Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xanîyên axî - tirşik
xanîyên axî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Xanîyê ku li axê hatine çêkirin. Dîwarên xanî kevir in. Serban bi darên sipîdar û texte çêdikin. Ser wan spîdaran dijî şilopeya baranê axa nederbasbar bikartînin.

Ez di xanîyekî wisa mezin bûm. Li ber havîna Amedê wekî klîmaya xwezayî bû. Li zivistanê germ, li havînê jî hênik in. Piştre me xanîyê xwe bi beton nû çêkir. Vê havîna çûyî de ez çûm gundê xwe, li ber germahî û fetisokê ez qehirîyam. Mirov nikare pênc dk têde bisekine. Ez bi hesret û keser xanîyên axî bibîrtînim.



21.12.2019 22:43 ~2019.12.22 00:17 | kajav

2. (bnr: axeban)



21.12.2019 22:51 | ma min çi ji kê kiriye?

3. Xaniyên ku di salên dawî de yek bi yek tên xera kirin û li şûna wan ên ji betonê tên çêkirin. Di van xaniyan de hênkayiya havînê û germa zivistanê du taybetiyên sereke ne. Ligel ku zehmetiyên xwe ên mîna avêtina berfa ser xanî, salaman du caran reşandina 2 an 3 kîs xwê , seyandin û loqkirina wê evan xaniyan ji bo gundiyên ji xwe hezkirî û xizan bivênevê ne .



21.12.2019 22:52 | darînê daryo

4. ez jî di xanîyekî axî de çêbûm, di xanîyek axî de mezin bûm. li gund cîranên me xanîyên xwe yên axî yeko yeko xira dikirin şûna wan yê betonî çêkirin; ew cîran dema xendek zêde zêde germ ji malên xwe derdiketin dihatin mala me. rastî jî ji xanîyên betonî çêtir bûn ji alîyê serma û germîyê ve. lê zehmetîyên wê jî hebûn divê ji bo baran lê neçe illeh we nû bikira, an we pê bangerî serban bigeranda. tiştên zaroktîyê illeh ji mirov re xweştir tên :/



22.12.2019 20:17 | xendekî

5. hÊ jî li kurdistanê di gundan de hene. hetta dikarim bêjim malên gundên kurdistanê bi pirranî ji ax û herî ne mixabin.
hindek dibêjin ev çand e niza çi gû ye lê na ev rasterast rewşa me ya kavilî û xizanîyê ye.
li gundan ew ên ku erdê wan hene xaniyên wan bi beton in lê ew ên ku erdê wan tune ne ji axê ne.
li gundê kalikê min jî rewş hê jî wisa ye.
ev jî şanî me dide ku kurd hê jî ji jiyana nûjen û ji avantajên jiyana nûjen ji ber bêderfetiyê bêpar in.



23.12.2019 00:11 ~00:11 | ferhenga şikestî

6. Xwedî mesrefeke zêde ne. Paqijî, parastin bizahmet e. Gelek caran j'ber ku maddeya wê ax e û xwezaî ye, mar û tûpişt, kêzik û mişk dinav safane û hêtan de hêlînê divedin.
Yanî hinekî bi talûke ye.
Lê wekî dî, zehf rehet, hînik û germ in. Bêqlîma jî hînik e.



27.12.2019 23:11 | gumgumok

7. Ez bi xwe di nava xanîyê axî de mezin bûm, heya vî êmre xwe jî. Deka ez fikr û ramanên xwe li ser vê mijarê bêjim

Xanîyên axî, bi kerpîçan diwarê wan têne avakirin û banê wan jî bi spîndaran tê girtin, ser spîndara jî birdî tê girtin û dawîyê jî bi axê tê seyandin.Bi piranî ev xanî yek an jî du kat têne avakirin, heya niha xanîyê se katî min bi xwe nedîtiye *

Pêşî li ser alîyên paşwendî dixwazim bisekinim. Xanîyên axî her sal anjî serê du salan carekê divê banê wan werê seyandin û bi gindor/bangor serde derbas dibin (ji bo ku dilopa neke). Ne tenê ban, divê diwar jî werin seyandin (bi piranî jî bi destên çûkan helîn têne vekirin û giştî ev der têne girtin)

Deka vece ez qala pêşwendîyên xanîyê axî bikim. Taybetîya xanîyê axî li gorî min germahîya nava wa ye. Havîna hênik in û zivistana germ in.

Not: Herem nisêbîn



28.12.2019 03:18 ~17:02 | merwano

8. Hîn jî li gund xanîyê me bi serbanê axî ye. Taxên wî kirêpêt in û bêqolon û bêstûn e. Ditirsim rojekê hilweşihê. Xwezî bi qolon çêkiribana. Lê ji xîzanî bû, hingî ew ji me dihat. Wexta serbanê xênî dihûnênin bi rêzê; pêşî girşên xwe yek bi yek rêz dikin, paşî depan li ser rast dikin û wan bı girşan ve bizmar dikin. Li ser depan naylonekê vedidin, çîtan li ser naylonê rêz dikin, pûş û qirş li ser çîtan radiêxin, çilo jî li ser pûş rêz dikin û herî dawî axa hinekî avlêkirî, axa reş ne axa sor, li ser banî verdikin û spehî rast dikin û didewisênin. Ne xelet bin kayê jî dikin nav axê. Piştî van hemû karan jî serban pê bangerîtik tê gerandin û dewisandin. Xanîyên ku tax û dîwarên wan bi kerpîç bin hîn xweştir in lê çêkirin û lêkirina dîwarên bi kerpîç zehmet e. Ez serbanê axî paşverû nabînim. Ger pêkan be ezê jî yekî ji xwe ra ava bikim lê bi awayekî bi rêk û pêk. Hinekî zanistê tevlî vî karî bikim, Xanîyekî min ê dîwar bi kevirên reş, ban jî bi axeka xurttir dê peyda bibe. Ne qlîma bikartênim ne jî tiştên din. Belkî tenê sobeyekê.



28.12.2019 09:54 | dijberîst

9. li hinek hereman, ji ber axa ku asbest dihewîne, dibe sedema nexweşîyên giran.
di sala 1980an de rêxistina tendurîstîyê ya cîhanê da zanîn ku ev made dibe sedema kansera pişan. rîska vê kanserê %500 zêde dike. ger di ser de cîgare jî were vexwarin ev rîsk dibe %5000-9000.

ev mînerala bi navê asbest di nav axa spî de tê dîtin. ji hêmanên magnezyum sîlîkat, kalsîyum-magnezyum sîlîkat, hesin-magnezyum sîlîkat an jî sodyum-hesin sîlîkat pêk tê.
ji ber ku li hember germayî, madeyên kimyewî û zemên gelek quwet e, di çêkirina avahîyan de ev bi hezaran sal in tê bikaranîn. berê di sanayîyê de jî hatîye bikaranîn heta ku hatîye qedexekirin.

dema ji ber peritîna dîwar mîwaran tevlî hewayê bibe, bi standina nefesê digihe pişên mirov û nexweşiyên lê peyda dike. ev bandor zûzû çêneba. di nava 10-50 salan de tesîra xwe nîşan dide.

dibe sedema gelek nexweşîyên dil û pişê. di serî de jî kansera pişan ya bi navê malîgn mezotelyoma û asbestozîs. mixabin tedawîya van nexweşîyan jî tune.

li kurdistanê jî li gelek deveran di seyandina malê axî de ev ax tê bikaranîn. mirovên ku di van xanîyan de mezin bûne, di bin talûkeyekî gelek mezin de ne.

mixabin berî 4 salan dîya hevalekî min ê doktor jî ji ber kansera girêdayî vê meselê, jîyana xwe ji dest da.



28.12.2019 21:45 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xanîyên axî
» axîn

Kategoriyên mijarê:: huner yendin huner yendin huner yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî