2. Ji bo panzdeh rojan 300 TL heqê vê quzzulqurtê hat. Lê hîç xema wê naxwim Hama dixwazim her tişt buha be, hemî parsekên akpyê ji nêza bimirin jî ne xema min e. Heta ku ji birçîna nemirin dê dev ji vê partîzaniya xwe bernadin. Hemd ji xwudê re emê Helbet pariyek nên ji qirika kurê xwe derbas bikin.
    Girseya mezin a akpyê bi ucreta asgarî dixebitin, di salê de carekî jî bo betlaneyê diherin gundê diya xwe.
    Ew ên ku di mala wan de hê jî sobe heye û bi komir û êzingên dewletê mala xwe ya Xirbe piçek germ dikin bi din û Îman û mirin piştevanîya akpya ku hemî serkirdeyên wan di qesr û qonaxan de dijîn, dikin Hama berra di ortê nava zivistanê de biqelifin, biqerisin.
    Hama hîç xema naxwim



    2019.12.15-21:57 [guhertin:2019.12.15 21:58]| ferhenga şikestî

    3. a ku bi awayekî sûrprîz gelek hindik hatiye. tam beriya mehekê dest bi şewitandina gaza xwezayî kiribÛn.(siteya me de navendî ye). lê wek sala borî baş naşewitînin, mal gelek hindik sar e. lê mirov êdare dike, nabe pirsgirêk.
    179 tl hatiye serê xaniyekê.
    lê tabê avayÎ li ser 4 daîreyan e û xanî jî 3 ode û salonek e. dîsa jî bi min hindik hat *



    2019.12.15-22:51 | brusk56

    4. (bnr: sobe)



    2019.12.15-23:27 | heci adar


    6. wê bibin dîyarîya sersalê.

    ya min hê nehat li gorî texmîna min wê ne ji 400an kêmtir be. ji ber ku li malê zarok hene û li ber sermayê gelek qels in, divê 24 saet vekirî be.
    par mehekê 600 hatibû, li gorî zêdebûna bûhayê xazê, dike nêzikî 1 mîlyara îsal lê wê îsal evqas neyê îşelleh. bnr: tedbîr û îzolasyon.



    2019.12.16-23:01 | simurg56

    7. Xaniyê min 2+1 e. Û nû ye. Par herî zêde 200 hat. J'ber ku bîvê caran ez ne li mal bûm.
    Di vê mihê de jî 45 hat. Lê îsal belkî bigihê 300-400î jî..



    2019.12.17-01:13 | gumgumok

    8. Ji ber ku îsal xaniyê me bi komirê germ dibe mijara min alaqadar nake ye lê par dora 300 lîra jî dihat û me ti tahm jê nesitend.



    2019.12.17-14:36 | dilbirîno

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tûnebuna kar li bakurê kurdistanê [1]
    Ev yek dibe sedema valebuna bajarên kurdan Ji ber tûnebuna kargehên m...
    peyvên ku kawa nemirî çêkirine [2]
    peyvên wî yên neçêkirî nayê fêmkirin vêga em çawa peyvên wî yên çêkirî...
    no woman no cry [2]
    stranekî navdar ê bob marley e .
    di roportajekê de wateya vê h...
    ji bo vexwendina seksê gotinên alternatîf [1]
    Gotina gûndîyeki me bû ku digot "ma em fitêzê xwe dihevnekin?&quo...
    fîlmên bi dublaja kurdî [1]
    birano, xwişkno... tê bîra we tv'yek bi navê Kurd1 hebû.

    belki ev jî bala te bikişînin
    » fatureya cêranê tirşikvanan
    » gaza sirûştî

    Kategoriyên mijarê:: jiyan ekonomi jiyan ekonomi jiyan ekonomi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî