Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
zewaca mantiqê - tirşik
zewaca mantiqê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. têgeheke nû lê diyardeyeke kevn bi qasê mêjûya zewacê.
ji bo zewacên bêyî ku herdu alî dil bikevin hev dizewicin tê bikaranÎn. anku zewaca ne evînî. min ji tirkÎ ji mantık evliliği rasterast wergerand. bi îngîlîzî wek convenience marriage derbas dibe. anku zewaca bikêrhatî, guncaw, levhatî filan.



27.12.2019 22:59 | endazer

2. Piştî ku min di evînî yên xemgînî derbas kirin, ji hingî vê êdî li gorî min jê baştir tiştek tune. Em (bnr: evîndarî) ya xwe re dimînin. Ne xema kesî yê ku tu evîndarî an tu kuçikek li ber deriyayî :(



28.12.2019 03:27 | merwano

3. Ji bo zewacê şertek girîng e lê ne bese divê evînek xurt ve destpê bike jixwe wê evîn di zewacê de kêm bibe hêj çinebît(qe nebe) wê pêta evînê û hevahengîha şiruşta jin û mêr an ve wê zewac wê bidome.



28.12.2019 13:18 | azad30

4. (bnr: zewaca hesaban) an jî (bnr: zewaca bihesab).

ne tiştekî xerab e. lê ger tekane sedema zewacê mantiq be, ev problemek mezin e.

bi ya min zewacên evînî, dema evîn wenda dibe an jî tiştên din dikevin navberê, zû hildiweşin û tofanê radikin. lê zewacên mantiqî wisa lê nayê lêbelê heye ku jîyanek tamsar li dû xwe bihêle.



28.12.2019 22:00 | simurg56

5. Pêşeroja zewacê ye. Her dihere diketin û evîn kêm dibin û jixwe emrê zewacê jî kêm dibin. Bawer im wê di pêşerojê de kes nezewice jî, mirov wê bê zewac di têkiliyê de be ( ma ne zewac navê fermî ên têkiliya bi hevre jiyanê ye?).

Ji ber wê temenê zewacê kin bibe wê mirov li hev kirinekê bizewicin û heta ku çû!

Jixwe zewacên mezinên me jî ev mantiq e lê ferqa wê ne bûk û zave li hev dikirin bavên wan li hev dikirin *



29.12.2019 10:44 | berxweda

6. divê hem hijêkirin hebe hem mantiq. herî kêm divê mirov salekî hevdu baş nas bike, heke piştî demek dirêj hê jî mirov bêrîya hev bike temam e, êdî tu dikarî pê re bizewicî. evîn çi ye ma? piştî hevnasînê û pevremayînê ew kelecan û hesreta zêde hêdî hêdî winda dibe. piştî vê windabûnê hevîdarekirin hebe bes e.



29.12.2019 12:50 | xendekî

7. Bi pirranî di civatên paşdemayî û bêhnpêketî de tê dîtin û dîsa bi pirranî li ser endogamîyê ava bûye. Yanî di vê cure zewacê de em dikarin bêjin xelk di sedî de Not bi merivên xwe re dizewicin, pismam, dotmam, kurxal... Hwd.
Û bi pirranî di civata ku bi vê cure zewacê zêdetir e de ji bela ku zewacên endogamî zêdetir e, nexweşiyên genetîk jî zêdetir in ango hejmara astengdaran bêtir in.
Di vê civatê de iq'ya xelkê kêm e. Û di vê civatê de aborî qels e, di vê civatê de qîmeta perwerdehî, zanistî, exlaq, edalet... Hwd tune ye
Aniha hindek bêjin çi eleqe? Matematik û istatistik derewan nake.

Reng û taybetiyên hemî civatên pêşketî Hama bêje eynî ne û yên paşketî jî hama bêje eynî ne. Yanî îroj ger li Norwêcê ev yek kêm be, li Kanadayê jî kêm e. Ger li Kurdistanê zêde be, li Pakîstanê jî zêde ye. Hemî taybetiyên dî yên ku mi li jor hindek vegot, eynî ne.



30.12.2019 01:23 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zewaca kurd û tirkan

Kategoriyên mijarê:: tekili tekili tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî