Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 48 peyam
vîrûsa koronayê - tirşik
vîrûsa koronayê

Navê mijarê ya ewil ev bû:vîrûsa korona
(27) (4) (8)
di mijarê de bigere

40. zûbizû guh nadim tiştên fîşalkirî. ji xeterên bi ihtimaleka piçûk zûbizû natirsim. lê belê ev yek zirava min qetand. ne jiber ku ji bo xwe ditirsim. zirava min qetya jiber ku min di jiyana xwe da tişteka weha nedîtîye. û min bawer nedikir ku heya mirinê bûyereka wisa çêbibe û ez bi çavê xwe bibînim.

do ez baş tê gihîştime ku ev yek tofanek li pêşberî me ye. (bnr: catastrophe) bandora vê vîrûsê (vîrûsa korona) ne bi tenê li ser tendirustî, li warê aborî, civakî, danûstandinê, siyasî, hilberînê û hwd, û yên din, û yên din... bandora vê vîrûsê hema bibêje dê li ser her tiştî çêbibe. Êdî dinya ne wekî berê ye, qey demekî nû destpê dike.



14.03.2020 02:03 | mirovekirind

41. Li Tirkiyê Hejmara nexweşan bûye 18.

Li gorî îstatîstîkên rêxistina tenduristiyê ya cîhanê (who) jiber vê vîrûsê li cihanê 163 hezaran zêdetir mirov nexweş ketine û 5746 mirov mirine. Û li 146 welatan ev vîrûs belav bûye.

Çavkanî: Here lînkê



16.03.2020 08:43 | xelîl

42. Vîrûseke êdî psîkolojiya me xirab kiriye. Xwedê me jê biparêze çi bêjim wa em nikarin xwe biparêzin.



16.03.2020 10:56 | xabûrî

43. Bûye sedema paqijiyê. Ji her derê bêhna qolanya û sabûnê tê. Hingî min destê xwe şûştibû îro min tiliya xwe danî ser mekînê, şûna tiliya min nedixwend, şûna tiliya min jê çûbû. Bi saya wê emê 3 hefta bêhna xwe bidin. De xwudê ji min û wê re mezin e.



16.03.2020 13:50 | tîrêj zana 21

44. Ew çi bu li me qe wimî? Pirî mala xera kirîye. înca bi rastî xelayî tê.




45. xetereyek gelek gelek mezin e.

korona derew e/118291


îdîayek virt û vala ye. erê her roj ji ber pehînên hêstiran jî bi sedan kes dimirin lê mesele ne ew e.

1- ev vîrûs gelek lez belav dibe.
2- eger em ji bo nexweşekî, hemû derfetên nexwşxaneyê bi kar bînin jî, îhtîmala mirina nexweş %3 fîlan e.
3- dema vîrûs li milyonan belav bû, wê sîstema nexwexaneyan hilweşe û wê rêjeya mirinê belkî bibe %10 an jî 20.
li ser rûyê dinyayê tu dewletek tune ku di senaryoyekî wisa de bikare xizmeta tendûrîstiyê bide hemû welatîyên xwe .
wê demê dibe ku 100 mîlyon mirov jî bimirin.


li navçeya ku ez lê me, nifûs 250.000 e lê li nexweşxaneyê tenê 10 cîhazên bo piştgirîya nefesê hene. eger di heftîyekê de 1000 nexweşên bi zature werin, wê %99ê wan nekarin bikevin van cîhazan û vêca ew û şensê xwe.
ev li alîyekê.

ji aliyê din ve: dema ev cîhaz tije bûn (ku dikarin dikarin di nava nîv saetan de tije bibin), dema we qezayek kir, hûn ê nekarin emelîyat bibin ji ber ku wê anestezî nekare we razîne.
wê nexweşên kanserê û nexweşên din yên giran, wê hemû vêxwedî bimînin. wê bi hezaran kes jî wisa bimirin.


welhasil, esas xwedîyê vê îdîayê divê hişê xwe bide serê xwe.



17.03.2020 20:55 | simurg56

46. Mîjarên derbarê vîrûsa korona de weşanên bi zimanê kurdî heta niha 6 rûpel cîh li ser google girtiye. Here lînkê

ev jî tê vî wateyê ku lêgerîna û nivîsên bi kurdî pirr kêm in.Berê min nikaribû bi kurdî bigerîyama lê êdî ez gelemperî bi kurdî tiştan digerim.Dema kurdî bigerî divê bi zimanê îngîlizî da google'ê bikarbînî bo ku zêdetir tiştên bi kurdî têkildar tîne pêşberê te.



17.03.2020 23:46 ~23:48 | brzn

47. wezîrê tenduristiyê a tirkîyê gotiye kesa yekem ji ber vîrûsa koronayê giyana xwe ji dest da.

edît:serokvezîr na wezîr e , kes jî hişyar nake*



18.03.2020 00:12 ~15:30 | brzn

48. Rewşa nexweşiyê li Tirkiyê:
- 97 nexweş ketiye
- 1 miriye

Li cihanê:
- 184,876 nexweş ketiye
- 7,529 miriye

Here lînkê



18.03.2020 11:19 | xelîl

49. Çiqa dibihure mirî û nexweş zêde dibin. Ya herî dawî min xwend digo 2 kes mirine ,198 jî pê ketine. Her kes ketiye hundirê xwe û dikan filan jî girtîne. Rewş ber bi nebaşiyê de dere. Ji mala xwe derneyên, haj xwe hebin.



19.03.2020 14:06 | tîrêj zana 21

50. vîrûsa ku bûye sedema nederkatina gel ji derve. xwe parastina herî baş mal de mayîn e, heta ku dermanê vê vîrûsê hat afirandin..başûr û rojava derketina derve qedexe bûye.hejmara mirîyên rojhilat û îrane herroj zêde dibe.derîyen sînor hatine girtin.balafirxane naşixulin.li cîhanê de kurbanîyen herî zêde îtalî ne.tê gotin wî welatî 3500 derbasbûyî ye.hejmarên mirîyên îtalî ê çîn ê derbasbûye.jı bo xwe,ji bo malbata xwe,jı bo netewê xwe divê gere mirov xwe biparêze.



19.03.2020 21:35 | golikvan

51. (bnr: korona derew e)



19.03.2020 22:47 | dilreş

52. Van rojan ji ber vîrûsa koronayê kitêba (bnr: albert camus) ya bi navê (bnr: the plauge) an jî bi wergera tirkî (bnr: veba) cardin ketîye rojeva dinyayê, ya xwendevanan û nivîskaran.

du nivîsên îngilîzî yên di derbarê vîrûsa koronayê û vebaya albert camus li jêr in.

Here lînkê

Here lînkê



20.03.2020 03:15 ~03:16 | lehî baranyan

53. mixabin li tirkiyê ji hemû dewletên din leztir belav dibe.
yek ji van sedeman jî ew ehmeqên cahîl in ku dubêjin korona derew e fîlan.
cahîl in, ji ber ku him nizanin, him jî haya wan ji nezanîna xwe tune û di ser de jî mîna profesoran diaxivin.
- korona derew e
- em misilman in, tiştek bi me nayê
- vîrûs nikare me tirkan
- em mirovên paqij in
- ev lîstikên dijminên me ne
û hwd.


ji ber ehmeqên wisa, vîrûs bi bedena wan belavî her derî dibe. rewş bi rastî jî ne baş e. rewş ji hejmarên fermî jî gelek xerabtir e.
vîrûs piştî ku dikeve laşê mirov, piştî demeke dirêj nexweşî xwe dide der. heta wê demê jî mirov li hemû derdora xwe belav dike. îhtîmalek mezin, mirovên wisa li tirkiyê vê gavê bi hezaran hene. di nava 1-2 heftîyan de wê hejmarek mezin nexweş bikevin nexweşxaneyan û nexweşxane bixetimin.

min behsa wan ehmeqên cahîl kiribû, newsa?



20.03.2020 07:09 | simurg56

54. (bnr: pandemî)

êdî bûye pandemî û rê li ber nayê girtin. jiber vî qasî dewletên mezin dixwazin belavbûna nexweşiyê bi awayek hêdî û giran bêxin di bin kontolê xwe de, ji ber ku kapasîte û fonksiyonên sîstema tendurustiyê ji hedê xwe zêde nexweşan n,kare hilîne.

û herwiha hejmara nexweşan 250 hezaran û hejmara miriyan jî 10 hezaran bihûriye.



20.03.2020 09:25 | xelîl

55. (bnr: vîrûsa koronayê)



20.03.2020 15:38 | giyanstêr

56. Vîrûsa ku bi lez û bez belav dibe.li gor agahiyên min bi dest xistine hejmara kesên pê ketine li romê gihaştiye hezara.wer dixuye dê hîn jî bêhtir bibe. Hikumat hêdî hêdî hejmarê bilind dike. Dernekevin derve, yên ciwan dibêjin bi me nagire û dertên, law ma bi we nagire îja hûnê werin malê dêbavê xwe, kal û pîrên xwe pê bixin.heşê xwe bi serê xwe din, li malika xwe rûnên.



21.03.2020 00:44 | tîrêj zana 21

57. bi sedan kes pê ketine û aşkereye ku wê gelek kes jê bimirin li tirkiyê, ji riyê nezan û bêaqilan da tiştên xirab tên serê meriv, ji ber vê yekê baştire qederekî mirov li mala xwe bisekine û dernekeve derva.



22.03.2020 07:58 | afa

dengdanên dawîn (yên din..)
threads [1]
Hevqedera tirşikê ye bawer kim. Nişkave bilind bû paşê nişkave têk çû....
kolaya zer [1]
Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya...
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
belki ev jî bala te bikişînin
» vîrûsa koronayê

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî