Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
lê - tirşik
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin..



'' ji awira yekê, ez dilketime

roniya ji nava çavên te diberiqin

ji wî kenê te bo kêfa jiyanê.



Niha ez hez

Ji giriyê te jî dikim

U ji metirsiyan te ji jiyanê

U ji wê bêomediya

di nav çavên te de.



Lê li dijî tirsê

Dikarim alîkariyê bi te re bikim,

ji ber xweşiya min

herdem û hîn jî

biriqandina çavên te ye. ''



19.09.2013 06:27 | endazer

2. Du wate yên vê peyvê henin:

1- Bangkirin, gazîkirin ji bo jinan, pîrekan, mînak: çawanî lê, ka were lê, bê te babe lê

2- lêbelê, ancax, meger, mînak: lê ez wek te nafikirim, lê min pir ji te hez kiribû



10.04.2020 02:31 | afa

3. bo bangkirina keçan e
mînak; lê lêêê tu li ku ma yî ?



10.04.2020 02:40 | brzn

4. Tu çû yî ku lê
Dev ji min berda çû
Edî hev te dibînim
Lê min ji te hezkiri bû.



10.04.2020 13:35 | dilreş

5. kawa nemir gelek caran di helbest û wergerên xwe de li şûna baneşana gazîkirinê bi kar tîne. di tirkî de weke "ey" e ev. di îngîlîzî de weke "o". di erebî de "ya" ye. niha di kurmancî de ey'a tirkî zêdetir li kar e. bawer im peyvên yadê û yaboya ku li mêrdîn û derdorên wê tê bi kar anîn jî ji ya' ya erebî ye. ya dê!
lê di kurmanciya kevn de ev baneşan "o" ye. çavkanî jî pirtûka elî teremaxî ye. o kurdno! o hevalno!
hindik mabû min ji bîr bikira, bi baweriya min baneşana "gelî" ya kurdî jî her di wateya "ey" de ye.
her wekî ku şakiro di vê kilama dîn de dibêje;
"Gelî heval û hogirno, mi' go "keçê kurmalê! tu ji kê re malê dikî? Xwelî li te be, li wî dilî."
Go "lawiko, gelo vê sivingê mi' xêr nedî. Ji xwe vê sivingê jî**************.
Ez ê çi bikim gelo vê sivingê malxirabo, dayika 12 dergûşan im,
ez ê çi bikim, ji te, ji xwe û ji vî dilî.
Hela were qasekê vê sivingê em ê li ser kaniya biniya malan rûnin,
derd û kulê dinyalikê tev birêjin.
Malxirabo ji vî dilê hanê tu çi dibê, tu çi dikulî.”



11.04.2020 03:06 | hêvî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» lêf

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî