Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
dizîya pêlavan - tirşik
dizîya pêlavan
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Piranî li camî û li ber derîyan tê dizîn. Ewê ku li Amedê dijîn îhtîmaleke mezin e, li ser wan hatîye. Ji bilî serpêhatîya min * çîroka dizîya pêlavên min ne li Amedê li geverê qewimî. Min nû standibû û ji ber ku li geverê dizî zêde tune ye min ber derî danîbû. Piştî bûyerê li qamerayê dinêrîyam ciwanek 17-18 salî pêlavên min ji xwe re ecibandîye. Li pey neketim. Lê ji min re bû ders.



29.01.2020 11:59 ~12:00 | kajav

2. Li edenê, hîn dema ku xwendevanekî lîseyê bûm, bi hevalekî xwey tirk re diçûm mêja eydê. Tê bîra min du derban ser hev dizan solên wî yên nû dizîn (merqeyên wek adidas û nike bûn). Piştî van go "ew di mi n.n hek ji vir û ha nigê mi ket hewşa mizgeftê."



29.01.2020 12:14 ~20:54 | yusiv hemed

3. li hinek deverên weke Stenbolê ji devê derî jî dibin.Nexwasim pêlav nû be û te perene baş dabÛn pêlavê mirov gelekî li ber dikeve



29.01.2020 20:14 | oceancr

4. Rewşa ku 3 derba hatîye serê min
Dema ez biçuk bum di nimêja cejnê de hatin dizîn ez li ber tiştekî nakevim roja cejnê ez bi şimikê gerîyam ew pir zora min bir



29.01.2020 21:15 | tîrêj zana 21

5. Heke ji bo bikaranînê bê zehf eyb e,
heke dizî, j'bo firotinê bê, sûc e, divê werê cezakirin.

Heta niha li stenbolê ji devê derî çend şekalên min, carinan yên mêhvanen min hatine dizîn.
J'ber ku şekala herî nû û xweşik didiizin, bi min zehf ditêşiya.
Yaw j'bo xwidê, heke şekal ji were lazim bê û we dizî xistibê dilê xwe, tenê yek şekalê û ya kevn bidizin. Wî wextî ew şekal bila hediya min bê. Pirsgrêk tinne. Lê hûn bêbavîtî dikin û mirovan şepize dikin.



29.01.2020 23:59 | gumgumok

6. Li stenbolê solên diziyê tên firotin, wele hemû merqelî û 10 nimre sol in. Dema ku mirov Ji taksîmê dire ber bi unkapaniyê piştî pira unkapani mizgeftek heye li aliyê çepê. Di sikaka ber re, mirov dadikeve jêr. Piştî Şixûlê 200 metro li destê rastê bû, nizam ka hîn jî ev dikan li wir e ya NA(2017 bû). Jiyana xwe de hew carekê mi ji wir cotek sola diziyê stendibû. Hîn jî fedî dikim a rast. Law îca mi dît xelk sîparîşa didin. Zilêm digot "hani getirmedin?" Xwedîyê dikanê digot "abi birkaç gün daha sabret." Law mi go ev herbî nomissiz in.



30.01.2020 10:37 | yusiv hemed

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dizîya zebeşa

Kategoriyên mijarê:: jiyan yendin jiyan yendin jiyan yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî