Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
di serşokê de guhdarîkirina mûzîkê - tirşik
di serşokê de guhdarîkirina mûzîkê

Navê mijarê ya ewil ev bû:di serşokê de guhdarî muzîkê kirin
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mîna studyoyê, dengekî zelal û herikbar belav dibe. Bi Dengê avê re harmoniyeke rind, qirêjiya perdeya guhê meriv paqij dike.

Û meriv xwe nagire carinan. Weke dengbêjekî, dengê xwe lê divedê û jiyan, wê kêlîkê xweştir dibe *
Aha mîna vî camêrî




20.12.2019 21:26 | gumgumok

2. reklamên şampûanan de xweş e lê di jîyana rastîn de lê rast nehatime. di serşokan de dengê mirov zêdetir diçe cîranan û loma mirov nawêre bistire. şûna wê tenê ji xwe re gotin xweştir e: himm him him hiimmmm himm him.



20.12.2019 22:12 | simurg56

3. a niha hevalê min dike
ji wargehên zanîngehan tiştekî normal e.



20.12.2019 23:57 ~23:58 | mêrxasê serhedê

4. Li qisurê min hate nêrîn û fantezîya mîn hate birrîn. Min têlefonek bêrîkê da ser qulla vê fantezîyê. Na birayê min bila ji me kêm be.



21.12.2019 17:35 | rizgarm

5. Li gorî di hişê min de maye tiştekî guneh e * ne şaş bim misilmanan werê digotin.



21.12.2019 18:10 | xabûrî

6. tişta ku min bi salan kiriye û êdî mûzik nebe dema ku serê xwe dişûm, sebra min nayê. serşok temam lê hinek di tiwaletê de guhdar dikin ev çiye vêca!?

(bnr: di tiwaletê de guhdarî muzîkê kirin)



21.12.2019 19:48 | xwelî li ser

7. yekî jî negotiye ca em sernavê biguherin, sererast bikin
hevalno ev sentaks yanî hevoksazî bi tirkî ye.
çênabe ku mirov bêje di serşokê de guhdarî muzîkê kirin
ji loma ezê mijarê sererast bikim.
ji bo rasttir (bnr: di serşokê de guhdarîkirina mûzîkê)

ji ber olana dengê avê ne pêkan e



23.12.2019 01:33 ~01:33 | ferhenga şikestî

8. Tiştekî xweş e. Lê tiştê jê zêde aciz dibim ew e ku wextê stran lêdide yek min digere û muzîk tê sekinandin.



23.12.2019 19:18 | hesinkar

9. xweşkirina wexte. xwe şiştin yek ji kiryarên herî xweşe. Bi muzîkê dibe hobî



21.02.2020 02:13 | hespêsor

10. Çalakiya herî zêde jê hez dikim.
Lê li mal zêde ne pêkan e, çimkî şerm dikim*
Dema ji mal dûr bim û azad bim, bi dengekî bilind guhdar dikim.
Nîşe: zêde avê xerç nekin, di bin bandora strana de*
Nîşe 2: ez ne ji yek wan kerên ku li di serşoka wargehê stran guhdar dikirin, bûm.



13.08.2021 10:56 ~13:01 | merwano

11. Çalakiyek van salên dawî bi bandora fîlm û klîbên stranan de derketiye. Li mala me ne pêkan e ku tiştek weha çê bibe.


Qet ji vê yekê hez nakim. Ji min re weke tevgereke hedonîst dixuye. Herweha ger li mala xwe weha nekim ji malê dûr ketim jî weha nakim û nikarim bikim. Ji ber vê stranê gelek av îsraf dibe û demek zêde di serşokê de tê bihurandin. Li wargeha me xwendekaran jî car caran hin kesa bi dengekî bilind stranan guhdar dikirin û serê xwe dişûştin. Lê min wan hişyar dikir ku an rawestînin an dengê wê kêm bikin.



13.08.2021 12:57 | tîrêj zana 21

12. guhdarîkirin na lê ez distrînim. ji bo ku cureya dibêjim hebkî ecêb e yên li malê dibên qey ez dixeniqim *.



13.08.2021 16:51 ~18:32 | hueyn

13. Kiryara birê min û xwişka minî piçûk e. Lê jê zaf aciz dibim, ji ber ku dema wan strana guhdarî dikin di nav ramanên kûr de diçin û pê nahesin çiqas li bin wê baranê ma ne. Îca hem xebî neta avê ye hem jî heqê avê zêde tê. Û loma cîranên teniştê jî dibe rûn li ser dihele...



13.08.2021 22:18 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
tehdîdên kurdî [1]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» guhdarîkirina zêde ya straneke nû
» mûzîkên herî xweş yên fîlman

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî