40. zûbizû guh nadim tiştên fîşalkirî. ji xeterên bi ihtimaleka piçûk zûbizû natirsim. lê belê ev yek zirava min qetand. ne jiber ku ji bo xwe ditirsim. zirava min qetya jiber ku min di jiyana xwe da tişteka weha nedîtîye. û min bawer nedikir ku heya mirinê bûyereka wisa çêbibe û ez bi çavê xwe bibînim. |
|
14.03.2020 02:03 |
mirovekirind
|
41. Li Tirkiyê Hejmara nexweşan bûye 18. |
|
16.03.2020 08:43 |
xelîl
|
42. Vîrûseke êdî psîkolojiya me xirab kiriye. Xwedê me jê biparêze çi bêjim wa em nikarin xwe biparêzin. |
|
16.03.2020 10:56 |
xabûrî
|
43. Bûye sedema paqijiyê. Ji her derê bêhna qolanya û sabûnê tê. Hingî min destê xwe şûştibû îro min tiliya xwe danî ser mekînê, şûna tiliya min nedixwend, şûna tiliya min jê çûbû. Bi saya wê emê 3 hefta bêhna xwe bidin. De xwudê ji min û wê re mezin e. |
|
16.03.2020 13:50 |
tîrêj zana 21
|
44. Ew çi bu li me qe wimî? Pirî mala xera kirîye. înca bi rastî xelayî tê. |
|
16.03.2020 21:44 |
hêdî kurro hêdî ma qey xelaye
|
45. xetereyek gelek gelek mezin e. îdîayek virt û vala ye. erê her roj ji ber pehînên hêstiran jî bi sedan kes dimirin lê mesele ne ew e. 1- ev vîrûs gelek lez belav dibe. 2- eger em ji bo nexweşekî, hemû derfetên nexwşxaneyê bi kar bînin jî, îhtîmala mirina nexweş %3 fîlan e. 3- dema vîrûs li milyonan belav bû, wê sîstema nexwexaneyan hilweşe û wê rêjeya mirinê belkî bibe %10 an jî 20. li ser rûyê dinyayê tu dewletek tune ku di senaryoyekî wisa de bikare xizmeta tendûrîstiyê bide hemû welatîyên xwe . wê demê dibe ku 100 mîlyon mirov jî bimirin. li navçeya ku ez lê me, nifûs 250.000 e lê li nexweşxaneyê tenê 10 cîhazên bo piştgirîya nefesê hene. eger di heftîyekê de 1000 nexweşên bi zature werin, wê %99ê wan nekarin bikevin van cîhazan û vêca ew û şensê xwe. ev li alîyekê. ji aliyê din ve: dema ev cîhaz tije bûn (ku dikarin dikarin di nava nîv saetan de tije bibin), dema we qezayek kir, hûn ê nekarin emelîyat bibin ji ber ku wê anestezî nekare we razîne. wê nexweşên kanserê û nexweşên din yên giran, wê hemû vêxwedî bimînin. wê bi hezaran kes jî wisa bimirin. welhasil, esas xwedîyê vê îdîayê divê hişê xwe bide serê xwe. |
|
17.03.2020 20:55 |
simurg56
|
46. Mîjarên derbarê vîrûsa korona de weşanên bi zimanê kurdî heta niha 6 rûpel cîh li ser google girtiye. Here lînkê |
|
17.03.2020 23:46 ~23:48 |
brzn
|
47. wezîrê tenduristiyê a tirkîyê gotiye kesa yekem ji ber vîrûsa koronayê giyana xwe ji dest da. |
|
18.03.2020 00:12 ~15:30 |
brzn
|
48. Rewşa nexweşiyê li Tirkiyê: |
|
18.03.2020 11:19 |
xelîl
|
49. Çiqa dibihure mirî û nexweş zêde dibin. Ya herî dawî min xwend digo 2 kes mirine ,198 jî pê ketine. Her kes ketiye hundirê xwe û dikan filan jî girtîne. Rewş ber bi nebaşiyê de dere. Ji mala xwe derneyên, haj xwe hebin. |
|
19.03.2020 14:06 |
tîrêj zana 21
|
50. vîrûsa ku bûye sedema nederkatina gel ji derve. xwe parastina herî baş mal de mayîn e, heta ku dermanê vê vîrûsê hat afirandin..başûr û rojava derketina derve qedexe bûye.hejmara mirîyên rojhilat û îrane herroj zêde dibe.derîyen sînor hatine girtin.balafirxane naşixulin.li cîhanê de kurbanîyen herî zêde îtalî ne.tê gotin wî welatî 3500 derbasbûyî ye.hejmarên mirîyên îtalî ê çîn ê derbasbûye.jı bo xwe,ji bo malbata xwe,jı bo netewê xwe divê gere mirov xwe biparêze. |
|
19.03.2020 21:35 |
golikvan
|
51. (bnr: korona derew e) |
|
19.03.2020 22:47 |
dilreş
|
52. Van rojan ji ber vîrûsa koronayê kitêba (bnr: albert camus) ya bi navê (bnr: the plauge) an jî bi wergera tirkî (bnr: veba) cardin ketîye rojeva dinyayê, ya xwendevanan û nivîskaran. |
|
20.03.2020 03:15 ~03:16 |
lehî baranyan
|
53. mixabin li tirkiyê ji hemû dewletên din leztir belav dibe. |
|
20.03.2020 07:09 |
simurg56
|
54. (bnr: pandemî) |
|
20.03.2020 09:25 |
xelîl
|
55. (bnr: vîrûsa koronayê) |
|
20.03.2020 15:38 |
giyanstêr
|
56. Vîrûsa ku bi lez û bez belav dibe.li gor agahiyên min bi dest xistine hejmara kesên pê ketine li romê gihaştiye hezara.wer dixuye dê hîn jî bêhtir bibe. Hikumat hêdî hêdî hejmarê bilind dike. Dernekevin derve, yên ciwan dibêjin bi me nagire û dertên, law ma bi we nagire îja hûnê werin malê dêbavê xwe, kal û pîrên xwe pê bixin.heşê xwe bi serê xwe din, li malika xwe rûnên. |
|
21.03.2020 00:44 |
tîrêj zana 21
|
57. bi sedan kes pê ketine û aşkereye ku wê gelek kes jê bimirin li tirkiyê, ji riyê nezan û bêaqilan da tiştên xirab tên serê meriv, ji ber vê yekê baştire qederekî mirov li mala xwe bisekine û dernekeve derva. |
|
22.03.2020 07:58 |
afa
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |