Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 46 peyam
rastnivîsa kurdî - tirşik
rastnivîsa kurdî

Navê mijarê ya ewil ev bû:rastnivîsa kûrdî
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Di zimanê Kûrdî de

#Tîpa (î) berya (y) nayê nivîsîn
Mînak: jîyan x ........ jiyan +
Hêşyarî: heke (y ) ji peyvê cuda hatibe nivîsîn gûherîn çênabe

#Tîpa (f) bikeve nava dû heb dengdêra bi (v) yê digûhere
Mînak: axaftin = biaxi(v)e

#Di peyvekê de piştî tîpa (ê ) tîpa (y ) were
(ê) dibe (i)
Mînak:dê = diya min , rê= riya me

#di navbera (s)-(p) tîpa (i) nakevê
Mînak: spor(werzîş),spas,spî

#di navbera (s)-(t) tîpa (i) nakevê
Mînak: stran, stêrk

#piştî tîpa (h) yê (î),(o) bikarnayê. (Î) dibe (i)
(O)dibe (u)
Mînak:cîh x..... cih +, gohdar x... guhdar +

# Dû dengdêrên heman werin cem hev yek ji wan nayê nivîsandin
Mînak:xort+tir...... xortir
Rast+tir........ rastir

ÇAVKANÎ:malpereke beredayî ya li ser facebookê



10.01.2020 13:57 ~14:00 | tîrêj zana 21

2. rastnivîsa kurdî ji aliyê komxebata nizanim çiyê ve tê edimkirin û binpêkirin. lê niha ew ne xema min in lê pirsgirêka jêr heman carê (helbet!) ji aliyê wan ve jî li dijî kurmancî hatiye "çareserkirin" (bareserkirin peyveke çêtir e!)

(bnr: q)
(bnr: dengê q)

Gelek rastnivîserên kurdî bela xwe didin dengê q-yê. xususî peyvên ji zimanên ewrûpî derbasî kurdî bûne, heke tê de k hebe -xaseten li pêşî- vediguhere q-ya kurdî. di dengnasiya kurmanciyê de dengê k yê bêjeyên biyanî gava di kîteyekê de be û dengdêreke paşdevî (wek ) li ber an li pey bê, wek q tê gotin. *
(peyvên ewil avayên rastnivîsa tirkî ne)
kantîn - qantîn
kafe - qafe
akademî - aqademî
kaptan - qaptan
karyola - qeryole
kalorifer - qalorîfer
kamyon - qamyon

yên ji tirkî ketine kurdî:
”qazan (ji tirkî ”kazan”), qazanc/qezenc (< kazanç), qere- (qereqol (< karakol), qonax/qûnax (< konak), qurm (< kurum), qeytan (< kaytan), qalind (< kalın), quzilqurt (< kızıl kurt), qûm (< kum)…”

niha ya ez jê fêm nakim, gelo di kîjan herêma devkurmancî van peyvan wekî k bi kar tînin? belkî behdînî. ku ev jî bi têsîra soranî ye. (lê nayê bîra min kê gotibû) çima van rastnivîserên me hewlê didin ku eslê wan biparêzin an jî xwe dişibînin wan? ka zimanê me çawa dihat nivîsîn û wiha dihat xwendin?

nebe ku xwekêmdîtina xwe?

malûm e, fîlm û rêzefîlmên tirkan dema bixwazin tîpek kurd ava bikin, dengên q û x dirjînin nav tirkiya wê tîpê ku bê zanîn, ew kesek kurd e. piranî ew nezan, qebe, êrîşkar û nexwende ne. her wiha bi ya min dengê q maneyekê wiha hewandiye. îşareta kurdbûnê ye.

nebe, gelo rastnivîserên me xwe biçûk dibînin û ji kurdbûna wiha direvin û di revên xwe de q-ya şêrîn qûrban dikin? (di eyvên esilkurdî de q pir peyde nabe*, lê di wergirtinan de rolekî ber bi çav dilîze. dîsa jî ew delala min e)

dibe ku ev texmîneke tije xelet be, ji xwe çavkanî qûna min e. Lê kesek heye vê meselê ji min re vebêje, ez ê kêfxweş bim.

bi xatirê xwedê navê sernivîsê serast bikin, îja ev çi kumik li ser peyva kurdî ye! asdfghjkl



12.04.2020 13:57 ~17:02 | biruya hayao miyazaki

3. brêz miyazakî gava te tespîtekê kir ji kerema xwe baş bikolîne ;

gotina kurt ji zimanê gelê xezarî keti ye zimanê tirkî ..
bi tirkî gur börü/bo'ri

gur/gurk/gurt/kurt van gotina tev peyvê îranî ye .

gotina konak ji kurmancî ketî ye tirkî
kon + ax konê ji axê ango xanî
anha tu yê bêjî konmak lê gotina kon li cem farisa jî heye û kokturka vê peyva ji farisa vegirtî ye .

Gotina kum ji mongolî tê ; kumak



12.04.2020 14:15 | shwinsherm

4. ji bo edeten pênaseyeke derewçî bikim:

sernivîsa ku tê de kul û derd û pirsgirêk û nîqaşên ser rastnivîsînê hene. hema nebû armanca bilind û formatîk* ev e.

û niha xwediyê vê peyama dijminê formatê: rastnivîsa kurdî/120032.
ev diyariyên min ji bo te ne:
(bnr: formata tirşikê)
(bnr: nivîskarên serûbinê formatê li bin guhê hev dixin)

di peyama pêşîn de min qala tercîhên "şaş" ên rastnivîserên me kirine derheqê deng û herfa q-yê û min derd û kulên xwe gotine. Difikirim, lê dinêrim û jê dernakevim: gelo niha çi xêra wê peyama te ya vala bi meseleya min re heye? yanî, wele ez ê fedî bikim, heke rabim bersiveke wiha boş bidim keseke ku derdê wî tiştekî din e.

Aliyê din: li jor 16 e mînak hene. min gotiye meseleya k-kirina q-yê di nivîsandina peyvên ewrûpî de derdikeve û berevajiya wê yên tirkî wekî q li kar in.

Lê tu rabûyî bêyî hedê xwe, gotiye baş "bikolîne". law, birê min, tu berê baş bixwîne, baş fêm bike ka mêrik li peyamê qala çi kiriye û piştre heke agahiyeke te hebe rabe bibêje. Rabûyî, te terrîkên konak û kurt girtiye û rehek çirrandiye. Lê dipirsim, çi bandora wê li ser meseleyê heye? de haydê ew xelet bin (dê zarok bikenin) mînakên din?

niha naxwazim li ser wan etîmolojiyên çirrandî bipyeivim ku navenda meseleyê bihejînim lê ez vê dizanim: herkes nikare bibe rehnas lê belê her kurd xwe wekî rehnas dihesibîne. çima? ji ber ku kurdî dizane. xêra xwedê. îja kon-ax asdfgh xwedê ji te razî be. *

(bnr: perde)



12.04.2020 17:00 ~17:02 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» rastnivîsa lêkerên hevedudanî
» kurdîstan tu wate ye

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî