Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ji sala 2050ê re peyama min - tirşik
ji sala 2050ê re peyama min
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi ihtimalek mezin ezê bimrim. Heger hin kes hebin vê peyamê bi xwenin ey wê gişayî silav dikim. Li wan videoyên bêcil zêde nemeyzênin haa.



15.12.2019 23:42 | heci adar

2. nevîyên min ên delal!
nifşa min, nifşa beriya nifşa min, du nifşa beriya nifşa min welhasil bi kurtasî çar beş beriya nifşa min û heta nifşa aniha, bo kurdistanê xwe perçiqandin, hetikandin û behicandin lê bi kêr nehat.
ji loma ji te re dibêjim eyy kurdê ku di sala 2050an de di ciwanî û xortaniya xwe de kêfê dike, belê kêfa xwe berdewam bike û hîç guh nede tiştên civakî û siyasî û aborî yên miletê xwe, ger bi xemxwarinê mesele çareser bibûya aniha min ê vê peyamê nenivîsîya.
ji kêfa xwe binêr lo! ehmeq nebe!



16.12.2019 15:47 | ferhenga şikestî

3. Xwedê bê herê salek serbixwe û azad e bo kurd û kurdistanê.

Hêvîya min bi xwedê heye nifşên vî salî bi xwendin, têgihiştin û desthevgirtinên xwe dinyayê bişewînin.

Silavên germ ji te re 2050.



17.12.2019 14:03 | rûbar

4. Peyam 1= kuro tu hê didijî? Wele helal be ji te re. Mi goooo korona berdewam nake me wisa? Ez qurbana te me bêje berdewam nake ಥ_ಥ *

Peyam 2= dizanim hê tu wek xwe yî, tiştekî ji kesayetiya te kêm nebûye; heman Bergeh û heman hest. Hê tu xwe wek zarokan dimîne, lê niha zarokên te jî dibe ku çêbû bin.
*

Edît: şikir wek berê qala qorona nayê kirin û wek ku qediya *



13.08.2021 15:31 ~2023.01.20 23:41 | merwano

5. Merheba ji te re! Niza tu hêj bi vî zimanî diaxivî an li derdora te kesên pê diaxivin gelek kêm bûne? Ger tu sax bî û bi hawakî te xwe gihandibe vê peyamê helal be ji te re. Ez niha vê peyamê di serê ciwantiya xwe de berî ku tu bixwînî 29 sal berê dinivîsim. Tu niha di serê yextiyariyê de yî û hewl didî emekdar bibî.( li gor şertên niha difikirim. Nizanim di ewqas sal de wê çi biguherin. Helbet çend texmînên me hene lê demek pir dirêj heye û teknolojî bi lez diguhere) niha li ser wê paldanka dikanê ya ku di vê kambaxa pandemiyê de ( belê covid-19. Wê mîrata te ji zanîngehê kiribû û hepsî malê û dikanê kiribû) ez bûme karkerê wê de rûniştime. Bi rastî wê roja ku tê vê peyamê bixwînî difikirim.

Wê çaxa ku te vê peyamê xwend, wê aniha were bîra te. Bawerim wê hestek xweş be.



13.08.2021 23:42 | tîrêj zana 21

6. Min ji bo sala 50an ji te re 2 cûre paşerojên pêkan ecibandîye pîrozê, lê kîjan be ez ji te her razî bûm û bawerim tu gelekî hewl daye da ku tu gihaye wan rojan:

1- Te dibînim, tu ketîye xewek şêrîn û giran, li kêleka bavê xwe... Li ser tirba te kulîlkên zer bişkivîne, navê te di nav stranên şoreşgerî derbas dibe, xwişkên û birayên te, qala te li zarokê xwe dikin... Tu dibe serlehengên çîrokên şevê ji bo birazî û xwarzîyên xwe...

2- Pirsa ku bi tenê tu dikarîbû bersivek jê re peyde bike, bêencam nemaye. Te gelek tişt pev xistîye ji bo netewa xwe. ji bo zarokên xwe û ên gelê xwe paşerojek bedew amade kirîye. Renasko jî li ser şopa te ye, wek yadê xebatkar û netewperwer e.

Nîşe: ger tu bibe sedema hebûna wê/wî heta ji te hat dev jî wî/wê neqer. Tu bi xwe jî baş dizani ku tenêbûn, bêxwedîbûn zor zehmet e...
Dîsa spas ku tu li ser soza xwe ma ye û tu vî welatî terikandîye.



14.08.2021 01:20 ~01:31 | pîroz

7. tu bûyî 57 salî êdî. hêvî me ku we germbûna global, krîza aborî û pirsgirêkên naxweyî çareser kirine.

hekena: cehnima canê te!



14.08.2021 01:26 ~01:32 | xelîl

8. bawerim êdî naxebitî



14.08.2021 07:37 | doesntmatter

9. We pê girt !



25.10.2021 16:53 | brzn

10. 1 $ = 50 Tl



25.10.2021 17:59 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sala 2013yan we kîjan pîrtûkên bi kurdî xwendin
» peyama 2000emîn a tirşikvanan
» min digot belkî tu heval î

Kategoriyên mijarê:: niviskar jiyan tekili dirok yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî