Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 77 peyam
rapa kurdî - tirşik
rapa kurdî
(1) (1) ecêb (0) (7)
di mijarê de bigere

1. 15 meha berfanbarê sala 2019an da konserta rap a kurdî hebû, hîn canik û camêr derketin li ser dikê û gotin em dê pêşkêşîyên bi tirkî bikin ji ber ku yên bi kurdî nizanin di nava me da hene, û kirin xêncî stranên xwe gotinek bi kurdî nekirin, ez poşman bûm ku ez heta li wir çûm, lê Reqso û Xem hema hema qet bi tirkî qise nekirin, divê rapa kurdî îja çi tirkî, îja hirç û govend. Kurtasî ev bûyer gelekî dilê min êşand.



2019.12.17-02:19 | xwebixwe

2. Kêfa min zêde ji rapê re nayê lê eger mesele rapa kurdî be divê di vî warî de ji sherîf omerî pê ve kesek methê xwe nede * gotinên stranên vî lawikê netebitî, ji gotin û manîfestoyên gellek siyasetmedar û rêberên kurd maqûltir e, zanatir e. Klîbên wî yên têra xwe sûrreal, mîzaheke xwemalî û mûzîka wî ya bi xeml û coş jî pê re. Bi ya min divê li qada şerr û cengê mûzîka şerîfo deng vede *

Tirşika hîphopa kurdî:











Azadî:











Lêxin:











Kurdo:











2019.12.17-23:03 [guhertin:2019.12.17 23:06]| xeyda

3. li aliyê serhedê ji bo "rep" gotinekî din tê gotin.Ji bo wî dema ku ez RAP dibînim, ez nizam bêjim çi hişê min da rep e , rap e , rep an rap e wisa wisa derbas dibe.Piştre error dide û disekine.Çima em navek din lê bikin nabe:(



2020.02.23-02:15 | brzn

4. li benda repbêjek zîrege. serhado ne xirab bû lê ne afirîner bû. hirmetek gotye sherif omeri. Heger sherif omeri repbêj be smaîl tivorî rockstar e.



2020.02.23-02:24 | hevînevî

5.









Berê her tiştî ji bo kul û derdê rapa kurdî, danasîn û dengbelavkirina wê belgefîlmek bikêr e.



2020.02.24-22:04 | rizgarm

6. şerîfek hebû ewî jî çawa gava xwe avêt Almanyayê kariyera xwe herimand. Dema li rojava û başûr çi qas kesên çûne Ewropa rexne dikir, digot ji welat baz dane, niha bi xwe heman tiştî dike. Û pê re jî stranên çop çêdike, ku mirov ji şerma nikare di nav xelkê de guhdar bike.



2020.02.24-23:04 | endazer

7. a ku li gor rapperan ber bi başiyê ve diçe.
deutsche welle'yê vîdyoyek pir xweş amade kiriye. çendekî berê li stenbolê şeva rapa kurdî hatibû lidarxistin, dîmen bi piranî ji wir in. ya ecêb di dîmenan de 72deno û harun elkî jî heye
cara yekem e navê ronî artîn dibihîzim.



2020.02.24-23:49 | brusk56

dengdanên dawîn (Yên Din..)
bajo bajo [1]
:( dilê min şikest ev stran ne a serbang e. Ya ribabçîane (bnr: cela...
hesaba tirşikê ya înstagramê [1]
hesaba tirşikê ya înstagramê/118932 Tîrêj zana, rast gotiye. Divê peyam bêhtir û çetir werin ne...
whatsapp [1]
App'a ku min jê birîye. Ser ê min rehet bu. Her gav min dixistin koma....
tiktok [1]
her ez dibînim hin tiştên ne baş hatine nivisandin di derheqê tiktokê ...
dilreş [1]
Tirşikvanê ku ez jê tika dikim bila ji kerema xwe formata tirşikê heya...
belki ev jî bala te bikişînin
» rapa kurdî
» kurdistana min

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzik muzikstrn muzikstrnbj muzik muzikstrn muzikstrnbj muzik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî