Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
nifşa z-yê ya kurdan - tirşik
nifşa z-yê ya kurdan

Navê mijarê ya ewil ev bû:nifşa z ya kurdan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nifşa zyê ew e ku kesên ku piştî sala 2000an hatine dinyayê...
ez dikarim bêjim tesîra polîtîkaya türkiyelileşme ya hdpyê bêtir li ser vê nifşê çêbû.
bi polîtîkaya türkiyelileşme, bandora xendekên pkkyê û ya sosyal medyayê ev nifşa dawî ya kurdan gelek apolîtîk bû. tevî her tiştî nifşa y'yê polîtîk bû lê mixabin êdî tu peywendîya kurdbûn û kurdistanîbûnê bi vê nifşê re nemaye. hama hebe tune be sosyal medya, navdarên tirk, mûzîkên genî yên tirkan, fîlmên genî ya tirkan, tevgerên eyretî yên bêno, futbol hwd...
di dema me de yanî ji vir deh sal berê jî di rihê ciwanên kurd de bi pirranî hesasiyeta civatî hebû, ne di sedî de sed be jî bi pirranî di rojeva wan de geşedan û bûyerên siyasî hebûn.
eger di civatên azad de siyaset û bûyerên civakî bibe mijara navendî ya gêncan nexwe ew civat civateke seqet e
lê di civatên bindest de eger mijara gêncan, rojeva serdestên wan be hingê ew civateke seqet e, asîmîlebûyî û koledar e.
hîç hêviyên min ji vê nifşê tune ye



06.01.2020 14:40 | ferhenga şikestî

2. Yek j'wan birazîkê min e.
Di sermaseya telefona wî de wêneyê Atatürk, û nizane hevokeke kurdî bi ber hev de bênê.
Yakî dî xwendekarê zanîngehê jî, muzîka telefona wî Îzmîr 10. Yil marşi ye.
Aha rewşa gelekan ji wan ev e. Bi teybetî yên di metrepolan de dijîn.



06.01.2020 23:18 ~2020.01.08 02:43 | gumgumok

3. Nifşa ku kurdîyê wek zimanekî bêkêr dibîne ye. Min li kurmamê xwe şîretan dikirin ku li ser zimên bisekine û çiqas dikare bi kurdî biaxife lê di dawîya axaftinê da got "wê kurdî kêrê çi bê ?". Ev yek ji zêde li înternetê di malper û blog û kom û rûpelên tirkan ên qaşo li ser zanist û çandê disekinin da mijûlbûnê têtin.



07.01.2020 00:07 ~2020.01.08 12:01 | xelîl

4. Nifşa ku xetereyek pir mezin de ye. Piranîya vê nifşê kurdî nizane û ya jê xirabtir jî nezanînê ji xwe re nake kul û derd. Mîna ozurlüyane serê xwe ji bilî tora civakî û sefahatan tiştek bi kêr re naêşîne. Ne edetên berê ne hişmendîya kurdîtîya berê nemaye. Temam nifşa y jî pir ehlî keyf bu, carna pir bipirsgirêk bun lê tu car fikra kurdayetî kêm nedibu ji axaftin û sohbetan.



07.01.2020 10:43 | azad30

5. Ew nifşa kû mixabin ez jî têdeme lê belê wan gotinê kû li jor hatine nivîsîn yek jî di minde nemevcut e . Belê hingî li ser ziman û azadîya Kûrd difikirim ez nikarim li waneyên xwe bixebitim .
Raste ev nifş ji Kûrdayetîyê gelkî durketîye û serkeftinên dagirkeran yê werzîşê, leşkerî,zanistîyê weke serkeftinên xwe dibînîn û ji dagirkeran bêhtir kêfxweş dibin



07.01.2020 12:30 | tîrêj zana 21

6. divê xema herî mezin ya rêxistinên kurdî bin lê mixabin ne xema tu kesî ne ji xeynî hindikayîyek biçûk. bi taybetî li tirkiyê êdî zêde ne pêkan e ku mirov bi çekan parîyek din jî ji mafên xwe bistîne. lê bi derfetên vê roja ku mhp serdest e jî, gelek tişt hene ku mirov dikare ji bo rizgarîya vî zimanî û vê nifşê bike. lê mixabin hê jî em her tiştî girêdayî serkeftina leşkerî dibînin.
herkes vê yekê ji bîr dike: di eslê xwe de hemû şer tenê û tenê ji bi zimanê kurdî ye. ji ber ku tenê ew e ku ya me û tirkan ji hev vediqetîne. ne dîn, ne bawerî û ne jî îdeolojîya me ne cûda ye. tenê zimanê me cûda ye û tenê ji ber vê yekê em bindest in. lê niha me vê ji bîr kiriye. me sedema şerê xwe ji bîr kiriye û meselê kiriye doza xwîndariyê.

belkî heta niha tu nifşek din bi rêjeyek evqas zêde deng nedabe partîyên kurdan lê piştî ku vê nifşê xwe zimanê xwe wenda kir...?
(bnr: serkeftina pîrus)



07.01.2020 23:03 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» nifşa z-yê ya kurdan
» kurdane

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî