Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tîrêj zana 21 - tirşik
tîrêj zana 21

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirêj zana 21
(45) (3) (2)
di mijarê de bigere

1. bawer im shorbevanê nû yê tirşikê ev camêr e * ji bo peyamên wî bigihîjin sedî hema çi tê li ber dilê wî, bêyî guh bide rê û rêzikên rastnivîsê û qaîdeyên ferhengê; dinivîse, direşîne.
bêmalê kako:



10.01.2020 22:56 | xeyda

2. Tirşikvanê kû sernivîsa li der heqê wî çewt hatîye nivîsarê



10.01.2020 22:59 | tîrêj zana 21

3. Hevalê ku ji bo bendava 100 î derbas bike bi lez û bez dinîvîse. Baş dike xwedê hêz û qawetê bide.



10.01.2020 23:01 | azad30

4. Tirşikvanê ku bikaranîna herfên “u, û” tevlîkev dike ye. *
Lê camêr wan rojan bi eşq û evîn dinivîse. her hebe, hêvî berdewam be.



10.01.2020 23:37 | kajav

6. bi xêr hatîye. pêşketin bi xwendin û nivîsandinê pêk tê, dema me jî dest bi tirşikê kirî me jî baş ji qaîdeyên tirşikê fêm nedikir, lê me pêşîyê formata tirşikê xwend, paşî guh da hişyarîyên hevalên din, wilê wilê heta em gihane îro.

ji bo wê ez ê ji vir ji bo hevalên nû destpê kirî binivîsim, divê hûn guh bidin van tiştan:
- divê hûn teqez formata tirşikê bixwînin, herin mijarê û peyama ewil baş bixwînin, hemû qaîde û prensîbên tirşikê tê de hatine nivîsandin.
- divê hûn binêrin ka hevalên din çawa mijara vedikin, çawa dinivîsin, qet nebe navê mijarê û destpêka peyamê.
- divê mirov ji hev alîkarîyê bixwaze.

silavên ji dil bo hevalên nû, heke ew nebin wê tirşik xwe nû neke, av û robarên nû tevlî me nebin em ê heta derekî herin piştî wê em ê biçikin, ji ber wê divê em xwîna nû qewîn bikin.



11.01.2020 10:14 | xendekî

7. bi xêr hatîye tirşikê.
xuya ye potansîyel û daxwaza wî heye. me bi hezaran caran shorbevan hişyar kiribû lê ne kurdîya xwe rast kir ne jî dev ji trollîyê berda.
lê wê tîrêj zana bibe nivîskarek nestêle înşelleh.



11.01.2020 11:02 | simurg56

8. Camêrê ku bi vê peyamê dê bigihêje peyama xwe ya sedî
Mijarên sîyasî bila li benda min bin



11.01.2020 22:20 ~22:33 | tîrêj zana 21

9. (Bixêr hatîye) Ew tirşikvan e ku çend roj e dixebite ku xwe bigihîne sed peyaman da ku mijarên siyasî yên nuwaze yên tirşikê bi têr bixwîne. qey haya wî ji hezar peyaman tuneye. tirşikvanên ku hezar peyaman nivîsîne, ji vir rasterast derbasî parlamentoyê dibin.

hişyarî: û moderator xêra xwe vê "navê mijarê ya ewil ev bû" ji wir rakin. neheqî li ser navê nivîskarê ye.



14.01.2020 22:55 ~23:05 | mirovekirind

10. biborînîn lê gû xwistîye nav tirşikê de haşa hizûra cimaetê!
li hemû sernivîsan de şîroveyek nivîsîye. êdî mirov dibêje "bes e!"

her çiqas ez bixwe jî di vir de nû bim, min "îrîte" dike, bila li qusûra min nenêre.



15.01.2020 02:59 ~03:16 | lehî baranyan

12. Hevalê ku tuşî xezeba @lehî baranyan hatîye. Lê divê dilê xwe nehêle formata tirşîkê aşkera ye kes nikare kesî bi nezanîyê tewanbar bike.



15.01.2020 16:25 | azad30

13. Min kes bi nezanînê tewanbar nekirîye, tenê ez şîroveyên wî zêde dibînim û min li ser vê yekê ev nivîsî. min heqaretek jî nekirîye.

Ez naxwazim bibim sedema kesekî/ê ku dev ji nivîsandina kurdî ya tirşikê berde, min henek û rastîya dilê xwe derbas dibe got. lê dîyar e dilê tîrêj zana 21 maye û tirşikê bi çûyîna xwe tehdît dike.



15.01.2020 22:42 ~2020.02.03 09:39 | lehî baranyan

14. divê xwe ji bo tiştên biçûk nexeyidîne. ya rast dikare bixeyîdine, lê ne ji tirşikê. eger bixwaze dikare ji gelek nivîskaran aciz bibe û peyamên wan jî nexwîne lê belê çûna ji tirşikê, ne karê aqil e.

ez qaşo avakarê tirşikê me û moderator im lê gelek peyam hene ku ez jî gelek pê aciz im û gelek peyam jî hene ku rexneyên giran li min jî hatine kirin lê tu nivîskar nikare bêje ji ber vê yekê tenê yek peyamên wan jî hatine jêbirin. ji ber ku tirşik ne li gorî keyfa min lê bi rastî jî li gorî pîvanên objektîf û moderatorên cûrbecûr ve tê birêvebirin. lijneya moderatoran, di meseleyên wisa de bi hev re dişêwire û biryaran distîne.

ger em werin meselê, di peyamê de heqaret tune. gû xistin nav karekî an jî gû belavkirin vs. ne biwêjên kubar in lê ne heqaret in jî.
welhasil, divê motîvasyona nivîskaran parvekirin be û nivîsandina peyamên wisa be ku di pêşerojê de bikare ji xelkê re (heta ji zarokên xwe re) bibe çavkanî an jî qet nebe hêjayî xwendinê be. ji bilî vê, eger di navbera nivîskaran de xweşî, hevaltî vs. hebe pir baş e, nebe jî bi keyfa xwe ne.



16.01.2020 20:52 | simurg56

15. tirşikvanê ku peyama xwe yê li vîr pir xêvokî ye: evina erdogan û merkel/116930
tirşik whatsapp ninû.
nivîskarên me gava peyamek dinivisîn dive li ser wê piçek bifikirin dû re binivisin.
wek dî ew qalîteya tirşikê xirab dike.
û heye ku heqaretên siyasî zerarê jî bide tirşikê.



31.01.2020 09:58 | cinorek

16. nivîskarê ku bi xêr hatiye. belkî xêrhatinek dereng e lê ez jî zû de ye ji tirşikê dûr ketibûm encax ji hatina wî haydar bûm.

min peyamên di bin sernîvîsa wî de xwendin, xûya ye têra xwe serpêhatiyan jî jiya ye *

xûya ye nivîskarek jêhatî ye, gelek peyaman nivîsandiye û hê jî dinivîse. pêwîstiya me jî bi peyam û mijaran heye. ev yek armanca tirşikê ye ji xwe. hingî mirov haj naveroka peyaman jî hebe, ew qas baştir dibe.

li tirşikê, aniha belkî gelek nivîskarê aktîf tune ne, lê di paşerojê de jî gelek nivîskar hebûn ku mirov ji xwendina peyamên wan keyfê distand. him naveroka wan têr û tijî bûn him jî şêweya nivîsandina wan gelek xweş bûn. em gelek tişt ji wan fêr bûn.

bi baweriya min ev nivîskar jî wê bibe yek ji nivîskarên wisa.

dîsa bi xêr hatiye. hêvîdar im mayînde be.



03.02.2020 00:28 | brusk56

17. Camêrê di sala 2020 an de ji sedî 17.5 ê peyama wî nivîsandîye û ji sedî 23.3 yê mijara wî vekirîye
Ji ber vê yekê tirşikvanê ku di tirşikê de xwe bi tenê hês dike ye

(bnr: matematîka devlet bahçeli)



03.02.2020 01:33 ~01:34 | tîrêj zana 21

18. çend roj berî lehî baranyan gotibû gû xwistîye nav tirşikê de lÊ herkes dilê xwe bi gotina lehî tirş kir lê ev çend roj e dibînim ku lehî kêm jî gotiye. bi rastî jî gû xistiye û bi ser de jî bi mîza xwe lewitandiye...
hem mijaran li derî formatê vedike, hem jî gelek caran bi şêwazeke kirêt dinivîse.
ez nabêjim bila nenivîse li her platforman tora medayay civakî kesên wek wî hene, hebûna wan ne kêrhatî ye nebûna wan ne kêmasî ye hew.



03.02.2020 11:44 | ferhenga şikestî

19. Bixêr hatîye , mîjarên ku vedikin gelek balkêş in.
Dibe ku ligor formatê venake lê hisyarkirina nerm heye yekjî hisyarkirina hisk heye, divê bi hisyarkirineke nerm bê gotin



03.02.2020 12:02 | brzn

20. Hebûna wî bi xêr e. Çendî xeletî û şaşî hebe kî jîr û zîrek e. Înşelah wê pir xêra wî çêbe tirşîk ê re.



03.02.2020 12:05 | azad30

21. carekî din bi xêr hatîye. kêmasîyên her kesî hene. Lê mirov bi fêrî xeletîyên xwe dikare rast bike. baş dinivîse ji her tiştî bêtir ji dil dixwaze binivîse. her hebe mayînde be.



03.02.2020 16:05 ~16:05 | kajav

22. min vî kesî blok kir. zêde agresîf dinivîse û tevdigere, ne hewce ye meriv di binê her mijarê de fikrên xwe yên bêfêde eyan bike.



06.02.2020 14:43 ~14:46 | tizbîkêş

23. Nivîskarê dema dawî de rexneyê giran lê tê kirin
Ez fêm nakim gelo min çi şaşî kiriye,heke nivîsên min derî formatê bin dê hevalê moderator jê bibin ji xwe,heke naveroka nivîsa vale be bêjin filan nivîs beredayîye û te belheq nivîsîye bêyî moderatoran ezê jê bibim,
Ev xopana tirşikê niza tema wê divê çawa be hama kî radibe divê tema tirşikê çû!
Temam aferîn hûn rexneya dikin lê ez ji we fen nakim,hûn pir gelemperî daxivin heya rasterast mijarekê ango nivîsekê nîşan nekin ez nizanim hûn behsa çi dikin
Ez bi temamî li ser hişmendîya "tirşik ansîklopedîya kurdîye" dinivîsim ,ji ber wê jî divê her mijar di tirşikê de hebe ku yek hate tirşikê destvala venegere,

Wer hasil min fem nekir di rexneyê xwe de hûn dixwazin bêjin çê ,lê ezê hefteyekî navbirî bidim nivîsên xwe ,formata ku min çend cara xwendibû ezê çend carên din jî bixwînim
Rexne û rastkirinê we yê wek min li jor got hebin jî ezê rast bikim
De hadê bi xatirê we bi hêvîya ew rexneker tirşikê bit`em,heşîn û vejîn bikin!



09.02.2020 15:31 | tîrêj zana 21

24. Nivîskarek e, baş e.Jixwe kesê ku bizanibe kurdî binivîse , li gor min dikare bi formata tirşikê tiştan jî binivîse.kes hene ,dixwazin her tişt bi dilê wan be.Bê xetere û raste rast li gor format.Kes hene nû destpê kirine û her diçe xwe baştir dikin.Kes jî hene du peyva dinvîsin û (bnr) dikin û xwe didin kêlek.Hin kes jî dil û can hewl didin tiştek bikin bo tirşikê.Belê kes e yek ji wan jî tîrêj zana 21

Bi min kêmasîyek wî tune dîsa jî dikare tiştên jêr , çav lê bigerîne;

Yekem: bnr, vbnr ,lînk , wêne , vîdyo bikar bîne dê baştir be.

Duyem: Divê nivîsê xwe dirêj bike bê xêzabin yanî derbasê xêza binî nebe.

Sêyem: Divê ewilî pênaseya/raveya hevoka xwe baştir bike.

(bnr: formata tirşikê)
(bnr: bnr)
(bnr: vbnr)
(bnr: lînk)
(bnr: stûr)
(bnr: stêr)
(bnr: wêne)



09.02.2020 16:06 | brzn

25. ez bawer im guh dayiye rexneyan, ji loma her ku diçe baştir dinivîse, mijarên balkêş vedike û mijaran jî li gor rêzikên formatê dadigire, ez wî pîroz dikim. her mayînde û çalak be, serkeftin!



17.02.2020 09:41 | ferhenga şikestî

26. nivîskarekî hêja ye.

di van dawîyê da yek ji herî çalak nivîskarên tirşikê ye. pirsgirêka peyamên wî yên berê, wek pirsgirêka formatê (formata tirşikê), pirsgirêka rastnivîsînê filan hema bibêje pê ra nemaye.

piştî ewqas rexne û hişyarîyên li ser wî hatibûn kirin (ev jî yê min bû îtîrafên tirşikvanan/117300), êdî di nav tirşikvanan da dibiriqe wekî tirşikvanekî bijarte. peyamên wî rehet tê xwendin, balkêş û herikbar in. naverok jî jixwe ne hewce ye bêjim, bi têra xwe baş e. dikaribû moderator jî bibûya. bravo! çepikekî xurt jê ra.

xuyên wî ku bala min kişand, devê wî ne pîs e, tiştên xerab ji kesê ra nabêje. ewqas gotinên giran û rexneyan lê hat, dev ji giranîya xwe berneda, li ber xwe da û ji heqê rexneyan hat.

wekî din, çend peyamên wî yên hişk û tûj hebûn, min kir nekir, min nedît ku li vir parve bikim. yek ji wan derbarê xelaskirina zaravaya soranî da bû wekî bi zorî. li gorî fikir û mijaran mirov dîsa dikare rexne li hev bike.



30.04.2020 14:57 ~15:17 | mirovekirind

27. kengî ez mijareke balkeş li ser rojeva tirşikê dibinîm, berî ez ye kû mijar vekiriyê ez meyzênim, ez dibê teqez ev tîrêj zana 21 e *
û xwedîyê mijarê ew derdikevê *



09.05.2020 17:53 | merwano

28. tirşikvanê di derbarê formata tişikê da bi aliyê 12 nivîskaran va bi awayekî zexim hatiye hişyar kirin û aliyê çend kesan va jî hatiye asteng kirin. ( ger hûn Peyamên jorê yên di derbarê wî da bixûnin hûn ê bibînin ku ez çi dibêjim û çi dirêjim.)

û di ser da jî bê delîl tespît û bê şahid û sibût rabûye gotiye mijarên hozan serhadê tirşikvan ne li gorî formatê ne, nizam naveroka wana çawa ye filan mêvan.

peyama wî ev e:
bûtîmar/123835

Eger ku derdekî wî bi mijarên min re hebe dikare ji min ra peyam bişîne em mîna du însanên kamil xeberdin û çareser bikin. Lê wisa hêsan nîn e ku meriv heriyê bavêje yekî û huş be.

werhasil divê yan ji min lêborîn bixwaze û îsbat bike û nîşan bide ku kîjan peyamên min li dijî formatê ne û naveroka wana xelet e. Yan jî bila lêborîna xu bixaze û li karê xwe binhêre.



21.05.2020 17:42 | bûtîmar

29. nivîskarek zîrek e. hewldanên wî bo vê ferhengê girîng in. mijarên hêjayî xwendinê, axaftinê vedike.

bawer dikim li ser vê peyamê xortê kurdê serhedê yê gay ê dînê xwe guhertîye xirîstiyaniyê/123830 hozan serhad rexne kirye. bi min mafdar e. sermijar ji veqetandekan nayê xwendin, naverok jî virtûvala ye. dibêje jiyana camêrekî hêjayî nivîsandinê ye lê tu malûmat derbarê wê jiyanê de nîne, lewra wek tîrêj gotî hem sermijar şaşe hem jî peyam nehewce ye.



21.05.2020 19:17 ~19:18 | hespêsor

30. ez ji kesên ku her derbê dibêjin "formata tirşikê" hez nakim .
lê mijara ku zana jê ne rehet e
birajî ne li gor rojeva tirşikê ye .
heke hozan serhad çîroka wî "camêrê serhedî" qal bikirana belkî ew ê çêtir bûna.
lê rexna rakin , rexne mirov bi pêş dixe .
mîna biruo li min kir bû



21.05.2020 20:26 | shwinsherm

31. nivîskarekî jêhatî û mêrxas e.
gelek caran hûn bi peyamên wî yên dirêj û bi wate hûn dikarin wî nasbikin.
ez bixwe wilo dikim *

her wekî din jî car caran tiştna zêde mezin dike.
(mînak: bûyera di nav bera wî û hozan serhad )
ev der li gorî min ne ansîklopedî an jî tiştekî wek wê ye ku
her tiştên ku li vir hatine nivîsandin, pewiste ku di mijareke girîng be.

em nikarin pêşiya tirşikvana ji bo tiştên halo bigrin.
di serî de we ne digot: ev der wek tirşikê ye, her tişt tê de heye.
ê naxwe em hê li pey çi ne, bila kî çi bikê bila bikê.
ger ne li gor formata tirşikê be, jixwe moderetor wê peyam an jî mijarê rakin.
û hûn sax.



21.05.2020 21:18 | merwano

32. Nivîskarê bike neke zimanê wî tuj e. Çiqas bixwaze bi nermî bibêje jî gotinê wî tuj û hişk in. Xwuyaye rexneya wî ya ji bo qenciyê bi awayekî dijminahî û avêtina heriyê hatiye fêmkirin.

Paşê awha gotiye: mafê herkesî heye mijara veke. Lê bi şertê mijara vekir baş rave an pênase bike. Ne ku hama mijareke jê nayê fêmkirin û bi çend bnr ya hatiye vekirin. Ha ev jî heye rexne ji bo pêşdebirin û sererastkirinê ne. Hin kes behsa rexneyê li min bûne jî kirine, belê heçiyê rexne li min kir mala wan ava be, bi saya wan rexneya min kêmasiyên xwe fêm kir û hewlda ku wan çareser bikim. Dema min rexne li yekî kir bila bizanibe ku bo qencî û başiya wî ye. Heke ew kesên rexne li wan hatine kirin bibêjin em rexna nikarin ragirin û çi eleqa kesî ji başî û qenciya me tuneye. Wê demê ez dikarim rexneyê xwe jê bibim lê ne ku lêborînê filan bixwazim. Ji ber ku ez li pişt gotina xwe me. Xwûdê bike ev gotina min jî tûj çê nebûbe. Min pir li ber da.

Belê eynê awha ragihandiye. De îja ka dîsa bifikirin û guh li vî birakê xwe bikin.



21.05.2020 22:54 | tîrêj zana 21

33. tirşikvanê ku min derhek ê wî de tiştek nenivisîyê.
camêr destpêkê de wek shorbevan hat dîtin rastî rexne û şîroveyên neyînî hat hêla zimên ve.
lê wî hertim di got rexneyên we çikasî tujbin jî ezê hew binivîsim.
piştî demeke kurt de alê reziman de xwe gelekî peşxist.
lê her ku pêşket ewkas nivîsen wî û çalakbûna wî kêm bû.
aniha dengê wî qet nabîhîsim.
gelo rewşa wî çawane? wekî berê çima çalak nîne? an tirşikvantîyê sar bû?



21.08.2020 22:30 | golikvan

34. Tirşikvanê ku weke berê her tiştê ku hat heşê wî, nikare li tirşikê binivîse. Ya rast weke berê tişt nayên heşê wî. Berovajî sarbûna tirşikê, bêhtir lê germ bûye û tirşikvaniyê weke nasnameyekî ji xwe re hilbijartiye û li gor erka tirşikvaniyê tevdigere. Heke di rojeva tirşikê de mijareke balkêş bibîne, ew jî çend risteyan li gor zanebûn û agahiyên xwe lê zêde dike. Yan na bi çend hevokên kurt mijara şolî nake.

Axir, her roj serîkî li tirşikê dixe û hemû peyamên hatine nivîsîn dixwîne, heke taqet kir ew jî lê zêde dike û neke jî tim tirşikê dişopîne. Ji ber kar û barên xwe zêde wext nabîne ku nivîsên hêjayî tirşikandinê lê bar bike. Silavên xwe li hemû hevalan dike.



22.08.2020 16:47 | tîrêj zana 21

35. Camêrê ku îroj salek li ser endambûna wî ya tirşikê re derbas bûye. Wekî do tê bîra min ku min navê xwe li forma endambûna tirşikê dinivîsand. Û dest bi nivîsandinê kir. Bi rastî tirşik.net bo min weke dibistanekê bû. Min nivîsandina xwe ya kurdî pêş xist û bûm ciwanek welatparêz yê şidandî* min gelek kesên nû nas kir. Beşdarî civînekî bûm û nivîskarên kevn û avakerê malperê jî rûbirû dîtim. Ji bo min tecrubeyek bêhempa bû.

Di warê fikrî de gelekî guherîm. Gelek fikrên min guherîn, gelek jî hîn berfirehtir bûn. Ya herî girîng jî fêrî ragirtina rexneyan bûm. Fêrî rexnekirinê jî bûm. Spas tirşik!

Minê niha sala we ya nû pîroz bikira lê hêj 13 roj maye*



31.12.2020 20:11 | tîrêj zana 21

36. nivîskarê ku mirov bawer nake endamê salekî ye. weke ku ji mêj ve li van dera ye. her hebe.



01.01.2021 01:14 ~01:15 | hueyn

37. An Tîrêj'ê zana, nivîskarek wekî navê xwe zanaye bi navê xwe pîr û kal bibe.. nîvîskarek, welatparêzek,.. û xêrxwazek jidile, cirxweşe, devê wî tim li kene, ji henekan fehmdike û dinivîsêde jî gelek çalake peyamên wî jî têra me û we tev tijene, peyamên wî zanyarî jê dirije, serkeftiye, xwendina wî jî pir başe, nîvisa dixweyne baş jê fehmdike, dema bixwaze dikare deh heb dîna li amedê bi civîne * êdî em çi jê daxwaz dikin, hetanî dinya li dar be ew jî hebe * .. jibû civata wî a amedê jî spas.. jibû çepikên wî û piştgiriya wî daye min li hember lobiya reşşikan jî spasdarim jêre.. jibû azad û bê sînor nivîsandina min daxwazkiriye û aniye ziman jî spasek.. û va çendeke ji destê lobiya reşşikan jibû xatirê wî û çend kesan û çepikên wan dinivîsim sersala wî û hemû tirşikvana ya miladî, xelasbûna wan a ji sala 2020'a, sersala wan a hicrî û a 2022' yan salên wan yên bihirîn yên dirêdene jî ji nihade pîroz dikim.. xwedê wî ji serê me kêm neke bixêrhatiye *



01.01.2021 22:24 | shorbevan

38. Nivîskarê ku heta anha min ne dîtî ye dilê yekî hiştî ye. Dil nerm û rêzdarî dide fikran mirovan.
Rastî min tirsik.netê ewil min wî naskir Hêvîdarim ku bidomin e.



01.01.2021 22:26 | dilreş

40. Tirşikvanê ku reşik nedaye nivîskarê lewendî ye. Herwiha li gor hatiye gotin dema serhêl bûye 2 reşik hatiye dayîn. Wekî ku tê zanîn mafê her nivîskarê carek e. Yanê çi nivîskar nikare 2 cara reşik bide.

Axir temiya wî li lewendî, bila zêde guh li reşika neke. Ew bişkojka reşika bo were emilandin li wir hatiye danîn. Helbet bi heqî were emilandin çêtir e. Lê tiştê kêfa nivîskarî jê re neyê, yekser dest diçe ser wê bişkojkê.



11.02.2021 21:06 | tîrêj zana 21

41. dermana "kul û derdan" û "bnr'yan vala".



28.02.2021 23:01 | heval.js

42. bi min di nav tirşikvanan de yê herî ji dil tîrêj zana 21 e. hem dilê xwe hem jî dilê me geş dike bi peyamên xwe. di van rojên reş de hêviyeke xurt dide min.



08.05.2021 16:06 ~16:40 | asîmanê sêwî

43. Ev peyam tîrêj zana 21/129826 weke duh û roja tomarbûna min ya li tirşikê jî weke pêr tê bîra min. Belê îro tam 2 sal li ser endambûna min ya tirşikê re derbas bû. Mirov nikare jê bawer bike. Dem nasekine, nayê sekinandin. Dema mirov bîranîn û buyerên xwe dinivîse, dem hêj bêhtir zû derbas dibe.

Spasiya xwe ya ji dil li tirşikê, simurg û herçî keda wî/wê ketiye tirşikê dikim.



31.12.2021 15:17 | tîrêj zana 21

44. nivîskareke ku bi kurdîya xweyî paqij û şirîn mirov mest dike. rengê dengê wî jî (qasî guhdarî kirina Twitter space'ê) gelekî xweşe û bizanibe mijarên tu vedikî bala min dikşîne.
nivîsa te kin be, dirêj be serî heta dawîyê dixwînim



31.12.2021 23:16 | doesntmatter

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tîrêj zana 21
» zana farqînî

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî