Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; wîkîpediya
peyamên çepikkirî

10241. versiyona kurdî ya wikipediayê ye

Belê, me di wîkîferhengê de gotibû ku ew nênikeka ku meriv bikare têde îmkan û firsendên ku înternetê pêşkêş û berpêyên kurdî kiriye bibîne ye. lê mixabin wîkîpediya hêvî û omîda ku di destpêkê de têde hebû roj bi roj wenda dike û dibe xeyalşikestinek, sikûta xeyalekî. Ew heta sala çûyî roj bi roj mezin dibû, lê ew demeka dirêj e, mîna berê mezin nabe û giran giran dilive. belê bo vê mahne û sebeb pirr in, lê sebeb dibe çi bila bibe, gerek ew dewlemendtir û mezintir be. ew li gor min zanîngeha firoke(uniwersytet latajacy=uçan üniversite) ya hevdem a ku polonî yan wexteke xwe pê ji asîmîlasyonê xelaskirîbû ye.



05.06.2013 14:07 | simurg56

56949. wîkîpediya ya navend ji bo destpêkirinê 1000 gotar hilbijartine. wîkîpediyaya kurdî xwediyê nêzîkî 21000 e lê hema hun bêjin çaryekê zêdetir ê van gotaran hîn tune ne... ji mandarîn bigrin heta dîroka hindîstanê û werara mirovî heta Pîramîdên Misirê... heyfa min lê hat. :(

ji xwe ez dora 30 gotar nivîsandibû lê haya min jê tunebû. ma yabo, wîkîpediya jî pir tevlihev e xwedê giravî hewqas ku mirov dibetilîne. û civakîbûna bikarhêneran tune ye. mirov xwe pir tenê dihisîne ku ez wanî bûm. hek ciwaneke heye û dixwaze wîkîpediya tije bike, em dikarin heval bibin* bi koordîneyî jiyan xweştir e *

ji bo lîste:
Here lînkê

lîsteya bijîşkiyê ku hîn tuneye, wilo xuya dike ev in:
1.korî, koranî, korayî, korîtî
2.kerrî
3.Nexweşiyên têger, nexweşiyên bisaw (şewb, vegir, dirm, buwar)
4.astengiyên hişmendîtiyê, nexweşiyên hişê
5.ndd, nexweşiyên dil-damarê
6.bêxurdemenîtî (îngîlîzî starvation
7.bez girtin, obesîte, obesity, qelewbûn
8.xurî

-hisab li cem we. ji nav 16 gotarê 8 heb hîn tuneye. WEKÎ HERKES Jî dizane, navê tirşik.netê bi veşartî komela bijîşkên kurdî-hez e *



06.06.2013 16:08 | endazer

56958. zêrê zer e, bes mixabin li nav wan cemaetên ku nivîsevanî û ilmgerî tê de sava ye, wek kurdan, mekanîzmayên bilindkirina qalîteyê jî ne li kar in û lewma babet carinan gelek bi nezanî jî têne nivîsîn. û ev yek pêbaweriya vê çavkaniya-azad diêxe ber shikê. zimanê katalanî tê de yek ji deh zimanên serkêsh e, qasî tê bîra min, ev jî vedigere ser siyaseta zimanî ya herêma katalonyayê.



06.06.2013 14:55 | endazer

56960. Ne bi qasî wîkîferhengê dewlemend e. Wîkîferheng hema bêje wê bikeve nav zimanên dinyayê (mixabin wek ingilîzî, frensî) û jixwe ferq avêtiye tirkî * lê wîkîpediya kurdî ne ewqasî pêşketiye.



07.06.2013 18:27 | brusk56

116544. beriya du-sê rojan hesabê xwe yî twitterê https://twitter.com/wikipedia_ku vekirin.
di tvîta xwe ya yekem da gotin;

Merheba xwişk û birayên ezîz.

Ev rûpel, rûpela fermî ya Wîkîpediyaya kurdî ye. Em ê ji ser vê rûpelê nûçe, agahdarî, nîqaşên nû, statîstîkên dawîn, gotarên heftiyê yên pêşketî hwd parve bikin.

@wikiferheng


wisa xuya dike ku armanca wan zêdekirina wergerandin û nivîsandina gotarên Kurdî ye.
Rêya wan vekirî be, gotara vê hefteyê jî ji aliyê (vbnr:linuksmanc) va hatibû wergerandin/nivîsandin. û di derbara Dostoyevski da bû.
Here lînkê



08.06.2013 18:10 | endazer

128164. Di hemû wîkîpediyayên mezin de pir caran bi minasebetekê pêşbaziyên nivîsandina gotaran tê çêkirin û wekî wîkîmaraton têbinavkirin. mîsal "wîkî ji qafqasyayê hez dike" yek ji vê pêşbaziyê bû meha çûyî hatibû lidarxistin. lê ev pêşbazî li hemû guhertoyên vê malperê nayê li dar xistin. divê di her versiyonê de orgazînerek hebe û rêvebirên din jî îzin an jî piştgirî bide wê/wî. îcar ev cara pêşîn e, di wîkîpediyaya kurdî tevlî organîzekirina pêşbaziyek bû. ew jî "meha asyayê 2020" ye.

armanc:
xeynî welatê xwe, çêkirin û pêşxistina gotarên nû ên derbarê mijarên Asyayê de ye.

şert:
* Divê gotar li ser mijareke Asyayî bin (welat, erdnîgarî, dîrok, dîn, ziman, aborî, kesayet hwd.) [lê her çiqas kurd jî asyayî bin jî mijarên têkildarî kurdî derî vê şertê ye]
* Divê gotar herî kêm qasî 3000 bayt û herî kêm qasî 300 peyv dirêj bin. (ji xeynî infobox, şablon, hwd. û gotarên lîstekirî)
* Divê mafên telîfê yên çavkaniyan neyên binpêkirin.
* Divê gotar agahker bin û çavkaniyên wan pêbawerdar bin.
* Nîşe: Gotar divê bi tevahî bi makîneyê (google translate) neyên wergerandin; lê bikarhêner dikarin bi xwe bi rêkûpêk wergerê bike, gotarek wergerîne.

xelat:
* heke bi ya qaîdeyên jor çar (4) gotar were çêkirin (ji sifirê nivîsandin an jî wergerandin) û ji aliyê juriyê ve bên kontrolkirin û qebûlkirin, wê kartpostaleke wam ji civatên asyayê bistînin.
* nivîskarê ku bi ya şertan herî pir gotar nivîsandiye, wê bibe şandiya/ê [=sefîr] fexrî ya/ê asyayê û sertîfîkayeke îmzekirî û kartpostaleke din bê şandin.

zêdetir agahî: Here lînkê

ji bo niha du kes navê xwe qeyd kiriye. lê pêşbazî pevre xweş e. ka werin û em pêşbaziya zimanê xwe bikin.*



06.06.2013 16:08 | endazer

128387. wîkîpediya/128164

bi minasebeta meha asyayê 2020 çar gotarên nû lê hatin zêdekirin:
kildanî - Here lînkê
dabeşbûna koreyê - Here lînkê
aboriya asyayê - Here lînkê
eshabê kehf - Here lînkê

23 rojên meha çiriya paşîn qediyan, tenê çar gotar! ew jî ji aliyê du kes ve hatine nivîsîn. ev çavkaniya bêhempa bi rastî jî di destên me de diherime. heyf e.



06.06.2013 16:08 | endazer