Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
wîkîpediya - tirşik
wîkîpediya
(29) (1) (3)
di mijarê de bigere

21. Ansîklopedîyeke gelêrî ye
Dibe sedema kû heta derengê şevê lêkolîna bikim



05.01.2020 02:00 | tîrêj zana 21

22. malpera ku ev nêzikî 3 sal in li tirkiyê qedexe ye. berî çend rojan biryar hat dayîn ku astengîya li ser, wee rakirin lê hê neket merîyetê. sedema vê biryarê jî ew bû ku hindik mabû dadgeha ewropayê biryara xwe bide di derbarê de.



05.01.2020 22:10 | simurg56

23. Malpera ku bi operayê anjî bi vpnê bi hêsanî tê bikaranîn.



05.01.2020 23:01 | xelîl

24. Pîştî 2.5 salan hovîtî xilas û dîse wîkîpediya vebû



15.01.2020 22:56 | gumgumok

25. Erê brakêm, pişta xwe şikandin malmîrata!!!



15.01.2020 23:34 | rizgarm

26. malpera ku duh li tirkiyê bi biryara dadgeha destûra bingehîn piştî 2 sal û nîvan hatiye vekirin. biryareke zêde dereng bû. sedema vê biryarê jî ji ber tirsa dadgeha mafên mirovan a ewropayê bû.



16.01.2020 12:05 | xelîl

27. beriya du-sê rojan hesabê xwe yî twitterê https://twitter.com/wikipedia_ku vekirin.
di tvîta xwe ya yekem da gotin;

Merheba xwişk û birayên ezîz.

Ev rûpel, rûpela fermî ya Wîkîpediyaya kurdî ye. Em ê ji ser vê rûpelê nûçe, agahdarî, nîqaşên nû, statîstîkên dawîn, gotarên heftiyê yên pêşketî hwd parve bikin.

@wikiferheng


wisa xuya dike ku armanca wan zêdekirina wergerandin û nivîsandina gotarên Kurdî ye.
Rêya wan vekirî be, gotara vê hefteyê jî ji aliyê (vbnr:linuksmanc) va hatibû wergerandin/nivîsandin. û di derbara Dostoyevski da bû.
Here lînkê



20.01.2020 20:02 | gulêê

28. hewce ye ku tirşikvan dest bavêjinê.
wekî ku em tev dizanin wîkîpediya yek bingeha muhîm ya lêkolînan e.
ji ber wî, li ser mijarên kurd û kurdistanê divê tiştên rast û temam werin nivisandin.

Here lînkê



04.04.2020 22:31 | afa

29. Ez mat mam Yekî ku qet bi skotî Nizane, çûye qasê 60 hezar rûpelan ji wikipedia inglîzî bi rêya Google translateê wergerandiye û li ser Wikipedia skotî wisa bar kiriye. çavkanî: Here lînkê



22.10.2020 17:48 | ezcan

30. Di hemû wîkîpediyayên mezin de pir caran bi minasebetekê pêşbaziyên nivîsandina gotaran tê çêkirin û wekî wîkîmaraton têbinavkirin. mîsal "wîkî ji qafqasyayê hez dike" yek ji vê pêşbaziyê bû meha çûyî hatibû lidarxistin. lê ev pêşbazî li hemû guhertoyên vê malperê nayê li dar xistin. divê di her versiyonê de orgazînerek hebe û rêvebirên din jî îzin an jî piştgirî bide wê/wî. îcar ev cara pêşîn e, di wîkîpediyaya kurdî tevlî organîzekirina pêşbaziyek bû. ew jî "meha asyayê 2020" ye.

armanc:
xeynî welatê xwe, çêkirin û pêşxistina gotarên nû ên derbarê mijarên Asyayê de ye.

şert:
* Divê gotar li ser mijareke Asyayî bin (welat, erdnîgarî, dîrok, dîn, ziman, aborî, kesayet hwd.) [lê her çiqas kurd jî asyayî bin jî mijarên têkildarî kurdî derî vê şertê ye]
* Divê gotar herî kêm qasî 3000 bayt û herî kêm qasî 300 peyv dirêj bin. (ji xeynî infobox, şablon, hwd. û gotarên lîstekirî)
* Divê mafên telîfê yên çavkaniyan neyên binpêkirin.
* Divê gotar agahker bin û çavkaniyên wan pêbawerdar bin.
* Nîşe: Gotar divê bi tevahî bi makîneyê (google translate) neyên wergerandin; lê bikarhêner dikarin bi xwe bi rêkûpêk wergerê bike, gotarek wergerîne.

xelat:
* heke bi ya qaîdeyên jor çar (4) gotar were çêkirin (ji sifirê nivîsandin an jî wergerandin) û ji aliyê juriyê ve bên kontrolkirin û qebûlkirin, wê kartpostaleke wam ji civatên asyayê bistînin.
* nivîskarê ku bi ya şertan herî pir gotar nivîsandiye, wê bibe şandiya/ê [=sefîr] fexrî ya/ê asyayê û sertîfîkayeke îmzekirî û kartpostaleke din bê şandin.

zêdetir agahî: Here lînkê

ji bo niha du kes navê xwe qeyd kiriye. lê pêşbazî pevre xweş e. ka werin û em pêşbaziya zimanê xwe bikin.*



12.11.2020 20:24 ~20:27 | biruya hayao miyazaki

31. malpara ku kêmasiyên wê hê jî hene, bi piranî di eyaran de gelek nivîsên wê hê bi îngilîzî ne. jixwe kurdiya min têrî her tiştî nake :(

wekî din jî, ez ji meha nîsanê ve qeydbûm lê ev nû 2 heftiyê min fln çêbû ye ku ez çalak im. her çiqasî di serî de ez pir lawaz bim jî aniha ez xûrt bûme. ji aliyê bikaranîne ve.

ji bo bikaranîna malperê 3 vîdeo fln min dîtin û min li wan temaşe kir, heya ku min tiştek ji xwe fêhm kir *

bnr:










14.11.2020 16:58 | merwano

32. wîkîpediya/128164

bi minasebeta meha asyayê 2020 çar gotarên nû lê hatin zêdekirin:
kildanî - Here lînkê
dabeşbûna koreyê - Here lînkê
aboriya asyayê - Here lînkê
eshabê kehf - Here lînkê

23 rojên meha çiriya paşîn qediyan, tenê çar gotar! ew jî ji aliyê du kes ve hatine nivîsîn. ev çavkaniya bêhempa bi rastî jî di destên me de diherime. heyf e.



23.11.2020 21:52 ~21:52 | biruya hayao miyazaki

33. ya pêncan:*

aboriya japonê - Here lînkê



24.11.2020 01:44 | xelîl

34. Malpera ku hinek trol an xemsar lê zêde bûne ye. Wê rojê dîsa weke her tim min têketin li wîkîpediya kir. Li milê çepê bişkojka rûpeleke ketober heye. Min jî dîsa weke klasîka xwe pêlê kir û çend gotara xwend. Ji xwe dema mirov pêlê dike %80 navê gunda derdikeve. Piştî çend heba min dî sernivîsa peykerê azadiyê derket. Min çavek lê gerand 5-6 rêzik nivîs hatiye nivîsîn. Peyv kurdî ne lê belê çi wate di hevokan de tune ye. Ango bêyî wateyekî peyv li ber hev hatine rêzkirin. Ji ber wê ez ketim gûmanê. Min rabû wîkîpediya tirkî vekir û heman sernivîsê li wir da geran. Min dî ku ew nivîsa li ya kurdî hatiye nivîsîn wergera motomot ya çend hevokên pêşî ya tirkî ye. Bawerim kesekî xemsar lê dilxwazê kurdî bo gotarên kurdî zêde bibin, hama ya tirkî kopî kiriye û li ser wergera googleyê daye wergerandin û li wîkîpediyayê zeliqandî ye. Min rabû hemû gotarê jê bir û xweşik li kurdî wergerand û paşê dîsa weşand e.



27.01.2021 22:13 | tîrêj zana 21