Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
pîyaseya erebeyên kevin - tirşik
pîyaseya erebeyên kevin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pîyaseya ku li gorî çend salên berê, firiyaye çûye.
min berî sê salan erebeyek ji destê duduyan kiribû. bi wê erebeyê 85.000 km rê çûm. lê niha dema bixwazim bifroşom, dikarim bi bûhayekî nêzikî 25.000 tl zêdetir bifroşim. bêguman sedema wê ew e ku ji ber zêdebûna dolar û zêdekirina bacan, êdî zêdetir kes berê xwe didin erebeyên kevin. her sal êdî hindiktir erebeyên nû tên firotin û loma hejmara erebeyên di pîyaseyê de her roj kêmtir dibin, loma her ku diçe pîyase bilindtir dibe. herkes li pey wê yekê ye ku ji nasekî xwe re raporek derxe û li ser vî raporê erebeyekî bêyî bac bikire.



26.01.2020 09:43 | simurg56

2. piyaseya ku erebeyên 10 salî ên di 400 hezar km'yê de ne, weke erebeyên sifir bin tê firotin, an jî zû de ye ez li fiyetên erebeyên nû nanêrim *



26.01.2020 11:11 | brusk56

3. min dil hebu xwe re erebeyek buhaya wê derdora pencî hezar panotî bistenda lê vê buhayê erebeyen ku min niherîn da an km ya wan ser 200 hezarî bun an jî qezayên giran derbaskirî bun. vê gave ez e hevîya erzanbuyîna wan bim. rewş wusa xuyadike.



26.01.2020 12:33 | golikvan

4. Piyaseya ku di nava salekê de +20 hezar, di nava 2 mehan de jî +10 hezar tl bêhtir girantir bûye. Îda kirîna erebeyeke zehf bi zahmet bû. Ne îşê însana e. Dewlet gelê xwe li ser piyan didoşê. J'bo erebeyeke nû divê mirov dora 50 asgarî ucret bidê.
Û çi ecêb e ku, bi teybetî piştî krediyên vê taliyê di piyaseyê de erebeyên nû xilas bûne. Yanî hem zehf beha ne, hem jî milet dikirê.



26.01.2020 19:25 | gumgumok

5. Pîyaseya demekî ez jî tê de bûm. Heta jê xelas bûm canê min zer bû, pîr bûm. ji ber buhabûna erebeyên nû û krîza aborî buhayê erebeyên kevn gellekî zêde bûye. Di nav mehekî de bi hezaran pere tê li ser buhayê wan. Ji xeynî sedemên aborî, bi gotegotan hînbûm ku yek ji sedemên vê buhabûnê firoşkarên bê ehlaq û têrnexur in. gellek kes ji bilî karê ku dikin, kirîn û firotina erebeyan jî dikin. Ji bo qazanca zêde, dewa pereyekî ji heqê erebeyê zêde ji kiryaran dikin. Yên ku dixwazin erebeya xwe bifiroşîn jî çav didin wan. Pê re, pê re her ku diçe erebeyên kevn û kot buhatir dibin.
Axirê Wey li wî ku li rastê erebeyeke baş û firoşkarekî çê hat.
Lê ji xeynî buhabûnê û serêşiyê, ev piyasa têra xwe xwediyê jargoneke fantastîk e * çend mînakên ji wan bi tirki:
çıtır hasarlı, bayandan/doktordan tertemiz, boya takıntısı olan aramasın, kara şimşek yollarda, keyfe keder boyalı, ölücüler aramasın, sigorta şişirmesinden dolayı...



27.01.2020 00:55 ~00:55 | xeyda

6. hama bêje her hefte mîlyarek buha dibe.
bi rastî di dara dinyê de bi qasî tirkiyê dewleteke bêehlaq tune ye.
erebeya ku 100 hezarî ye ji ber vergîyan dibe 248 hezarî (min hÊ behsa mtv û kara bayîyê nekir)
heta saleke berê min ji xwe re ford focus dizel otomatîk digerîya. wê çaxê yeka paqij li amedê bi 85 hezarî dihat firotin lê aniha heman ereb bûye 130 hezar. çimkî sifira wê 250 hezar e; par van çaxan passat otomatîk 2015 model 110-120 hezar bû aniha eynî erebe di dora 180-190 hezarî de ye. çimkî di bayîyê de passata herî erzan 264 hezar e.



12.02.2020 15:24 ~22:06 | ferhenga şikestî

7. Sektoreke ji aliyê buhayên erebeyan bêdawî ye. Her diçe zêde dibe û kesek kontrol nake qey.



12.02.2020 19:44 | xabûrî

8. Vî wextî yên îmkana wan hey, dive erebeyê nekirin. J'ber ku buhaya erebeyan zêdeyî heqê erebeyan bûne. Perreyên mirovan di cihê xwe de dihelin lê fîyata tiştan roj bi roj zêdetir dibe.
Çend sedem hene:
1. Faîz zehf ket. Mirovan zêde kredî standin û berê xwe dane erebeyan û xaniyan. J'ber vê yekê xwediyên erebeyan fiyat zêdetir kirin.
J'ber ku hikumetê dixwest piyasa hinekî bilepitê, faîz kêmtir kirin.
2. J'ber krîzê, firmayan kêm erebe anêne Tirkiyê û bi ketina faîzê û krediyên nû erebeyên nû hatine firotin. Erebeyên nû di piyasayê de nemane. Meydan bû meydana erebeyên kevn.
3. Hingî sîstemeke bêehlaq li Tirkîyê heye, nayê gotin. Weke ferhenga şikestî jî goti bi jehra vergiyan erebeya bi 100 hezarî, çû 248 hezarî



13.02.2020 01:25 ~01:26 | gumgumok

9. pîyaseya ku her diçe bilind dibe .he jî sedema wê kes niakare me ra bejê an her kesek tiştek cûda dibejê.her ku diçe erebe stêndin bo kesê vî welatî dijîn dibe lûx. min jor behs kiribû lê ezê dîsa bejim erebeyek destê duduyan ku mirov dilek î rehet bejê ezê bistînim 70-80 hezarî kemtir nîne ku berî se çar salan ew bûha 20-30 hezar lire bûn..



21.06.2020 01:50 | golikvan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» pîyaseya erebeyên kevin
» erebeyên elektrîkî
» kevintirîn neteweya rojhilata navîn

Kategoriyên mijarê:: jiyan ekonomi jiyan ekonomi jiyan ekonomi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî