Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
ferhenga têgihên hiqûqê - tirşik
ferhenga têgihên hiqûqê | 2019
Nivîskar: Bahîz Omer EhmedNivîskar: Beyar Tahir SeîdNivîskar: Bîlal ZîlanNivîskar: Cemîl Çelîk | kurdî îngilîzî erebî farisî tirkî | ferheng | 224 rûpel

Ev ferheng, yekemîn ferhenga têgihên hiqûqê ya kurdîya kurmancî ye ku pênaseyên têgihan jî tê da cih digirin. Di vê ferhengê da du beş hene ku beşa se...
ferhenga têgihên hiqûqê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ferhengeka ji hêla komxebata hiqûqê ve bi xebata 4 salan çêbûye. ev komxebat ji alîyê weqfa mezopotamyayê û baroya amedê ve hate birêve birin. di serê projeyê de tahir elçî jî hebû, ji ber wê ferheng îthafî wî hate kirin.

komxebat pêşîyê wek civînên mezin pêk dihat, paşî biryar hate dayîn ku parêzer û zimanzanên li bakur di nav xwe de pêşîyê bicivin û paşî civînek mezin çêbe, di civîna mezin de biryara dawî dihate dayîn. ez jî piştî vê biryarê tevlî bûm, hema bêje di hemû di civînan de hebûm, ji tirsik.netê du nivîskar tevlî vê xebatê bûn, yek ez yek jî roberz bû. gelek civînên piçûk çêbûn, 4 civînên mezin çêbûn; civînên piçûk li Amedê (carina li weqfê carina li baroyê), civînên mezin yek li gola hezarê, yek li wanê, yek li Mêrdînê, ya dawî jî li stenbolê pêk hat. di civînên piçûk de parêzer ji baroya amedê û mêrdînê, ez ji baroya şirnexê tevlî dibûn, sabîr ebdulahîzade ji rojhilatê Kurdistanê niha li wanê dijî wek pisporê hiqûqê tevlî dibû, mikaîl bilbil wek zimanzan tevlî dibû. di civînên mezin de ji bilî kesên di civînên piçûk de cih digirtin her wiha mehdî cehferzade ji rojhilatê Kurdistanê tevlî dibû, ji başûr parêzer û zimanzanên payebilind tevlî dibûn.

biryara her peyvê di encama nîqaşên dûvdirêj de derdiket, di civîna mezin de careka din nîqaşên mezin çêdibûn.

heta ji me hat me digot bila nêzîkî zimanê gel be, di nav xelkê de çi tê gotin em li pey peyvan diketin. her wiha yek ji prensîbên me nêzîkkirina zaravayên Kurdî bû, me pêşîyê dimeyzand soran ji bo têgihê çi dibêjin, paşî farisîya wê çi ye, paşî îngilîzî, paşî zimanên din.

ferheng ji du beşan pêk tê. beşa ewil kurdî - kurdî ye, têgih û pênaseya wê ya kurdî û di nav hevokekî de bikaranîna wê. beşa duyem têgih bi zimanên din çi ye ji me re dibêje, tirkî - kurdî - îngilîzî - farisî - erebî.

hêvî dikim xebatên bi vî awayî yên profesyonel ji bo Kurdîya dewam bikin. destê weqfê û baroya amedê û hemû hevalên ku ji wextê xwe fedakarî kirîn terr û sax be.

komxebata hiqûqê ji van kesan pêk hat:
Bahîz Omer Ehmed, Beyar Tahir Seîd, Bîlal Zîlan, Cemîl Çelîk, Ebdilah Casim Receb, Ebdilah Çager, Ebdilwehab Xalid Mûsa, Fexrî Karakoyunlu, Gevrîye Atli, Hekar Findî, Mehdî Caferzade, Mîkaîl Bilbil, Nasih Husên Silêman, Rênas Xendekî, Sabîr Ebdulahîzad, Sebah Reşîd Qadir, Selehedîn Elçî, Semîre Nergîz, Serdal Ogmen, Sezgîn Dînç, Veysel Vesek.



29.12.2019 19:49 | xendekî

2. niha li ser pirtukakurdi.com'ê tê firotin. hûn dikarin ji vê lînkê sparîş bikin: Here lînkê



29.12.2019 20:19 | xendekî

3. Sed carî pîroz be. Kedeke hêja, esereke lazim e.
Îşellah ez ê çendekan ji hevalên xwe re diyarî bikim.
Keda nivîskaran tevde pîroz be. Destxweş... Sihhetxweş.



29.12.2019 21:17 | gumgumok

4. xebatek dîrokî ye. ji ber ku li gor texmÎna min gelek têgih ji nû ve hatine afirandin.
belkî piştî 50 salan, weke dersa sala yekem a li fakûlteyên hûkûkê were xwendin.



30.12.2019 21:17 | brusk56

5. ji rûdawê mihemed emin demir bi mikaîl bilbil re hevpeyvînek li ser ferhenga têgihên hiqûqê çêkirîye, hûn dikarin gelek kitekitên li ser xebatê di vê hevpeyvînê de bibînin: Here lînkê


Mikaîl Bilbil: Ferhenga Kurdî ya Têgihên Hiqûqê dê bibe bingeheka baş ji bo xebatên akademîk

Mihemed Emin Demir

Li Amedê di 25ê Kanûnê de Ferhenga Têgihên Hiqûqê bi merasîmekê hat nasandin.

Ev xebat ji hêla Baroya Amedê û Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye kirin. Me jî li ser vê xebatê bi zimannas Dr Mîkaîl Bilbilî re hevpeyvînek kir ku yek ji edîtorên vê xebatê ye û koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê ye. Wî pirsên me yên derheqê vê xebatê de bersivand.

Di vê hevpeyvînê de Mikaîl Bilbil ragihand, ev ferheng bi xebateke 4 salan û ji aliyê akademîsyenên Kurd ên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê ve hatiye amadekirin.

Bilbil di vê baweriyê de ye, ku ev ferhneg dê bibe bingeheka baş ji bo xebatên akademîk ên nû.


Rûdaw: Hûn bi kurtahî dikarin behs bikin ku vê xebatê çawa dest pê kir?

Mîkaîl Bilbil: Dema ku gorbihişt Tahir Elçî serokê Baroya Diyarbekirê bû, ji bo çêkirina ferhengeka hiqûqê ya bi hevkarî, biryar hatibû dayîn. Piştî şehîdbûna wî, Baroya Diyarbekir û Weqfa Mezopotamyayê, xwedî li wê biryarê derketin dest bi amadekirinan kir. Wekî gava pêşî jî lijneyek hat avakirin ku hem ji pisporên ziman hem jî yên hiqûqê pêk dihat.

Dema em li lijneya amadekar dinêrin, em dibînin ku ji bîst kesan heşt kes ji Herêma Kurdistanê ne. Gelo tu dikarî hinekî behsa vê yekê bikî?

Bi rastî ezmûna Herêma Kurdistanê ji bo me gelekî giring e. Li wir gelek zanîngeh hene û pisporên hêja yên hiqûqê û ziman peyda dibin. Me jî xwest em ji zanîna wan sûdê wergirin. Loma jî me hem pisporên kurdiya kurmancî hem jî yên kurdiya Soranî dawet kirin. Hinek ji wan pisporên ziman bûn hinek jî yên hiqûqê bûn. Wekî mînak ji Zanîngeha Zaxoyê Ebdulwehab Xalid Mûsa; ji Zanîngeha Duhokê, Bahîz Omer Ehmed; ji Zanîngeha Raperînê, Sebah Reşîd Qadir profesorên ziman bûn. Beyar Tahir Seîd, Ebdullah Casim Receb, Nasih Husên Silêman û Hekar Findî jî dîsa ji Herêma Kurdistanê dihatin û gelekî feydeya wan çêbû. Bi bawerîya me, mirov çi xebateka akademîk bike, eger mirov ji tecribeya Herêmê sûd wernegire dê gelekî kêm bimîne. Mala wan ava be, eger ew nebûna dê ev xebat bi vî şiklî pêk nehata.

Baş e, bi kurtahî hûn dikarin behsa naverok û rêbaza çêkirina vê xebatê bikin?

Wekî hin dizanin çêkirina ferhengên têgihan karekî pir zehmet e. Ji bo zimanên wekî kurdî ku di sed salên borî da hat qedexekirin û geşedana wê derb xwar, ev kar hîn zehmettir e. Loma me biryar da ku pêşî em têgihên sereke yên hiqûqê çêbikin. Ew jî nêzî hezar têgihan bûn û ji têgihên sereke yên hiqûqa medenî, sizayî, giştî, karî, kargêrî û bazirganîyê pêk dihatin. Me di vê çeroweyê da dest bi komxebatan kir û piştî bîst û du komxebat û çar salan ev xebat bi dawî bû. Taybetîyeka vê ferhengê jî ew e ku pênaseyên têgihan û mînakan jî cih girtine. Herweha di ferhengê da ji bilî kurdî, me bergindên têgihan yên îngilîzî, erebî, farisî û tirkî jî dane.

Li gor bawerîya we dê ev ferheng bêtir bi kêrî çi bê?

Bi bawerîya min ev ferheng dê bibe bingeheka baş ku xebatên din li ser ava bibin. Herçend hezar têgih ne zêde ne, lê ji ber ku yên sereke ne bi hêsanî dikare bê firehkirin. Herweha di dadgehan da gelek caran problemên wergerê çê dibûn û gelek zehmetîyan rû didan û ev xebat dê ji bo vê yekê jî alîkar be.

Xebata we nêzî çar salan dewam kirîye. Xebatên weha demdirêj ne zehmet in gelo?

Bi rastî yek ji serkeftina vê xebatê jî ew e ku bi îstiqrar û bi rêk û pêk çar salan berdewam kiriye. Berî hertiştî ev xebateka kolektîf e û xebatên weha kolektîf di kurdan da kêm in. Bi xêra van xebatan kurd hînî çanda xebata kolektîf dibin. Xebatên kolektîf bê guman ji yên takekesî zehmettir in. Lê me fam kir ku dema samîmîyet û israr hebe, hemû zehmetî ji holê radibin. Hinek ji komxebatên me, sê-çar rojan dewam dikir ku gelek kesan dest ji karê xwe berdidan û dihatin. Lê wekî me got, dema samîmîyet û israr hebe kar gelekî hêsan dibe.



01.01.2020 00:41 | xendekî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhengakademik.org
» têgihên xelet yên ku kurd bi kar dihînin

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje hiquq pirtukweje hiquq pirtukweje hiquq kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî