Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
girtina ceylana qaçax - tirşik
girtina ceylana qaçax
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. wek endazer di vê peyama xwe de dedaş/115548 gotî dedaş bi hemû derfetên xwe ketîye pey xelkê û ceylana qaçax digirin û cezayê pereyê yê giran li wan dibire. lê wilê ne hêsan e hemû pereyî di cezayekî de ji xelkê bistînin. çawa ye ji we re bêjim:

ya ewil dema ekîbên qaçaxê ceylan qaçax tespît bikin divê li gor rênimayê wêneyên qaçaxê bikişînin û delîlan jî qeyd bikin.
ya duyem piştî tespît bû qaçax e herî zêde dikare heqê sê mehan li wî aboneyî bibire. yanî wê hesab bike ka teqrîbî her meh çiqas tê, heqê mehekî diyar bike û em bêjin ji bo wê malê mehê divê 300 tl heqê ceylanê bê, 3×300 = 900 tl ceza, tevî bacan jî texmînî 1200 an 1400 tl cezayê pereyî dikare lê bibire.

vêca dedaş çi dike, helbet wiha nake. hesab dike ka çiqas qaçax heye dûvre heta jê tê fatûrê zêde dike û giştî 2.500 - 4.000 tl ceza dibirin.

dûvre çi dibe? miletê me tê tirsandin, diçe dedaşê dibêje ma çawa çêbû we evqas ceza birîye, dibêjin ceylana te qaçax e birê min te bivê îtiraz bike bila ekîb werin ser carek din qaçaxa te tespît bikin. bi vî şiklî çavê wan tê tirsandin, xelk jî dibêje ceyalan me hê jî qaçax e ev werin wê dîsa min bigirin, hema bila ji min re bikin teqsîd û hinek daxistinê jî lê bikin teslîm dibin.

lê divê çawa be? ew kes divê îtiraz bike, dedaş îtiraza te red kir, jixwe wê red bike, dûvre divê tu herî îtiraza bibî ber desteya dadwerîyê ya mezêxeran (tr: tuketici hakem heyeti) û parêzerek vê îtirazê bike baştir e, ji ber ku dema deste navê parêzer dibînin baştir li ser dosyeyê disekinin. îhtimaleka mezin deste cezayê timamî betal nake lê wek min li jor dîyar kirî wê ceza li gor rênimayê eşkere bike û ceza wê kêm bibe.



11.01.2020 20:38 | xendekî

2. îstixbarat heye li mehle ya! ku ceyrancîyek hat ev agahî malo malo digere. " ceyrancî digerin! gîzlîcî digerin. qaçaxçî digerin!!"



11.01.2020 22:11 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» girtina ceylana qaçax
» ceylana kaçax
» qaçaxçitî

Kategoriyên mijarê:: nuce hiquq teknoloji nuce hiquq teknoloji nuce hiquq teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî