Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    0 mijar û peyam
        kujer - tirşik
        kujer
        (0) (0) ecêb (0) (1)
        di mijarê de bigere

        1. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin..



        ''Ew Rast e

        Ên duh lêdan

        Li wan hatibû kirin

        Ên ko weke dijmin hatibûn destnîşankirin

        Û mirî ne

        Û nema dikarin kuştinê bikin

        Û nema rê xweş dikin

        Da ku kujer biafirin.

        Hew êdî tirs heye

        Desthilat ji dest wan û

        Û yên bêlêdan

        Ji îro û sibe mayîn û

        ên wek heval dihatin hejmartin

        û kuştin pêk dianîn

        û haziriya kuştinê dikin.

        Ew nerast e,

        ku em wan bi kujer li qelem bidin

        ew bi xwe tirs e ji ber ku ew

        seredest in''



        2013.09.19-06:21 | endazer

        2. yanî qesas, qatil.. kesê ku karê kuştinê dike.. kesê ku destê xwe li xwîna mirovan digerîne.. kesê ku dibe ecelê kesekî din.. kesê ku dawî li jiyana kesekî din tîne.. kesê ku bêhnê li kesekî din diçikîne..

        kujerê yekem yê li ser rûyê erdê kurê adem pêxember qabîl e.. li gorî kitêba pîroz ya misilmanan quranê; xwudê ji herdu kurên adem pêxdember dixwaze ku qurbanekî bigurînin û bikin gorî, xwudê qurbana habîl qebûl dike û ya qabîl jî bicih dihêle.. li ser vê yekê zikê qabîl ji birayê xwe habîl diêşe û êrîş dibe ser birayê xwe û birayê xwe dikuje..

        kujerê giştî yê li ser rûyê erdê jî melkemut an bi navê xwe yê din ezraîl e.. ji ber kar û wezîfeya xwe di nav civakê de wek ruhstîn jî tê nasîn û zanîn..



        2013.10.05-18:56 | endazer

        dengdanên dawîn (Yên Din..)
        hello world [1]
        hînî qodnivîsînê dibim, di şûna hello world de min silav kurdistan niv...
        tiştên ku kurd pê teqlîda tirkan dikin [1]
        Di zimanê Kurdî de deng piranî ji qirika meriv derdikevin, hinek kurd ...
        soundtrackên bijarte [1]
        (bnr: the divergent series allegiant)

        Tove Lo - Scars
        pirtûkxaneya îskenderiyeyê ya kurdan [7]
        Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ji aliyê Xirîstiyanên radîkal ve di dema (v...
        hozan serhad [1]
        Keşka her ro tiştek li ser mijara rojnivîska tirşikvanan biniv...
        belki ev jî bala te bikişînin
        » kujer kî ye?

        Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
        nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


        sitemap
        reklamokên beredayî