Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
lehî baranyan - tirşik
lehî baranyan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tirşikvanê ku bi rastnivîsîna "gû xistîye"yê nizane lê dîsa jî dikare heqeret li nivîskarên din bike. tîrêj zana 21/116365 û dikare dilê wan bişikîne. tîrêj zana 21/116370

sedema qiseyên giran û pîs min fam nekirîye. gelo çima?



15.01.2020 15:22 | mirovekirind

2. nivîskarê ku divê lêborîna xwe ji tîrêj zana 21 bixwaze û peyama xwe ya qirêj (tîrêj zana 21/116365) jê bibe. ti hewce û pêwistiya wî zimanê tune ye. jixwe kes nayê li tirşikê nanivîse, em yên heyî jî dixeyidînin û direvînin. camêrê jixwe çewtîyên xwe pejirandîne û xwe rexne kiriye û gotiye ez ê li ser wan xeletîyan xebitim û sererast bikim. û bi rastî jî peyamên wî çiqas diçe çêtir û fêmbartir dibe. yanî forta çi tê kirin min jî wek nivîskarê li jor gotî fêm nekirîye.

(bnr: easy boy)



15.01.2020 15:42 | xelîl

3. Nivîskarê ku divê lêborînê ji @tîrêj zana bixwaze bi tu awayî heqeret nayê qebîlkirin. Şûna ku tu dirêjahî û tijebûna entryn xelkê rexne bikî divê tu binêrî rewşa xwe. Şaşîtîyek hebe an wê hevalî re an jî moderatoran re binîvîse xilas..



15.01.2020 16:27 | azad30

4. Min heqaret li tu kesî nekirîye, tenê rexneyek bo entryên zêde bû ku tîrêj zana bi vê yekê dixwaze xwe zû bi zû bigihîne hejmara 100î. ev normal e lê divê piçek hêdî bajo. divê tu tirşikvan ji bo ku xwe bigihîne 100î an jî hejmareke din nenivîse. yanî piştî wextekê dê ji bo xwe bigihîne hejmareke çi bê li ber desta û deva dê binivîse. min li ser vê yekê rexne kir, lê dîyar e ez nehatime fêm kirim û min xwe baş nedaye fêm kirin.

nivîsandine "gû"yê jî rast e biradero! (@mirovekirind)
ne ziman qirêj e ne jî di zimanî de heqeratek heye.
qey divê li bin hemû entryan de tiştên xweşik werin nivîsandin, bila rexne jî hebe xwişk û birano.
ha rexne gihiştibe heqaretê helbet mirov divê lêborînê bixwaze, wesselam.



15.01.2020 22:51 | lehî baranyan

5. ez moderator im û ji ber ku di vÊ peyamÊ de tîrêj zana 21/116365 peyvek jî heqaret tune ye ez nikarim peyama ha jê bibim.
tirşik platformeke azad e her kes dikare her kesî bêyî heqaret, çêr û sixêfan rexne bike.

lehî baranyan jî dê sibe rabe bêje we peyama min jê biriye û ji ber rexneya min we ez rexne kirime ji loma ez jî terka tirşikê dikim? haho heçî kesê ji rexneyê eciz e bila hîç nenivîse, eger tu xwe wek şexsek xweyîheq ya rexnekirinê bihesibînî divê tu amedeyî tîrên rexneyan bî.

ev çi ye her kes wek zarokekî berşîr bi peyamekê dilê xwe dixeyîdîne? ji xwe re biaqil bin rûnên li tirşikê binivîsin.

edît: bi hişyarîya mirovekirind peyam hat sererastkirin



16.01.2020 08:36 ~13:10 | ferhenga şikestî

6. bo xwistin (bnr: xistin)

gotinên nivîskarekî teze û nipînû ne sedemek e ku mirov tirşikê biterikîne. xeydokî ne hewce ye.

û herweha, moderator dibêje "ez moderator im û ji ber ku di vê peyamê de tîrêj zana 21/116370 peyvek jî heqaret tune ye ez nikarim peyama ha jê bibim."

lê belê çavêm lê ket, jixwe peyam ne ew e.



16.01.2020 12:17 | mirovekirind

7. li gorî agahîyên profîla xwe, ji mahabadê ye. eger rast be, pir baş e. ji ber ku me her tim digot kêmasîya herî mezin ya tirşikê tunebûna nivîskaran e ji parçeyên din yên kurdistanê.

ji aliyê din ve, bi ya min di peyam xwe de bi gotina "gû xwistîye" heqaretê nekiriye. eger bigota "gû xwariye", erê ev ê bibûya heqaret lê dîsa jî wê nebûya sedema jêbirina peyamê.

lê mixabin dema rexne li tîrêj zana kiribû, tîrêj zana jixwe ji 100î gelek derbas kiribû.



16.01.2020 20:44 ~20:44 | simurg56

8. Mottoya hesabî ev e: "Baran e dibare, dibe lehî; lehî geh li vir geh li wir dihereke û diçe..."



17.01.2020 03:41 ~07:19 | lehî baranyan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» lehî

Kategoriyên mijarê:: niviskar tirsik niviskar tirsik niviskar tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî