Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
tîrêj zana 21 - tirşik
tîrêj zana 21

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirêj zana 21
(45) (3) (2)
di mijarê de bigere

1. bawer im shorbevanê nû yê tirşikê ev camêr e * ji bo peyamên wî bigihîjin sedî hema çi tê li ber dilê wî, bêyî guh bide rê û rêzikên rastnivîsê û qaîdeyên ferhengê; dinivîse, direşîne.
bêmalê kako:



10.01.2020 22:56 | xeyda

2. Tirşikvanê kû sernivîsa li der heqê wî çewt hatîye nivîsarê



10.01.2020 22:59 | tîrêj zana 21

3. Hevalê ku ji bo bendava 100 î derbas bike bi lez û bez dinîvîse. Baş dike xwedê hêz û qawetê bide.



10.01.2020 23:01 | azad30

4. Tirşikvanê ku bikaranîna herfên “u, û” tevlîkev dike ye. *
Lê camêr wan rojan bi eşq û evîn dinivîse. her hebe, hêvî berdewam be.



10.01.2020 23:37 | kajav

5. bi xêr hatîye. pêşketin bi xwendin û nivîsandinê pêk tê, dema me jî dest bi tirşikê kirî me jî baş ji qaîdeyên tirşikê fêm nedikir, lê me pêşîyê formata tirşikê xwend, paşî guh da hişyarîyên hevalên din, wilê wilê heta em gihane îro.

ji bo wê ez ê ji vir ji bo hevalên nû destpê kirî binivîsim, divê hûn guh bidin van tiştan:
- divê hûn teqez formata tirşikê bixwînin, herin mijarê û peyama ewil baş bixwînin, hemû qaîde û prensîbên tirşikê tê de hatine nivîsandin.
- divê hûn binêrin ka hevalên din çawa mijara vedikin, çawa dinivîsin, qet nebe navê mijarê û destpêka peyamê.
- divê mirov ji hev alîkarîyê bixwaze.

silavên ji dil bo hevalên nû, heke ew nebin wê tirşik xwe nû neke, av û robarên nû tevlî me nebin em ê heta derekî herin piştî wê em ê biçikin, ji ber wê divê em xwîna nû qewîn bikin.



11.01.2020 10:14 | xendekî

6. bi xêr hatîye tirşikê.
xuya ye potansîyel û daxwaza wî heye. me bi hezaran caran shorbevan hişyar kiribû lê ne kurdîya xwe rast kir ne jî dev ji trollîyê berda.
lê wê tîrêj zana bibe nivîskarek nestêle înşelleh.



11.01.2020 11:02 | simurg56

7. Camêrê ku bi vê peyamê dê bigihêje peyama xwe ya sedî
Mijarên sîyasî bila li benda min bin



11.01.2020 22:20 ~22:33 | tîrêj zana 21

8. (Bixêr hatîye) Ew tirşikvan e ku çend roj e dixebite ku xwe bigihîne sed peyaman da ku mijarên siyasî yên nuwaze yên tirşikê bi têr bixwîne. qey haya wî ji hezar peyaman tuneye. tirşikvanên ku hezar peyaman nivîsîne, ji vir rasterast derbasî parlamentoyê dibin.

hişyarî: û moderator xêra xwe vê "navê mijarê ya ewil ev bû" ji wir rakin. neheqî li ser navê nivîskarê ye.



14.01.2020 22:55 ~23:05 | mirovekirind

9. biborînîn lê gû xwistîye nav tirşikê de haşa hizûra cimaetê!
li hemû sernivîsan de şîroveyek nivîsîye. êdî mirov dibêje "bes e!"

her çiqas ez bixwe jî di vir de nû bim, min "îrîte" dike, bila li qusûra min nenêre.



15.01.2020 02:59 ~03:16 | lehî baranyan

10. Hevalê ku tuşî xezeba @lehî baranyan hatîye. Lê divê dilê xwe nehêle formata tirşîkê aşkera ye kes nikare kesî bi nezanîyê tewanbar bike.



15.01.2020 16:25 | azad30

11. Min kes bi nezanînê tewanbar nekirîye, tenê ez şîroveyên wî zêde dibînim û min li ser vê yekê ev nivîsî. min heqaretek jî nekirîye.

Ez naxwazim bibim sedema kesekî/ê ku dev ji nivîsandina kurdî ya tirşikê berde, min henek û rastîya dilê xwe derbas dibe got. lê dîyar e dilê tîrêj zana 21 maye û tirşikê bi çûyîna xwe tehdît dike.



15.01.2020 22:42 ~2020.02.03 09:39 | lehî baranyan

12. divê xwe ji bo tiştên biçûk nexeyidîne. ya rast dikare bixeyîdine, lê ne ji tirşikê. eger bixwaze dikare ji gelek nivîskaran aciz bibe û peyamên wan jî nexwîne lê belê çûna ji tirşikê, ne karê aqil e.

ez qaşo avakarê tirşikê me û moderator im lê gelek peyam hene ku ez jî gelek pê aciz im û gelek peyam jî hene ku rexneyên giran li min jî hatine kirin lê tu nivîskar nikare bêje ji ber vê yekê tenê yek peyamên wan jî hatine jêbirin. ji ber ku tirşik ne li gorî keyfa min lê bi rastî jî li gorî pîvanên objektîf û moderatorên cûrbecûr ve tê birêvebirin. lijneya moderatoran, di meseleyên wisa de bi hev re dişêwire û biryaran distîne.

ger em werin meselê, di peyamê de heqaret tune. gû xistin nav karekî an jî gû belavkirin vs. ne biwêjên kubar in lê ne heqaret in jî.
welhasil, divê motîvasyona nivîskaran parvekirin be û nivîsandina peyamên wisa be ku di pêşerojê de bikare ji xelkê re (heta ji zarokên xwe re) bibe çavkanî an jî qet nebe hêjayî xwendinê be. ji bilî vê, eger di navbera nivîskaran de xweşî, hevaltî vs. hebe pir baş e, nebe jî bi keyfa xwe ne.



16.01.2020 20:52 | simurg56

13. tirşikvanê ku peyama xwe yê li vîr pir xêvokî ye: evina erdogan û merkel/116930
tirşik whatsapp ninû.
nivîskarên me gava peyamek dinivisîn dive li ser wê piçek bifikirin dû re binivisin.
wek dî ew qalîteya tirşikê xirab dike.
û heye ku heqaretên siyasî zerarê jî bide tirşikê.



31.01.2020 09:58 | cinorek

14. nivîskarê ku bi xêr hatiye. belkî xêrhatinek dereng e lê ez jî zû de ye ji tirşikê dûr ketibûm encax ji hatina wî haydar bûm.

min peyamên di bin sernîvîsa wî de xwendin, xûya ye têra xwe serpêhatiyan jî jiya ye *

xûya ye nivîskarek jêhatî ye, gelek peyaman nivîsandiye û hê jî dinivîse. pêwîstiya me jî bi peyam û mijaran heye. ev yek armanca tirşikê ye ji xwe. hingî mirov haj naveroka peyaman jî hebe, ew qas baştir dibe.

li tirşikê, aniha belkî gelek nivîskarê aktîf tune ne, lê di paşerojê de jî gelek nivîskar hebûn ku mirov ji xwendina peyamên wan keyfê distand. him naveroka wan têr û tijî bûn him jî şêweya nivîsandina wan gelek xweş bûn. em gelek tişt ji wan fêr bûn.

bi baweriya min ev nivîskar jî wê bibe yek ji nivîskarên wisa.

dîsa bi xêr hatiye. hêvîdar im mayînde be.



03.02.2020 00:28 | brusk56

15. Camêrê di sala 2020 an de ji sedî 17.5 ê peyama wî nivîsandîye û ji sedî 23.3 yê mijara wî vekirîye
Ji ber vê yekê tirşikvanê ku di tirşikê de xwe bi tenê hês dike ye

(bnr: matematîka devlet bahçeli)



03.02.2020 01:33 ~01:34 | tîrêj zana 21

16. çend roj berî lehî baranyan gotibû gû xwistîye nav tirşikê de lÊ herkes dilê xwe bi gotina lehî tirş kir lê ev çend roj e dibînim ku lehî kêm jî gotiye. bi rastî jî gû xistiye û bi ser de jî bi mîza xwe lewitandiye...
hem mijaran li derî formatê vedike, hem jî gelek caran bi şêwazeke kirêt dinivîse.
ez nabêjim bila nenivîse li her platforman tora medayay civakî kesên wek wî hene, hebûna wan ne kêrhatî ye nebûna wan ne kêmasî ye hew.



03.02.2020 11:44 | ferhenga şikestî

17. Bixêr hatîye , mîjarên ku vedikin gelek balkêş in.
Dibe ku ligor formatê venake lê hisyarkirina nerm heye yekjî hisyarkirina hisk heye, divê bi hisyarkirineke nerm bê gotin



03.02.2020 12:02 | brzn

18. Hebûna wî bi xêr e. Çendî xeletî û şaşî hebe kî jîr û zîrek e. Înşelah wê pir xêra wî çêbe tirşîk ê re.



03.02.2020 12:05 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tîrêj zana 21
» zanayên nezan

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî