Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kesên hej jiyana nav malê dikin - tirşik
kesên hej jiyana nav malê dikin
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ev qedereke dirêj e yek ji van ez im. carnan ji ber vî halî ji xwe dikevim nav xuşûşiyan. ji ber ku xort û ciwan, keçik pirranî dixwazin li derve, li cafeyan rûnên an timî bigerin lê ruhê min, ruhê pîreke heftê salî ye ku bêtir hej kêfa li malê dike. ev demek e bala min dikişîne ku mirov pirranî bextewariyê, rengîniyê û coşê li derve digerin. bawerim ji ber wê ye ku vê taliyê bi kê re biaxivim, xewn û xeyalên tevan bûye ger û geşta dinyayê yan dema mirovek zêde hej gerê neke mirov, bertekên ecêb nîşanê wê/î kesê/î didin. wekî ku ew mirov xwediyê qisûrekî ye, ne bextewar e yan hay ji kêf û tama dinyayê nîne. lê berevajiyê! ez li malê gellekî bextewar im.
sedem ev e ku nav heftê pênc rojan; serê sibê, di tariyê û sir û seqemê de bi alarmeke bêrihm şîyar dibim û berê xwe didim kar. heta êvarê ji mirovan û ji zehmetiyên dinyayê têra xwe dibetilim. bajarê ez lê dijîm jî xwedê xerake tu tişt lê nîne ku tu xwe biavêjî nav hembêza wê yan bi meraq derkevî, lê bigerî. ji loma dema têm malê wekî ku ketime nav bihuştê kêfxweş dibim, wekî zarokekî dibişirim, sermest dibim. mal ji bo min bes cihê aramî û serbestiyê ye. cilên sivik û rehet, rûyekî bê makyaj, germahî û mijûlahiyên xweşik... kurmancê me belaheq negotine mala mêriv gora mêriv e yan mala pîrê, sitara pîrê.



20.12.2019 19:43 ~19:45 | xeyda

2. Ew kes weke gumgumokan e *
Weke gumgumokan di hêlîna xwe de kêfxweş in û di malê de xwe bêhtir azad dibînin. Ê tabî têsîra ku ew kes li bajarekî xerîbin jî heye.
Ya rastî ji belkî, karê xwe ew kes zehf firsendê nabînin ku li malê bisekinin. lê weke rojên betlanê, sept û lehdê jî ew kes zû bi zû dernakevine ji derve.



20.12.2019 21:13 | gumgumok

3. Ew kesên ku divê ne di vê serdemê de ji dayîk bibûna.
Belê yek ji wan kesan jî ezim ,qet ji gerê ,ji qehwa,ji qehwê înterneta hez nakim ,bi rastî rihê min ne wek yê ciwana ye ,wek kalê 70 salî ye.
Dema mirov tê mala xwe derpîyê fireh û sivik li xwe dike,rudinê ber soba xwe yî germ ,li ber bernameyên kurdî li gel dêbav ,xwişk û birayê xwe rudinê ,çaya qaçax û dendik tên û mirov tevde şevbêrka xwe dike ,tû cih û war weke mala mirov xweş nabe.
Yên dertên derve hêj bi vê kêfxweşîyê nehesîyan e û jê kêm mane



23.02.2020 00:31 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên ku di instagramê de stranê tavêjin ser wêneyê xwe
» hejmara kesên min dişopînin
» jiyana rewşen
» navên kulîlkan
» malê îbada naye xwarin

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî