Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
john wick: chapter 2 - tirşik

fîlma duyemîn ya john wick e. piştî ku john vegerîya cîhana tawanan, hesabên kevin vedibin ku divê werin girtin....
(3 şîrove)
john wick: chapter 2
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. berdewama fîlma john wick e. piştî temaşekirina fîlma ewil, min ne nîyet bû lê temaşe bikim lê paşê min got ka lê binêrim di fîlmên di de çi kirine. bi ya min fîlma ewil çêtir bû. lewra qet nebe fikra kuştina herkesî ji bona kuçikekî, hinekî ecêb bû. niha ew jî tune. weke em dikarin bêjin ku fîlmeka aksîyonê ye û hew. di vê fîlmê de 128 kesan dikuje. di fîlma ewil de ev hejmar 77 bû. yanî pêşketin heye *



24.12.2019 22:43 | simurg56

2. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê gumgumok ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 99.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê





têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142


têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



19.06.2020 23:54 | simurg56

3. ''winston... ji wan re bêje, ji hemûyan re bêje. Kî were bila were, ez ê wan bikujim, ez ê hemûyan bikujim''
johny wickê me yê wêrek bi vê gotina xwe eşkere dike ku ji kesekî natirse. malmîrato tu dibê qey dijminên wî pê li hêkan dikin, yek bi yek tên kuştin *



07.12.2021 21:04 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» john newman

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî