Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
24.01.2020 erdheja elezîzê - tirşik
24.01.2020 erdheja elezîzê
(4) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Bûye sedema mirina 4 (rojane:35) kesan. Ji ber ku wê gavê ez di rê de bûm, haya min pê çênebû lê dema hatim ber derî, min dît ku herkes ji avahîyê direvin. Min jî zarokan girt û em derketin. Aha bû ev saet û em vegeriyan malê.
Hema bêje li hemû bajarên Kurdistana bakur hatîye pêhesîn.
Wisa texmîn dikim ku wê hejmara miriyan jî zêdetir bike. Berî çend mehan dîsa li heman navçeya Elezîzê erdhej çêbûbû û em tirsiyabûn.



24.01.2020 22:53 ~2020.01.26 13:43 | simurg56

2. Xwedê alîkarê wan be. Zehmet e. Li gorî rasetxaneya Di şîdeta 6,8 de bûye.



24.01.2020 23:00 | oceancr

3. Em Li Amedê de jî gelek hejîyan. Li serşokê de bûm pêşî ceyran çû êdî erdhêj di bin mejîyê me de xwecîh kirîye. Min fêm kir erdhêj e. Şikir ji Xwedê deme erdhêjî de min cilê xwe li xwe kiribû, porê xwe ziwa kiribû :d birê min pismamê min hama bê pêlav revîyan derveyê. Min hemû cilên xwe li xwe kir piştre derketim.

Xwedê alîkarê mexdûran be. Welehî di vê zivistanê de gelek zehmet e. Derbasbûyî be.



24.01.2020 23:31 | kajav

4. Li Amedê li taxa ku rûdinêm pêşî ceyran çû. 20 deqe filan şûnde dengê ku ji şaneşînê hat mi go qey yek ketiye ser şaneşîna mi. Lê dûra çilo mi fêm kir ku zelzele ye bi şimik reviyam derve. Zelzeleyeke wilo pîs di 98an de li edenê hatibû serê mi. Ew travma hîn jî derbas nebûye.



25.01.2020 11:32 | yusiv hemed

5. erdheja herî mezin bû ya van salên dawîn. hejmara miriyan gihştiye 21ê. wê zêde jî bibe. heta niha tê zanîn ku 30 avahîyî hilweşîyane.
çawa ku erdhej çêbû, heyvesora tirkan (kizilay) peyamek weşandin ku heçî dixwaze dikare peyamek binivîse û bişîne nizam kîjan nimroyê û dikare 10 tl alîkarî bike. bênamûsno, tê bêjî qey wê di wê saetê de bi wan pereyan herim marketan û ji bi mexdûran tiştan bikirin. di 20 salên dawîn de li ser navê erdhejê bi katrîlyonan pere berhev kirin lê hê jî parsekîya wek ya ber derîyê mizgeftan dikin.



25.01.2020 11:43 | simurg56

6. Tu amadehîyekê wan û dewletan wan jî tunebû dîsa me ev rastî jî dît.



25.01.2020 15:01 | brzn

7. Erdheja ku li bajarê min pêk hatiye.
Xwezî niha li vêr bûma û alikariya gelê me yê belengaz bikiriba.



25.01.2020 15:12 | cinorek

8. Em ketin derdê dewleteke xwînmij. Bi salan e ku ew baca erdhejê berhev dikin. Û lê dîsa jî têrxwarin li wan nîne. Rebî kerafîyê bixwin. Û dîsa gava qeda an belayek diqewime mirov dibîne çi amedekarî wan nîne



25.01.2020 19:51 | oceancr

9. Demjimêr 20:55 da pêkhat.. Gava erdhejî çebu Ez li wargeha xwendekaran (pansiyon) de kata heftê de bum. Cixareyê xwe dikişînêbum û erdhejî dest pê kir. Tu tişt nehat destê min , li ser merdîvana cîhe xwe da nikariyam tev bidim , ev rewşêda sekinîyam û hetta dawiyê erdhejê cihê xwe terk nekirim. Piştî erdhejê baz dam derketim dervayê. Erdhejîyek mezin bu şikir ji Xwedê bê zerar derbas kirim



25.01.2020 22:48 | lonw karda

10. Erdheja ku li Mêrdînê min li mala birayê xwe sehkiriye. Bi Xwedê ez tirsiyan çima derewan bikim. Xwedê alîkarê mexdûrên erdheja bike.



25.01.2020 23:21 | xabûrî

11. Erdhêja ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Rojavayê hatî hîskirin e.
Mixabin Kurdistan û Tirkîye li ser xetên fayê ne lê belê çi tedbîr ji bo ku zirara mirovan û xanîyan nebe heta îro nehatine kirin. Tê xuya kirin ku erdhêjên din çêbin gelek mirov dê di bin wan xanîyên xirabe û nesaxlem de bimînin. erdhêj qanûneke ya tebîetê ye, wekî gelek welatên xwe pêşvedayî, mirov û dewlet dikarin jimara mirî û xanîyên hilweşayî bi tedbîran bîne asta herî kêm de.

Ji her kesî re derbasî be.



25.01.2020 23:31 | lehî baranyan

12. erdhejek gelek mezin e.
ez li îzmîrê bûm. ji telefonê min peyamanên hevalan dişopand.
serî de hevalên li amedê gotin erdhejek mezin çêbû. paşê ji cizîr, qoser û sêwregê agahiya erdhejê hat. yekî got li manîsayê jî çêbû. paşê hevalekî got li giresun'ê jî çêbû.
min got wele ev ne erdhej e bawerke qiyamet *



26.01.2020 11:17 | brusk56

13. ardhej a kû nava gel da pirsa elazîz bajerekî kurda ye an ya tirk a ye derxistîye holê.li roja ardhej çebuye li tirkiyê ser google herî zêde elazığ kürt mü hatîye lêgerîn.



26.01.2020 12:40 | golikvan

14. bobelata ku li me nîşan da ku ev dewlet nikare krîzek mezin îdare bike. îro jî jinek û zaroka wê ya 2.5 salî ji bin kazilan sax hatin derxistin. destên wan sax bin lê xuya ye hejmar an jî derfetên wan ne bes in. ji ber ku ev bû nêzikî 2 rojan ku bûyer qewimî. eger têra xwe tîm û derfet hebûna, wê di nav çend 12 saetan de hemû kesên zindî hatibana derxistin.
Here lînkê

di vê navberê de hejmara miriyan gihiştiye 35an.



26.01.2020 13:43 | simurg56

15. Erdheja ku 120 milyon însan hejandin .
Ji 30î behtir avahî ketin. Xwidê nekê, min tehmin dikir ku ji 100î bêhtir mirî wê derkevin, lê kêmtir derket.
Lê diyar bû ku Tirkiye j'bo babeloteke mezin ne amade ye. J'bo Tirkiyê tiştekî zehf normal e.
Babelot
-- nîqaş, arikarî, hukumet, "min got, ti kesî guhdarî min nekirx.....
Û heta babeloteke dî ti kar û amadehî nayê kirin,
Dîse babelot
--nîqaş, ...,.



26.01.2020 19:48 | gumgumok

16. Erdheja ku bi serê gelê xarpêtê ve hatîye

Ev jî da nîşandan ku tû dev ji kurdbûna xwe û ji zimanê xwe berdî û tû li dijî tevgera azadîya kurd bî jî roja bûyerek awha bê serê mirov dagirker li ser googlê dinivîsin "gelo xarpêt kurd e" ji ber dê li gor netewa wan dê arîkarîyê bikin an jî ewê xemgîn bibin

Pêwîste ji vê buyerê gelê xarpêt vê dersê derxînin
Ji gelê mirov pêvtir kesî mirov tûne
Heçî kesê rehmet kirine dilovanîya xwedê li ser wan be û yê mayî jî serê wan saxbe xwûdê bi wanre be



26.01.2020 20:05 | tîrêj zana 21

17. ez wê şevê di rê de bûm. pişt re hîn bûm piştî ji navçeya sîvrîceyê ku wek navenda erdhêjê tê destnîşankirin derbas bûme deh deqeyan erdhêj çêbûye. bi qewlê ekşiyê şansa yaşıyoruz ;)
henek li aliyekî bi vê erdhêjêa biçûk jî derket holê ku ne welatî ne jî dewlet erdhêj xema wan nîne, tedbîr û amadekariyên pêdivî nastînin. hema bêje nîvê erdnîgariya tirkiye û bakurê kurdistanê xetên fayê lê derbas dibin anku metirsiya erdhêjê lê heye. lê pirr kêm kes dizanin dema erdhêjek çêbû divê çi bikin, xwe çawa biparêzin. avahiyên tê de rûdinin li gorî şertnameyên erdhêjê bihêz nakin an qene nadin kontrolkirin. dewlet ji xwe jê re ne xem e belkî bi dilê wê ye jî di erdhêjeke mezin de li stembolê bi mirina gelek mrovan nûfusa bajêr kêm bibe.
bi kurt û kurmancî xwe bi hêviya dewletê ve nehêlin, amadekariya xwe bikin.



27.01.2020 00:15 ~2022.01.13 12:15 | endazer

18. Ev nivisa xwarê 6 roj beriya erdheja el ezîzê min nivîsand min got ezê bitirşikînim cardin min got berê jî min tiştê wiha gotibû min iddîa kirubû ku kerametê min hene.. û pêk natibûn ez bûvûm virek û derewîn û şîzofrenê we
Lê wê rojek bê ezê xeybê aşkere bizanibim ezê şanî we bidim.. beriya her tiştî gohê xwe bidin min jibîrnekin herku here ev rewş/kiyamet wê girantir bibe car car sivik û wê geştir bibe heta kiyameta mezin em êdî hatine axira axurzemanê êdî dê welledê xwe davêje, ne ehlaq ne mirovahî nemaye.. edî du rê liber xwedê mane an kiyamet an kiyamet we zelzeleyê pileyê 5 an 6 an ji 7 dît ew lutfa xwedaye : ) niha lutfek li kuba baran ka çidibe em bihevra bibînin



Nivis eve


İşev an sibê anjî di nava heftekîde bûyerên mezin wê bibûyerin pêlek melhameya kubra rabû ji terefê rebê alemêve wê çi bibe? ez jî nizanim lê wê tiştek bibe kiyameteke biçûk çêbibe bi gelek kuştin, zelzele û erdhej be wê tofan be xwe bigrin

Înnallahe latîfûn xebîr (Allah letîfe û ji hertiştî xeberdare.) tenê ew xeyba aşkere û a veşarî dizane mifteyên xeybê di destê wî Allahê Alimdeye, yê min jî qefle di destê mindene : )ez jî tenê hîs dikim.. hîskirina ku ez hîsdikim Allahê a'lemê bi nava a'lemê ketiye xezebê dibarîne hay ji xwe hebin bê par nemînin xezeba wî li kî bibare kurd be dike kurdosh tirk be dike û tirkoşik bê mehne *



not: do,iro, sibehê û disibehê tirs ji kesên bawerî bi dînê muhammedê evdê Allahê adil û rehman û rehîym hanînere tune wê qiyamet li serê kafiran rabe
Û hûn hêjî dinav gumanande bigevizin bibêjin di binê qafade mîzkiriye ezê bêm hafa we tirşikçiya jî
Werhasil elhemdûllîlah me iro jî têr qafa nexwar heta carek din xweşî bimîne di weda



28.01.2020 23:59 | telebê hz mêdî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 24.01.2020 erdheja elezîzê
» erdheja nepal e

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî