Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
erich fried - tirşik
erich fried
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Helbestvan û wergêrê Austuriyayê.. Di 6ê Gulana sala 1921ê de, li Wiyanaya ku paytextê Austuriyayê ye, ji dê bavên Cihû ji dayîk bûye.

Di sala 1938an de, bavê wî ji hêla Naziyan (Gestapo) ve hatiye koştin, ew ji ber wan reviya û çû li Londonê bi cih bû.

Di sala 1944an de, dîwana xwe ya bi navê „Elmaniya „ bi zimanê elmanî çap kir û di sala 1945an de, dîwana bi navê Östreich yanî austuriya bi zimanê Elmanî weşand.



Di navbera salên 1952-1968an de di Radiyo ya bbcyê de kar kir û di wê navberê de, gelek helbest û pirtûk weşandin.



1958 Helbest

1963 Dewlemendiya Keviran

1964 Helbestên Hayedar



Di dema şerê Emerîka û Viyêtnamê de, wek rexnegirekî civakî xebata xwe berdewam kir û vê bûyerê kartêkirineke mezin li nivîsên wî kir.

Kartêkirina vê buyerê di çend berhemên wî yên wek mînak li jêrê hatine dayin de diyar in:



1966 Viyêtnam

1972 Danehev ( Azadî û dev vekin )

1973 Guh bide Israêlê „ ev pirtûk di sala 1983an de ferehtir kir“

1974 Jehirdij

Vê buyerê (şerê Viyêtnamê) bandora xwe li helbestên wî yên evîndariyê jî kiribûn, yên ko bi wan nav û dengê wî li tevaya Europa û Emerîkayê belav bûbûn.



1979 Helbestên Evîndariyê ( bi vê pirtûk a helbestî, nav û dengê wî belav bû)

1986 Gewrebûna Rizgarvan

1987 Li ber kenarê Jînê.



E.Fried, ne tenê helbest nivîsîne, belê wî çîrok û roman jî nivîsîne û wek wergêrekî çeleng û zîrek dihate pejirandin.



1960 Leşker û Keçik ( Roman )

1965 Zarok û ehmeqan didin hev (Çîrok)

1975 Gişt hemî Guman in (Çîrok) .



Erich Fried ji sala 1958an ve, rêbaza xwe ya taybet di nîvîsînê de bi dest xist.

Fried, ziman distireha û bêyî ko zimanê xwe zor û aloz bikiraya bi peyvan dilîst,. Wî bi zimanê hêsanî, zimanê rojane, nivîsên xwe ên pirdeng û pirwate radixistin ser kaxezê. Fried yek ji wan nivîskaran e, ko ji pend, metelok û peyvên bav û bapîran sûde wergirtine û ew bo bihêzkirina deqên xwe bi kar anîne û giyanê helbestên xwe û herweha ê xwênerên xwe jî vejandine û jîndar kirine.



Ji ber ku wî hewil dabû ew deq û toraya Ingilîzî ya bilind wergerandaya zimanê elmanî, ew di ware wergerandinê de jî bi nav û deng bûbû.

Fried, nivîs û berhemên Dylan Thomas, T.S. Eliot, Graham Green û Shakespeare, bi zimanekî bi hêz, resen û hevgirtî wergerandin.



1986 xelata Carl-von-Ossietzky a grûpa navnetwî a mafê mirovan wergirt.

1988 xelata Georg-Büchner wergirt.



Di roja 22.11.1988an de, li Baden-Baden derbasî xewa xwe ya ebedî bû, lê helbest û deqên wî di nav rewşenbîr û heztoriya zimanê elmanî de, cihekî taybet digirin.



19.09.2013 05:39 | endazer

2. şair û nivîskar û wegêrê austuriyayî ernst jandl li ser erich fried dibêje:



''Erich Fried zarokatî û tolaziya xwe mîna min, li Wiyanayê buhurandin.

Me bi vî bajarî bi tenê re tiştekî hevpişk hebû.

Lê wî çawa dîtibû çawa buhurandibû, ji min ve nediyar e!

Sala 1938an, temenê Erich 17 bû û ê min 13 bû, wî rev dabû ber çavên xwe û rev wek babet bo wî rêka xelasiyê bû, lê ez qet bi revê û derketinê neramiyabûm.



Cara yekem ko ez û Erich pêrgî hev bûn, sala 1952an bû, li Londonê, ew 31 salî bû û ez 27 salî bûm.

Ew û ez, di yek baweriyê de bûn, ko rewşa hunera helbestê li Awisturyayê ne baş bû, bi wateyeke din, gilî û gazindên me jê hebûn.

Em herdû hatibûn vexwendin, da em li ser rewşa helbestê ya Awisturyayê bipeyiviyana û me agahî bidana. Yê em bi hev dane naskirin Andreas Okopenko bû.



Ez salekê li Londonê mam, lê me hevdu pir nedidît, carnan ji nişka ve em pêrgî hev dibûn û me silav li ser piyan dida hev. Demeke dirêj pê ve çû, ta me bi cînavka TU gazî hev dikir.

(„Di zimanê elmanî de, cînavê Du= Tu, tenê di nav heval û hogirên nêzîk de bi kar tê û Sie= „cenabê we“ bo rêzgirtin û kesên hev nenasin e“)



Erich Fried, bi dengê xwe yê qebe û bihêz, rêya xwe ya pîroz bi mirovahiyê da pejirandin.

Dibêjin, ko di vehesîna wî ya ezelî de sê peyv, sê kar û sê zarave hogir û hevrêyên hev in:



Fried.

Azadî.

Evîn.



19.09.2013 05:43 | endazer

3. şair û nivîskar û wergêrê kurd tengezar marînî ji nav helbestên vî şairî 43 helbestên bijarte ji elmanî wergerandine kurmancî..



(bnr: dilê rastiyê)

(bnr: pirs)

(bnr: azadiya desthilatdariyê)

(bnr: pirs)

(bnr: axaftin)

(bnr: helbestxwendin)

(bnr: jêbir)

(bnr: dubare)

(bnr: tu dema evîndar î)

(bnr: dûrî)

(bnr: tu)

(bnr: xewneroj)

(bnr: demhijmêra spêdê)

(bnr: judith)

(bnr: awardar)

(bnr: jihevxistin)

(bnr: wekhevî)

(bnr: jîndar)

(bnr: bi salan re)

(bnr: hewldan)

(bnr: sê pirs)

(bnr: qedirgirtina toreyê)

(bnr: li dijî jibîrkirinê)

(bnr: kujer)

(bnr: labîrenta toreyê)

(bnr: rêzgirtin)

(bnr: li dijî keviravêtinê)

(bnr: reşbîn)

(bnr: keştiyeke nû an jî derûnekî nû)

(bnr: veşartin)

(bnr: sensor)

(bnr: tu)

(bnr: )

(bnr: xatirxwestin)

(bnr: tirs û guman)

(bnr: nabe)

(bnr: tiştê baş)

(bnr: dergeh)

(bnr: sê daxwaz)

(bnr: toz)

(bnr: li hizra min î)

(bnr: rêya dibistanê a kevin)

(bnr: berî ez bimirim)



19.09.2013 05:54 | endazer

4. ew wusa xuya dike ko li tirşikÊ imroj roja wÊ ye. hemÛ mijar dÊrbarÊ wÊ ne.



19.09.2013 08:32 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» erich fried
» friedrich schiller

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî