Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
cremasteric reflex - tirşik
cremasteric reflex
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. refleksa gunan e. belê, refleksa gunê mêran e. (bnr: reflex)

pirtûkeka tenduristîyê bû di pirtûkxaneyekê da, navê wê nahê bîra min, min xistibû destê xwe û çav li rûpelên wê digerand û hin rûpelan jî yek bi yek bi çavan dixwend, bi lez. min rûpelên pirtûkê ser û binê hev dikir. (bnr: mirov çima pirtûkan dixwîne) tu doktor jî nin î, bêje tu çi digerî.

rastî senifandina refleksan hatim. refleksa çavan û ya çokan jixwe min dizanîbû. îcar ev yek... cremasteric... tişteka nû ye. min go ka ez vê yekê birêkûpêk çavderî bikim, bibînim tiştekî çawa ye. ez çûm cem hevalekî xwe, min jê pirsî, "heval" min go, "tu dikarî ji kerema xwe bo deqekî pantora xwe... na loo ; ) min ji xwe, ji bedena xwe pirsî: "heval!" min go di serşokê da, "kuro, gunê xelkê difirin. hildikişin û tên xwarê" ... em henekan bidin alîyekî. bi tiştekî tûj wekî kêrekî piçûk an jî mifte tu çîpê xwe yê tazî ji alîyê hundirê ve xêz bikî, zêde jî neêşîne, tu dê bibînî cremasteric reflex çi ye.

û dibêjin kurdên ku êdî kurmancî qise nakin, refleksa gunê wan jî ro bi ro wenda dibe.



20.12.2019 23:54 ~2019.12.21 19:51 | mirovekirind

2. Refleksa masûlkeyên cremasteric e. Ev masulke, hêlik yanî gunên mêra bi hawîdor dipêçê û diparêze. Dema dora hêlik li jor an jî li ser paqê werê hişyarkirin, ev hişyarî împûls digihîje mêjî. Mêjî jî emr dide wî masûlke ku hêlik bikişîne banî. Hêlikek li banî, yê dî li xwarê dimîne.
Ev refleks, agahiyeke girîng dide. Piştî qezaya trafîkê, ku ev refleks hê jî hebê, tê wê wateyê ku sînîr ji hêlik heta vertebra l1 ê, ji wir jî heta mêjî saxlem in. Û ti xisar li rêka siniran ne hatiye. Navê vê rêkê corticopsinal tract yanî rêka kortîkospînal e.
Di testikuler torsiyon û multiple sclerosis de jî ev refleks wunda dibe.
Here lînkê



21.12.2019 12:03 ~12:17 | gumgumok

3. Refleksa nû, cara yekem ji tirşikê hîn bûme ye.

(lînk*



21.12.2019 18:16 ~18:17 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» cremasteric reflex
» reflex

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi tekili zanistitenduristi tekili zanistitenduristi tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî