Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
murat özyaşar - tirşik
murat özyaşar
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskar û mamoste ye. bi eslê xwe kurd e.
xwediyê 3 kitêban e.
kitabên xwe ji weşanxaneya doğan bi tirkî çap bûne Û di pey de hatine wergerandina kurdî û disa di weşanxaneya doğan de hatine çap kirin.
berê min navê wÎ bi kitabeka kurdî ya doğan kitap ditibû. doğan kitap û kurdÎ...

+
bûye mêwanê bernameya ava mag bûye.
bi kurdî axaftinek xweş hatiye çêkirin.




24.12.2019 21:29 | cinorek

2. ez navê vÎ ciwanmêrî nû seh dikim, camêr ji diyarbekir e. wekê pirraniya nivîskarên kurd ew jî mamoste ye. min guhê xwe da kurmanciya wî, kurmanciya wî zêde ne xurt e lê li gor nivîskareke bi tirkî dinivîse xweş diaxive xuya ye di nav derdoreke tirk de dijî lê bi kurmancÎ jî dixwîne.
çîrokên wî jî pir pesnê wî hatine dayîn. bi pirtûka xwe ya ewil xelata haldun taner ya çîrokan û pê re jî xelata yunus nadî ya çîrokan standiye. li tirkiyê xelata nobêla çîroknivîsan e ev herdu xelat. sala 2016an ji ber meseleyên siyasî pêşiyê ji mamostetiyê hatiye dûrxistin pê re jÎ bi ser mala wî de girtine û 5 rojan di bin çavan de maye.
wekê hemû nivîskarên kurd ên bi zimanê biyanÎ berhemên baş û serkeftî dane ew jî bûye kelemê çavên xweyî û xêrxwazên zimanê kurdî. ez van rexneyan samÎmî nabîbim, bi ser de wek rexne na wek zikreşiyê dibînim. gelek nivîskarên kurd hene ku di serî de bi tirkÎ nivîsandine dîtine ku bi tirkî tu kes wan naxwîne wan jî berê xwe dane kurdî û pê re jÎ nivîsandina xwe ya bi kurdî wek minetekî li ser milê milet dibînin û bela xwe bi nivîskarên kurd ên bi zimanê biyanÎ dinivîsin didin.
meseleya mahmut baksî û yaşar kemal nimûneyeke baş e ji bo rastiyê.



24.12.2019 23:07 ~23:10 | endazer

3. Hemwelatiyê min e. Ji erxeniya me ya romantîk û bi tenê ye. 2018 yan de li fûara amedê ji bo îmzekirina pirtûkê çûm ba wî. Min romana wî ya ku wergernadiye kurdî "bîr" stendibû û bi kurdî berga pirtûkê de ji min re nivîsek xweş nivîsî û îmze kir. Di wî geremolê de, min pê da zanîn ku ez jî ji erxenî me şûnde min vexwend paş standê û kurt be jî me sohbetek kurdî pêk anî. Ka tu ji kîjan gundî ye felan * bi ya min merivek gelek dilgerm e. Ku pirtûkê wî gelek baş in. Pênûsek bi hêz, xurt lê zaf çikûs e*



02.09.2020 01:16 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» murat demir

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarweje niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî