Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 55 peyam
têkilîya goşt û kanserên rovîyan - tirşik
têkilîya goşt û kanserên rovîyan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mijara lêkolînên berdewam e.
di sala 2015an de rêxistina tenduristî ya cîhanê xebateke xwe weşand.
di rapora wan de behsa du cure goştan tê kirin. goştê sor ê normal pehtî û goştê sor yê ku hatîye xebitîn. yanî ji pêvajoyek derbas bûye da ku demek dirêj xirab nebe. ev pêvajo jî weke xwêkirin, zuwakirin, fermentekirin, dûmanîkirin û hwd. hatine lîstekirin. yanî ez bawer im em dikarin bêjin ku sicûq, salam, sosîs û heta qelî dikarin wek goştê hatî xebitîn dikarin werin binavkirin.

ji ber vê yekê ji bo goştê sor dibêjin "xwedî potansîyela bûna sedema kanserê" pê re heye û ji bo goştê sor ê hatî xebitîn jî dibêjin "ji bo mirovan ji sedemên kanserê ye".(1)

li gor raporê, ew pêvajoyên ku ser goştê sor ên meşandin, dibin sedema hilberîna hinek madeyên ku dibin sedema cancerê. madeyên wek n-nîtro-compounds (noc), polîsîklîk aromatîk hîdrokarbon (pah) û heterosîklîk aromatîk amîn (haa).

li gorî analîzên îstatîstîkî, ji bo kesek ku rojê 100 gram goştê sor dixwe, rîska kanserên kolorektal (rovîyên stûr) %17 zêde dibe. ji bo kesek ku rojê 50 gram goştê hatî xebitîn dixwe jî, ev rîsk %18 zêde dibe. behsa têkilîya ji bo kanserên prostat, pankreas û ûr jî tê kirin her wiha.

rêxistin bixwe van encaman wisa nirxandiye, têkilîya ji bo goştê hatî xebitîn rastîn e lê ya goştê sor ê normal hatî pehtin, têkilî ne zelal e. yanî asta îspata wê ne bilind e. heye ku xeletî tê de hebe.

li gorî xebatekî din jî mînerala hêsinê ya di goşt de ya bi navê "heme", dibe sedema pêvajoya çêbûna kanserê. (2)

her çiqas rêxistina tenduristî ya cîhanê wisa bêje jî xebatên li dijî van îdîayan jî heye. weke mînak di lêkolînek pir-dewletî de dibêje ku nexwarina goştê sor rîska van kanseran kêm nake an jî gelek hindik bandor lê dike. (3) di lêkolînek li xorasa îranê de jî dîsa têkilî nehatîye dîtin(4).

lêkolîna rêxistinê metanalîz e, yanî 800 lêkolînên heyî li hev zêde kirine û bi analîzek giştî, xwestine encamek hevpar derxin holê. di nav wan 800 lêkolînan de jî gelek hene ku dijî vê îdîayê ne.

wek encam em vê gavê nikarin bi îspatekî madî, goştê sor û goştê sor ê hatî xebitîn, bi bûna sedema kanserê tawanbar bikin lê ger ev îhtîmal di pêşerojê de were îspatkirin jî, ev ê ne sûrprîz be.
ji ber wê yekê hingî ji me bê, em goştê hatî xebitîn kêm bixwin û xwarina goştê sor yê normal jî ji hedê xwe neborînin, wê baş be.

çavkanî:
1- Here lînkê
2- Here lînkê
3- Here lînkê
4- Here lînkê



27.12.2019 20:21 ~2019.12.28 22:00 | simurg56

2. Par rêxistina tenduristî ya cîhanê îlan kir ku goştê li ser hatî xebitandin ( bi Tirkî "îşlenmiş et" tê gotin) kanserojen e.
Yanî sicûq, Salam kanserojen in.
J'xwe salam, maddeyeke herimî bû, lê sicûq xweş bû. Ez ber ketim weka *



28.12.2019 18:49 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» têkilîya goşt û kanserên rovîyan
» goştê berxan

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî