Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
pirsên pir tên kirin - tirşik
pirsên pir tên kirin
(12) (3) (36)
di mijarê de bigere

21. pirs û pirsgirêkek heye ku min dixe di nav fikar û mitaleyan kûr de.. gelo em ê navên biyanî li gorî alfabêta kurdî an li gorî alfabêta wî zimanî binivîsin di tirşikê de? ji bo nimûne em ê navê bi tirkî yê bajarê îdirê wek ığdır binivîsin an wek igdir?! herwiha ji bo îngîlîzî û zimanên din jî heman pirsa min lê ye û di rewacê de ye.. dîsa ji bo nimûne em ê peyva twîtterê wek twîtter an wek twitter binivîsinin di tirşikê de?! divê moderasyona tirşikê bi bayê bezê ji bo rêyên çareseriyê rist û rêzikên eşkere dane di vê mijarê de nexwe siba-susiba wê ev pirsgirêkek bibe serê sebebê gelek alozî û arîşeyên din..



02.07.2013 21:37 | endazer

22. ne pirs lê pirsgirêkeke din a biçûk dema ez mousea xwe tînim raserî hilbijêrka panelê nivîsek wek 'duyurular and onlaynlar' derdikeve pêşiya min.. hadê min tirkî fêm kir lê ev peyva onlaynê çi quzzilqurtê îcar? *



02.07.2013 21:40 | endazer

23. ji kerema xwe û xêra dê û bavê xwe, gotina "önce bunu oku" a li cem "pêşîn vê bixwine"yê jê bibin, hingî ku ez tirşikê vedikim dibînim û serê min diêşe.



03.07.2013 12:07 | azadixwaz

24. di ferhengên din ên înterakatîv de formata ferhengê tîpên girdek qebûl nake.. lê tirşik vê yekê ji xwe re nake kul û derd.. çima?!



06.07.2013 16:02 | endazer

25. ji ber ku dema me tîpên girdek qedexe kirin lînkên youtubê nexebitin. lewra lînkên youtube'ê de tîpên girdek hene, carina.

loma me tîpên girdek aniha destûr da.



06.07.2013 16:04 | simurg56

26. bi raya min divê ev pirsgirêka tÎpên girdek û hûrdek bi şêweyeke din bê çareserkirin.. dîsan di ferhengên din de derfeta kamûflekirina lînkan heye.. ji bo nimûne dema camêrek bixwaze lînka malperekî bide dikare navê lînkê biguherîne.. û dema mirov tê raserî wî navî fêm dike ku ev nav girêdankeke û diçe malpereke din.. hetta di dawiya wan navan de remz û nîşana girêdankê jî heye.. ji bo tirşikê jî mirov nikare pratîkeke bi vî rengî berdest bike gelo?..



06.07.2013 16:10 | endazer

27. ez nikarim tiştekî wisa çêbikim lê pêkan e, îşalleh em ê vê jî çareser bikin.

kervan yolda düzülür

gelo versiyona kurdî ya gotinên pêşiyên tirkan



06.07.2013 16:20 | simurg56

28. kurdî ya kîjan haremê sâfî ye? ev pirs heya qıyamêtê we e gotin *



06.07.2013 20:59 | gêjê

29. pirsên ku hinek jê, pirsên bêbersiv in.



06.07.2013 22:03 | simurg56

30. pirsgirêka tîpên girdek hat çareserkirin.

êdî hûn girdek jî binivîsin, hûrdek jî binivîsin sîstema tirşikê wan weke hûrdek nîşan dide.

her wiha lînkên youtubeê jî dixebitin. erê.



08.07.2013 21:21 | simurg56

31. ERÊ



08.07.2013 21:56 | endazer

32. wek wêneyê li jor de jî dixweye mixabin pirsgirêk hîn çareser nebûye.. ERÊ?



08.07.2013 21:57 | endazer

33. pirsgirêk çareser bûye. ce min tu problem tune.

pê li ctrl+r bikin du-sê caran.



08.07.2013 22:01 | simurg56

34. belê a niha pirsgirêk çareser bûye..



08.07.2013 22:22 | endazer

35. dixwazim mijarên ku nav wan de nivîsên min henin, bo şêweyeke otomatîk bişopînim.



10.07.2013 10:31 | gimgim

36. pirs: dixwazim mijarên ku nav wan de nivîsên min henin, bo şêweyeke otomatîk bişopînim.



bersiv: ji bo ku mijareke bişopînî, têketinê bike li tirşikê, paşê here mijara ku ku dixwazî, li wir, bin navê mijarê de bişkojka "li favoriyan zêde bike" heye. ger tu li vir bitikinî wê ev mijar bikeve nav mijarên ku dişopînî.

kengê bixwazî van mijaran kontrol bikî, li menûya herî jor de pê li bişkojka "favorî" bike. wê mijarên te derkevin. li wir dîroka peyama dawîn fîlan jî dinivîse.

bi vî awayî dikarî mijara xwe ya qedr û qîmet bişopînî.



10.07.2013 10:39 | simurg56

37. çima di pelên nivîs û edîtorî de tîpên kurdîn tunin?

wer be nivîsandin ji bo kesên ku xwediyê kîbordên bi tîpên kurdî ninin dê hêsantir be.



10.07.2013 10:58 | gimgim

38. keyboarda kurdî ji vir dikare were peydakirin: (bnr: klavyeya kurdî)



10.07.2013 03:17 | simurg56

39. hê jî pirsgirêka mijarên pir-rûpel nehatiye çareser kirin.. hê jî dema ez dikevim vê mijarê şûna peyam û rûpela paşîn ya mijarê vebe rûpel û peyama pêşîn vedibe..



10.07.2013 17:49 | endazer

40. pirsgirêk: hê jî pirsgirêka mijarên pir-rûpel nehatiye çareser kirin.. hê jî dema ez dikevim vê mijarê şûna peyam û rûpela paşîn ya mijarê vebe rûpel û peyama pêşîn vedibe.



bersiv: heval li aliyê çepê yê malperê de, lîsteya mijaran de, mijar wisa xuya dikin;



·tevgera mijarên bi tirkî bila bên qedexekirin (4)

·xwendekar (2)



dema tu mousa xwe bînî ser mijarê, li dawiya navê mijarê 3 nûqte (...) peyda dibe. dibe wisa:



·tevgera mijarên bi tirkî bila bên qedexekirin (4) ...

·xwendekar (2)...



ku tu li van sê nûqteyan bitikî, tu wê herî peyama herî dawîn. (lê bi rastî ya herî dawîn, ne hemû peyamên îro)



10.07.2013 19:07 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsên di derheqê tirsik.net'ê
» pirtûkhez
» têneper

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî