Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
vîrûsa koronayê - tirşik
vîrûsa koronayê

Navê mijarê ya ewil ev bû:vîrûsa korona
(27) (4) (8)
di mijarê de bigere

77. Hejmara nexweşên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê gihiştiye 10 hezaran û hejmara miriyan jî gihiştiye 131an.

Here lînkê



30.03.2020 01:20 | xelîl

78. vîrûsa ku îtalya, îspanya, amerîqa û fransa daye pey xwe rapêç kiriye diçe



31.03.2020 11:02 ~11:03 | bûtîmar

79. Virûsa ku Tirkîye ji bo pera kampanya çêkirî ye.



31.03.2020 19:03 | dilreş

80. Her tişt li alîkî dibêjin ji ber ku piştî belavbûnê vê vîrusê xelk li malên xwe ne, qirêjîya hewayê jî gelkî daketiye. Dinya jî ji xwe re bêhnek girt



31.03.2020 19:36 | bedirxan

81. Niha li romê hejmara kesên pê ketine gihaştiye 15679 a, hejmara miriya jî bûye 277.



01.04.2020 19:56 | tîrêj zana 21

82. rêjeya berbelavbûnê pir zû bilind dibe. hikûmeta tirk naxwaze (nikare) barê qedexekirina derketina kolanan hilgire û budçeyek bo pêwîstîyên gelê xebatkar terxan bike. Herkes diçe kar lewma korona wek ba belav dibe. Heger Çîn ji xwe re bikin mînak rêbazên wan bên sepandin û qasî heyvekê derketin mînîmîze bikin wê ev bela ji stûyê me vebe. Lê vê dewletê çi karek qenç kirye da ji vê qrîza global rûspî derbikeve. hêj wek parsekan pere ji milet dixwaze. Çi dewletek pîsek, rezîl û xwînmije.

herî zêde dilê min ji bo bijîşk, hemşîre û xebatkarên tendirûstîyê diêşe. Ew sax dikevin rîska nesaxîyê. Hêvî dikim bi kêmtirîn mirin em ji vê vîrûsê rizgar bibin.



01.04.2020 20:36 | hespêsor

83. belavbûna wî pirr pirr hêsan e bo ku gel vî yekê fêhm nake.Bi rastî min jî fêhm nedikir , lê piştê dîtina tûşbûna kesên navdar ku şewbayê ketine min fêhm kir, ev pirr hêsan belav dibe.Ji bo ku li ser tiştan ve digire û zû zû jî pûç nabe.mînak li ser tiştên plastîkî heta 72 saetan disekine.Kesên ku li derva devê wan vekirî digerin , ew kesên ku fêhm nakin e.
Ew kesan , ji derve bi rêya bêhnvedanê nebe jî şexbaya ku cil û kinc û serê van ve digire tînên mala xwe derbasê kesên din jî dikin.
(bnr: xemsar)



01.04.2020 20:53 ~20:54 | brzn

84. Ez bawer kena bi eno halê xwu do nêweşî hemî ca de vila bo. şarê ma qet aqilê xwu nêgêno serê xwu. şîret zî ên rî feyde keno! homagirteynî nêzanî vîrûs çî yo, feqîrê homayî nêzanî xwupawitiş çî yo.

Ez xebera ra ewnêna Merdim qarantîna ra remayo. Hey kêmaqil! Ti xwu nêfikirênî dor û dormarê xwu bifikiri. Maya xwu baw û bapîrê xwu bifikiri.

Homa ma na nêweşîya pandemî ra bipawo, vernî de hiş û aqil bido ma.



01.04.2020 21:09 | kajav

85. mixabin bûye sedema mirina xoceyê me yê pir pir hêja, prof. dr. cemil taşcioglu.
camêr dr.house'ê fakulteya tibê ya stanbolê bû.
yekemîn nexweşê koronayê ya li tirkiyê, li cem wî muayene bûbû. bi vî awayî vîrûsê vegirtibû. ev ji 10 rojan zêdetir bû ku entube bû. berî çend saetan çû ber rehma xwedê.

tu xwendekarê fakulteya tibê ya stenbolê tune ku wî nas neke û jê hez neke. xwedê rehma xwe lê bike.



01.04.2020 21:14 | simurg56

86. hewce ye ku derketina kuçe û kolana qedexe bibe



04.04.2020 18:21 | afa

87. li dinyayê hejmara mirovên ku jiber vê vîrûsê nexweş ketine bûye 1.1 milyon û yên mirine bûye 60 hezar.

li tirkiyê û bakurê kurdistanê hejmara nexweşan bûye 20 hezar û ya miriyan bûye 425.

nexşeya koronayê ya zanîngeha john hopkinsê: Here lînkê



04.04.2020 19:33 | xelîl

88. Esselamu Aleykum
Gelî tirşikvanan;

Koronavîrus belayeke, bobelateke ji aliyê Xwedê ve hatiye şiyandin e.

Pey de bi tinaz kirinan, bi henekan, bi kenînan wê pergandin. Kengî li tora medyaya civakî dinêrim henek kirina bi vê babetê û pêkenî.

Temam bes, besss...

Aya hîç ji vê rewşê, ji hêrsa(xezeba) Xwedê ditirsin nîn in?
Bela û bobelat bûye tiştekî hêsan.

Tirane kirin, bi taybetî li ser vê mijarê yekcar karê şeytên e. Û ev rewş nîşaneya hişkbûna dil e.
Xweda wisa ferman dide:

''Qet nebe di gava tengasiya ku em bo wan ecibandîbûn gihîştibû wan, lava kiribana. Lê dilê wan hişk bû. Çunke şeytan ji wan re kirinê wan bi xeml û xweş nîşan da.''
(6, En'am: 43)

Em tiştên li derdora me rû didin qey nabînin? Nexweşan, miriyan nabînin?
Gelo em li benda çi ne?
Li benda bobelateke mezin de ne ji asîmanan bihê xwar û me ji hal de bixe ku fêre jê derbixin û ji Xwedê lêborîn bixwazin?

Misilmanan li hember karesat û bobelatan çi divê bikin qey nizanin?
Divê misilmanan li hember bela û musîbetan; bi tobe kirinan(bi hişê xwe nûyandinan), bi dirozan(bi du'ayan) û ji Xwedê lava kirinan hewar dabixin.

Û tu!
Kesên vê rewşê bi henek, pêkenî û kenawerî re belave dikin...
Bi te re hest nîn e, dil niye, pejn nîn e.

Perwerde rawestiya, sînoran hatiye girtin, deriyên mizgeftan hatiye dadan, Nimêja Înê û bi civatî nimêj kirin rawestiya.

Bangbêjan dibêjin limêjên xwe di nav malên xwe de bikin.

Ummet ji hevdû veqetiyan...

Mirovên li rûyê erdê dihîn fêre ji vê dernexistin.

Aya Xwedê bi vê bobelatê hêrsbûna xwe ji me re ragihand?
Qey ev bobelat e bergîdana kiryarên ku em bi destên xwe ked kirine?

Ew hişyarî ye, hişyarî!

Tişteke gelte pê kirinê niye!

Xwedan wilo radigîne:

''Heyf çi heyf e li wan bendeyan! Her resûlê(pêxemberê, peyamê, şandiyê, hinartiyê) ji wan re hatibê, nebûye ku wan hey pê tinaz nekirine.''
(36,Yasîn: 30)

Resûl ji bo rast kirina riya xwe ne hişyariyek e? Nexweşî ne ji hişyariyê ye?

Ev ayet ne tenê bi taybet ji bo Resûlella hatiye hinartin. Bi rastî ev ayet hemî peyamberan digre nava xwe.
Wekî bi gotina Xwedê:

''... . Em hey bi mebesta hişyarîkirina bi tirsandinê beratên derhoze dişînin.''
(7, Îsra: 59)

Ku îroj netirsê tu wê kengî bitirsê?

Li gel dirozên(duayên) umêdwar yên ji Xwedê daxwaz kirî ji yekî re kesayetî peyde kirin jî pêwîst e.
Ev kesayetî jî bi tobe kirinê(bi hişê xwe nûyandinê) û bi kirina kiryarên baş pêk were.

''... . Xwedayê me! Me xwe bixwe zilm kiriye, heke tu li me neborînî û tu li me nayîrînî bi vebirî emê bibine ji wan kesên windakiriyan.''
(7, A'raf: 23)

Xwedayê me, me ji kesên îstixfara xwe anîne bike.

Xweda wisa radigihîne:
''Bêguman emê berî ezabê mezin(berî ezabê axretê), ji ezabê hindiktir(ji ezabê dinyê) bi wan bidin çêjandin( tam kirin), hêvî heye ku vegerin.''
(32, Secde: 21)

''Bi sedema ku mirovan bi destê xwe (guneh) ked kirine, tevdanî( fesadî, xirabî) di reşayî û deryayê de xuya bû, dibe ku wan ( ji kirinên xwe) pey de bizivirin, (Yezdan) hinek ji kirinên wan bi wan bide çêsandin(ta'm kirin).''
(30, Rûm: 41)

''Û heke (civatê wan welatan) bawer kiribûbana û bi berpirsyarane tevgeriyabûbana meyê li ser wan de zêdehiyê ax û ezmanê li ser piştê vebikira lê derewandin. Êdî me jî bi sedema keda ku wan kiribûn, wan hişk pê girtin.''
(7, A'raf: 96)

Xwedayê me, me ji wan kesan bike ku bi tobe kirinê xwe arasteyî te kirine û me bixe nav wan kesan ku xwespartiyeke bidilsozî xwe spartine te.

Tu mezin î û tu ji hemî kêmasiyan dûr î.

Yezdan wilo ferman dide:

''Haydê, bo kêmasiyên xwe lêbprîna xwe ji Xwedayên xwe bixwazin. Û paşê bi tobe kirinê(bi hişê xwe nû kirinê) xwe arasteyî Xwedê bikin; ku Xweda jî heya wê danê(demê) navdayî we bi awayeke xweşik bide jiyandin û ji hemî bêhnpakan re bergî bêhnpakiyên wan bide. Û heger hûn berê xwe jê biguherînin, êdî (hûn baş bizanin ku!) ez ji wê şapata roja mezin, ku bi ser we de were, ditirsim.''
(11, Hûd: 3)

''Ji Semûd re hemnîjadê wan ê Salih şiyandin. (Salih) Got ku: ' Gelê min!', tenê ji bo Yezdan re perestî bikin, ji Wî dîtir Xwedawend tine (ku hûn djê re bendetiyê bikin). Ew e hûn ji ax afirandiye û ji we re behreya avakirina axê pêşkêş kiriye. Hingê ji bo gunehên xwe lêborîn hey ji Wî bixwazin û bi hişê xwe nû kirinê( bi tobe kirinê) berê xwe bidin Wî; çimkî Xwedayê min (ji kesên berê xwe vegerandine Wî re) nêzîk e, tekane mercî Ew e ku dirozan(du'ayan) qebûl bike.''
(11, Hûd: 61)

Xwedayê me, em tobe dikin. Tobe û du'ayên me qebûl bike.

Eger kesên serpêhatiyên û encamên mirovên ku berê me jiyan kirine tatêl dikin hebin, teqez;

Ji sûreta Ta Ha(20) ji ayeta 100ê heta ayeta 135a (heta dawiya sûretê)
û
sûreta Îbrahîm(14) ku ji bi 52 ayetan pêk tê

Bixwînin.

Belku bîst deqîqe bi xwendina wan naçe lê jiyana we biguhere û jiyana we watedar be ku Xwedê bike.

Li gel silavên germ.
Bîmînin xêr û xweşiyê de.



04.04.2020 21:07 | rûbar

89. Vîrûsa ku bûye pêlîstok bo hemû hişmendiyan. Her hişmendiyek sedema hatina vê nexweşiyê bi awayekî bi xwe ve girê dide. Bisilman dibêjin, ev nexweşî bo ceza kirin û bal kişandina xeteriyê mirovan ji aliyê xwuda ve hatiye şandin. Komunîst dibêjin, bi vê nexweşiyê, rewşa pergala kapîtalîst derketiyê holê û bi vê pergalê jiyan nameşe, divê dewletên kapîtalîst heşê xwe bi serê xwe din û li sosyalîzmê vegerin.
Wer hasil hemû hişmendî wekî ku di dîrokê de kirin e, îroj jî dîsa dixwazin kirîzên gerdûnî bikin firsend ji xwere, lê wekî ku ji kesê aqilmend re jî kifş e ku ev vîrus nexweşiyeke ji nexweşiya ye û ne cara yekem e, dihê serê gerdûnê.
Em mirov dibên qey di fezayê de tekane zîndewer in û ev hemû feza li dora me digere. Lê mixabin ne awha ye. Mirov jî cûreyek ji zîndeweran e ku li ser ruyê erdê dijî. Ev gerdûn bi milyona sal e digere û mirov jî hew tenê 60 hezar sal e li ser vê gerdûnê ne.yanê gerdûn mayinde ye , zîndewerên li ser wê diguherin. Mixabin û sed mixabin heke qira mirovan jî bê , gerdûn dê dîsa weke xwe berdewam be....



04.04.2020 23:31 | tîrêj zana 21

90. Here lînkê



05.04.2020 02:45 ~2020.04.13 01:37 | afa

91. rewşek pir nexweş e xweda alîkarê me be bi taybetî yên ku bê dewlet *


sazkirina jêr: Min rêzefilma the walking dead xilaskir lê seasona 10mîn hêj min peyda nekir*, paşî min bi versiyonek din a bi navê fear the walking dead destpêkir. bawer bikin min bêhna xwe teng kir bi wan filman we.

Ferz bikin ku ew sîstema niha em tê da bi temamî herifî ( (bnr: têkçûyîn) û em wegerîn jiyaneke bê qontrol. Ne leşker/asayîş ne dewlet/dadgeh hene. Çikesê jî hay ji çikesan an Jî çi erdan tune be. êca aliyekê lêgerîna xwarinê aliyekê xwe parastina ji diz û talankeran ji kujeran... insan li ser hebûna xwe dîsa pisyaran dike ez çi me, kî me, gelo ew çi rewş e, em çi dikin, çima wisa lêhat û em ê çi bikin... di wê halî de jiyana berê û rewşa niha di mêjiyê mirovan da lihevdixin hinek wenda dibin hinek ser dikevin hinek bindikevin. tiştek esil jî ew e ku jiyan wek berê nabe. Lê dîsa jî bi şiklekê mirov rêya xwe peyda dikin.

Di wê rewşa niha de jî çi bibe bila bibe ger benî adem(bnr: human race) sax bimîne, wê rêyekê ji xwe re dîsa peyda bike. ku rewş zêde giran an jî siwik ferq nake insan dê he xwe biparêze û jiyana xwe berdewam bike.



05.04.2020 05:30 ~2020.04.06 05:22 | de facto hozan

92. Bi xêra vê vîrûsê carina xwe weke dîstopyayekî de hîs dikim ev demeke her çi qas min xwe zêde îzole nekiriye jî ji gelek tiştan.
Min xwest fîlma pandemî temaşe bikim ku dinyayeke ya rastî Amerîkayeke ji ber vîrûseke li ber manûnemanê teswîr dike, min nekarî bibim serî ji ber ku zêde karîkatûrîze hat, min fêm kir ku tiştek heta ku rastiya wê ya bel û berbiçav heye çîrokên pevxistî tu tamê nadin.
Bi xêra Vîrûsê min hay ji gelek rastiyan çêbû.
- xwûdê heye û wê rojekî bi rastî jî bela mirovên jirêderketî ji binê lingê wan bide wan!
- mirov û dinya di nav ahengeke zêde zêde zîz û zirav de diçin û tên. ev nefs û xawên û serxweveçûna mirovan wê bibe serê sebeba wan û dinyaya tê de dijîn.
- sektora tenduristiyê bi kêrî seriyek pîvaz nayê, digel hemû pêşveçûnên teknîkî hîn jî nekarîne serwextî can û cesedê mirovan bibin.
- hemû dewlet di serî de jî dewletên mezin ji bo parastina sermiyan û sermiyandaran heye, xelkê ji rêzê ne xema wan e, li ber mirina xelkê na li ber têkçûna sîstema nexweşxaneyan dikevin.
- dewlet ku mirovên rêkxistî ne hemû enerjiya xwe ji bo berhemînana çekan li dijî hev dimezêxin li hemberî felaketên rastî hîç amadekariyek nekirine. ji bo forsê ketine nav rikberiywkî ji bo bidin pêşiya hev di çûn û vegirtina heyv û stêrk û galaksiyan de lê hîn hay ji qûa xwe ya tazî nîn in, Vîrûsek nanometrîk dikare tirrê ji qûna hemûyan berde.
- rabûna sînoran tev derew e! ya rastî tim derew bû tenê Kurdên ker yên xweliya amarayê bi serê xwe de kirine li ber hatibûn.
- mrov bi tenê ye, tenê tê, tenê dijî û tenê dimire!



06.04.2020 04:18 | endazer

93. Vîrûsa ku kifş e di vê meha avrêlê de wê berbilavtir û geştir bibe. Sîstema navneteweyî wê çiqas û heta kengê li ber xwe bide nizanim lê ezmûnekê mezin dide niha.



06.04.2020 05:06 | xelîl

95. vÎrÛsa ku neçalakbÛna bijîşkên tirşikÊ berçav kiriye. mixabin bijÎşkên tirşikê di vê ezmûnê de di polê de man. bi qasî ku ji dest wan dihat raya giştî û tirşikvana agahdar nekirin. herwiha kesÊn dibÊjin korona derew eji baş serwext nekirin e. her çend hewl dane çend agahiyan bidin jÎ bi ya min ev agahî û hewldan kêm û lawaz mane. ji xwe derketina kesÊn ku ji vÊ vÎrÛsê bawer nakin jÎ vÊ idayÊ piştras dike.



07.04.2020 17:02 | tîrêj zana 21

96. jiyana hemû kesî guherand. ji zarokê 1 salî heta, zilam an jî jina 80 salî, jiyana herkesî giherand.
beriya 2 heftiyan kê bawer dikir wê rewş bê vê astê.

wisa xûya ye ku wê hê gelek bidome û wê bibe mirina gelek kesan.



07.04.2020 19:58 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» vîrûsa koronayê û 5g

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî