Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 80 peyam
lêdana bav li zarokê xwe - tirşik
lêdana bav li zarokê xwe
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mijara ku bavê min li ser wê lîsans, lîsansa bilind, doktora û pisporî kirîye
Vê çalakîyê bi şêwazekî pisporî û pergalî pêktîne
Lêdana wî mirov dikare li ser 3 beşan binirxîne
Beşa amadeyî:
di vê beşê de berî lêdanê pêdivîyên lêdanê têne amadekirin û her wiha cihê lêdanê jî tê hilbijartin û rastkirin
Mînak : alava kû pê lêdan were kirin tê peyda kirin weke dar ,jop,xûrtum , xûrtuma tup ya ku têlên çelîk tede heye hwd.

Beşa lêdanê:
Ev beş ji bo lêdanker bi awayekî kêfxweşî û dil rehetî ,ji bo lêdanxwar jî bi awayekî êş û girî derbas dibe
Di vê beşê de lêdan ,çêr,şikandina alavan û bangên dayîkan ru didin

Beşa piştî lêdane :
Lêdanxwar di vê beşê de di dilê xwede çêra dike û dide girî û xwe ji tevî malbatê dixeyîdîne lêdanker jî li ber lêdanxwar digere û behsa sedemê lêdana wî dike
Û bi çend henekan dixwaze dilê wî bigre

Encam: ev lêdan ji bo terbîya zarokan û ji bo hêzbuna zarokan divê were kirin

Hişyarî : kesên ku nu bune bav dikarin bi berdêla dirafekî bê qîmet li kursên bavên min perwerdê bibînin



12.01.2020 14:54 ~14:59 | tîrêj zana 21

2. îro li qehwê mijara min û hevalê min bû. hin lêdan wehşane bûn hinek jî kenok. yekî amedî di go: rojekî em li ser xwarinê bûn. min bavê xwe aciz kir. dîn bû halo. li ser sifrê tiştek gerîya ku bavêjê min. meyzand ku qedeh kêr çetel filan tev jî talûke ne. dil nehiştîye şeqam jî lê bide. û ji nişka vê rahiştiyê nan û gotiye ''bismilla" û pê nan şeqamek lê daye. *



12.01.2020 23:18 | xwelî li ser

3. helbet kesên pispor wê baştir şîroveyê vê yekê bikin, lê ez bim lêdan xelet e û ji bo zarokan dibe travma ji bîra wan naçin. şûna tundî û lêdanê heke tu zarokî bi hijêkirinê û li ser qencî û başîyê mezin bikî jixwe ew zarok dema tiştek xirab jî bike tu yê bi zimanê xwe karibî lê bidî fêmkirin.



12.01.2020 23:24 | xendekî

4. Ew lêdana ku piştî li zarokên cixarevexwar tê kirin ku zarok dev ji cixarê berdidin û dest bi nimêja xwe dikin
Ji bo vê lêdanê ji welatên dur bi qefla zarokên xwe tênin ber destê bavê min

Ji bo stendina randevu jimara têkilîyê: 0535 *** ** **



12.01.2020 23:25 | tîrêj zana 21

5. mijara ku ez bixwe wekî tirşikvanên din nikarim henek û qerfên xwe pê bikim. ne tenê lêdana zarokan lê her cure lêdan û tundîyê jî napejirînim. divê dêûbav bibin bendergeh û stargeha zarokan ku zarok bikaribin bê tirs û bi wêrekî xwe îfade bikin da ku di siberojê da travmayên mezin neyên serê wan. bi lêdanê tenê tu dikarî mirovekî/ê vebigirî û bixî di bin bandora otorîteya xwe da. lê ev zeftkirin wê rojekî bi guherînekê mezin biteqe û ev kesayet wê nexweşîyeke derûnî bibuhurîne û îhtimaleke mezin ji bo hevjîn, xwûşkûbira û zarokên xwe tund û şidetê bike. û ev rewş wekî çerxekê hetahetayî wê bidome.

(bnr: cycle of violence)

(bnr: çerxa şîdetê)



13.01.2020 10:46 ~10:47 | xelîl

6. Dibe sedema êş û elemên derûnî yên mayînde. Zarokê ku pir kutan bixwe an pir tirsonek dibe an jî pir zalim dibe. Xwe kêmdîtîn, derûnîya çilmisî qederê zarokên kutan xwarinê ye.



13.01.2020 10:56 | azad30

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» lêdana bav li zarokê xwe
» bavitî
» zarokên agir î
» xwehişî

Kategoriyên mijarê:: tirsik jiyan tekili cand tirsik jiyan tekili cand tirsik jiyan tekili cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî