Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
vîrûsa koronayê - tirşik
vîrûsa koronayê

Navê mijarê ya ewil ev bû:vîrûsa korona
(27) (4) (8)
di mijarê de bigere

20. giha ye wan'ê. ji xwe terciha favorî a bobelatan vê dawiyê wan e.

hindik ma zivistan xelas bibe. ev meseleya corona'yê jî bi îxtîmalek mezin wê di mahekê de felan wenda bibe.



23.02.2020 23:29 | brusk56

21. (bnr: pê girtin)



23.02.2020 23:37 ~23:38 | xabûrî

22. Vîrûsa ku bandora wê li çînê kêm dibe lê li cîhanê zêdetir dibe. Gelek welatên ji xeynî çînê hejmara miriyan çiqas diçe zêdetir û gurtir dibin.

(bnr: îran)

(bnr: koreya başûr)



23.02.2020 23:41 | xelîl

23. serok erkanê çînê Si cinping gotiye ev vîrûs hê tiştek tevlihev e.

dibe ku ev vîrûsa korona ku bibe sedema mirina milyonan...

navê wî fermî Covid-19 ango Kovîd-19

hesabeke twittirê ku mirov dikare bi zindî rewşa vîrûsê bişopîne. https://twitter.com/COVID_19NEWS



24.02.2020 00:35 ~00:37 | brzn

24. Çend rojan berê Li wir (li koreya başûr) jineka ku ew nexwaşiya lê hebû beşdarê perestîşên kilîsê bûybû.
Ji rûyê wê de gellek kes nexweş ketin û yekten hijmara nexweşên koronayê mezîn derket.
êdî nikarin pêşiyê jê bigirin. Bi evlahî Şoppîng moll, danişgah û gellek saziyên din hatin tetîl kirîn. Niha Li der zêde kes tûne ye. Îro sibe li metroya seûlê siyar bûm hema hema giştkî wala bû.
Rewş her ku diçe xirab dibe. Êdî ji her aliyên koreya başûr wekayên nû tên tesbît kirin.
Ji bo nexşeya ku rewşa dawî ya koreya başûr: Here lînkê



25.02.2020 13:17 ~13:19 | cinorek

25. îhtîmalek mezin êdî li tirkiyê ye jî. li wanê behsa 3 nexweşan hat kirin lê paşê gotin di wan de vîrûs nehatîye dîtin. lê ji ber ku li îranê heye, îhtîmal pir zêde ye ku gihabe tirkiyê jî.

duh hevalek gerîya, got ajokerek yê qamyonan berî 3 rojan hat dikana me, xwarin xwar û got 3 hevalên wî ji ber gumana koronayê nekarîne tkevin tirkiyê vs. lawik digot niha gewrîya min diêşe û ez ne baş im.
welhasil, îro me lawik şand nexweşxaneyek mezin ji bo tehlîlê. îhtîmalek mezin wê paqij derkeve lê vê heftîyê an jî ya din, em ê daxuyanîya fermî bibîhîsin ku yekemîn nexweşê koronayê li tirkiyê jî hatîye tespîtkirin.



25.02.2020 19:46 | simurg56

26. vîrûsa korona çi ye ?




28.02.2020 00:17 | brzn

27. Li silêmaniyê 4 kesan de test pozîtîf derketiye û 3 zilam û jinek de vîrûs hatiye dîtin.Ew kesan qasek ewil ji îranê hatine.

Li vîetnamê jî 16 kesên ku vîrûs hatiye dîtin , pak bûne.



01.03.2020 22:10 | brzn

28. vîrusa ku meriv dide mereqkirin ku çawa heta niha xwe negihandiye tirkiyê. *



02.03.2020 10:53 | xelîl

29. vîrusa ku gihiştiye 70 welatan û nêzê 90 hezar mirov ji vê vîrûsê nexweş ketine. û heta niha 3 hezaran zêdetir mirov mirine.



03.03.2020 09:22 | xelîl

30. Li gor agahîyên ku tên li îranê 23 parlementer bi vî nexweşîyê ketine.Hevaleke rojhilatî heye ,dibêje ev nexweşî wê bibe dawîya wan.Ji bo ku xwedê wisa dixwaze.



03.03.2020 14:30 | brzn

31. Bijîşkên rojhilatî bi govenda xwe amede bûne ji bo vîrûsa korona.
Here lînkê



03.03.2020 22:48 | cinorek

32. li ser vê vîrûsê zêde gotegot hene. boşûbelaş, zana, textor filan bêvan... her kesek tiştek dibêje. yên boşûbelaş siktir ke lê mirov ji zanayan jî bawer nake. û van kerên li tirkÎyê her henekê xwe bi vê vîrûsê dikin. her ku di twitterê de dikevim tag a vîrûsa korona, aciz dibim xebera dikime wan û derdikevim. miletek ev qas çawa dibe yaw!?!? xwezî vîrûsa kerona heba û van kera bikuşta. .
(bnr: vîrûsa kerona)



04.03.2020 14:47 ~14:55 | xwelî li ser

33. Wezîrê tendirûstiyê yê romê mikur hat ku yek kes bi vê nexweşiyê ketiye. Ev kes hatiye karantîna kirin herwiha kesên têkiliya wan bi vî zilamî bûne jî hatine dorpêç kirin.
Îroj hemu rektorên zankoya dê demjimar 18 da bicivin bo vê vîrusê. Herwiha îroj çend zankoyên taybet jî betlane dane.niha gel dest bi xistina berdevka kirine.



11.03.2020 17:21 | tîrêj zana 21

34. heta demeke dirêj rojeva cîhanê û kurdan dê ev be.
tişta herî girîng şûştina destan e û divê her kes baldar be.
ji vê nexweşîyê heta niha zarok an jî ew kesên ciwan nemirine. piranî van kesên emrê wan li ser 70-80yî ji ber lawazbûna hûcreyan û sîstema laşî nikarin li ber xwe bidin.
lewma girîng e ku her kesê pêşîyê hay ji xwe hebe û paşê jî hay ji dê-bav û dapîr-bapîrên xwe hebe.



11.03.2020 18:47 | lehî baranyan

35. Bêxwedîkê emê ji tirsa wê bimirin *



11.03.2020 21:31 | zîzo

36. Em ne koronayê em tirsa bimrin



12.03.2020 14:17 | dilreş

37. nexweşê/a duyemin jî peyda bûye li tirkiyê. kifş e ku van rojan wê jimar nexweşan zêde bibe jiber wextê kurkbûna vîrûsê hêdî hêdî diqede.



13.03.2020 11:20 | xelîl

38. û herwiha li tirkiyê hinek pêşgirî ji bo belavnebûna vîrûsê hatine kirin.

- dibistan hatin betlanedan,
- ji bo hinek karmend û saziyên dewletê qedexeya çûna derewelat hat dayîn,
- û hwd,



13.03.2020 11:28 ~2020.03.18 09:56 | xelîl

39. û herwiha jî aliyê partiyên kurdan ve li bakur pîrozbahiyên newrozê ya 2020an hatin betalkirin.



13.03.2020 11:30 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» vîrûsa koksakî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî