Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
hevaltiya lîseyê vs hevaltiya zanîngehê - tirşik
hevaltiya lîseyê vs hevaltiya zanîngehê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hevaltiya zanîngehê mayîndetir derket.



28.12.2019 21:50 | gumgumok

2. Li lîseyê hevalekî maye, li zanîngehê jî niha sê kes mane *



28.12.2019 22:29 | kajav

3. Ji lîsê kes nema ji zaningehê çend kes hene.
Di vir de xala giring ewe ku piştî zaningehê nêzîkatîya fîzîkî bi kîjan komên hevala re hebe mirov li gel wan têkîlîya xwe xurtir dike. Mesela i lîsê hevalên hêja hene lê tu ji wan dûrî mixabin têkîlîya we jî hev du re nebaş dibe.



28.12.2019 23:48 | azad30

4. Ji bo min herdu jî wekhev in niha jiber ku em sê hevalên lîseyê bi hev ra çûne zanîngehê û me zanîngeh qedandin hê jî em hevdu dibînin û têkiliyeke jîr û xurt di navbera me de heye. Û bawer dikim wê ti car ev hevaltî bidawî nebe û wê her hebe.

Xelo, misto û zako ;)



29.12.2019 01:06 | xelîl

5. Ti kes ji dema lîseyê nemaye lew tev endamê milletê dagirker bûn. mi pêhnek avêt der qûna wan.



29.12.2019 11:17 | yusiv hemed

6. hem ji lîseyê hem ji zanîngehê hem jî ji dibistana navîn hevalên min mane. bi hinekan rêka telefon û whatsappê bi yên din re rû bi rû em didin û distînin.



29.12.2019 12:46 | xendekî

7. bêguman hevaltîya zanîngehê.
tabî ev yek li gorî herkesî diguhere lê avantaja zankoyê ew e ku ku mirov bi hevalên xwe yên zankoyê re zêdetir tiştan parve dike. bi taybetî bi hevalên malê re, hema bêje zewacek bi rê ve dibe. loma eger wê hevaltîyê girtibe, wê tim bidome.

ji dibistana seretayî: 1
ji lîseyê: 1
ji zankoyê: nêzikî 10



29.12.2019 13:17 | simurg56

8. ji dibistanê hîç hevalê min tune ye ji lîsê hîç hevalê min tune ye, ji zanîngehê jî hîç hevalê min tune ye.
hemî hevalên min ji dersxaneyê ne.



30.12.2019 09:22 | ferhenga şikestî

9. li gor hevalan digûhere. mirov kengê rasta hevalên xwe yên rastî bê, ew derdikeve pêş.
a min hevalekî tenê nemaye ji lîseyê. lê zaningeh wisa nebû gelek dostanîyên min piştî 4-5 salan hê jî didome.



30.12.2019 21:42 | brusk56

10. Heval Neman ji min re ji lîseyê. Ji ber ku min lîse di aöl ê de xwend. Ji zanîngehê jî 6 hebên qerase hene. Ji ber wê ''zanîngeh win!!''

(bnr: hevalên dibistana seretayî)



31.12.2019 02:03 | xwelî li ser

11. Hevaltîya lîseyê maîndetire
Hevalên dibistana amadehîyê gelekî welatparêz bun
Heta kû car caran bi mamosteyan jî em diketin gûftugoyê û mamoste nikaribûn bi me
Anha em ji hev gelkî dûrin lê hêj têkilîya me xûrt e
Dû sê şevê carkê em li hev digerin



02.01.2020 12:05 | tîrêj zana 21

12. Ji lîseyê ji heman polê 2 kes, ji zanîngehê jî 1 kes têkiliya me qut nebûye. Lê ev ji aliyê polê ne, ger li gorî salan ez bêjim hevalê min yên ku di salên zanîngehê de min naskirine û têkiliya min bi wan re didome bêhtir in.



28.07.2021 17:16 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevaltiya bi bavê xwe re
» lîseyên îmam û xetîban
» hevaltiya xwendakaran a xênî
» zanîngehên taybet

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî