Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
vîrûsa koronayê - tirşik
vîrûsa koronayê

Navê mijarê ya ewil ev bû:vîrûsa korona
(27) (4) (8)
di mijarê de bigere

1. cûreyek ji vîrûsan e. ji malbata coronaviridae ye. ji vîrûsên bi RNA ne. nifşek ji wan vê dawîyê nifşek jê, bûye sedema şewbê. li çînê destpê kir û niha li welatên din belav dibe. heta niha tenê ji bo çînê wek problem tê dîtin lê belî nabe. belkî bibe problemek gerdûnî jî. ne surprîz e ku li çînê derketîye, çimkî hemû heywan bi hemû awayan tê xwarin li vî welatî. ewil li bajarê wan ya bi navê wuhan derketiye. li wir jî zêdetir li derdora xebatkarên bazara mehsûlên deryayî, peyda bûye. ku li vî bazarî her cûre ajalên deryayî tên firotin. yên qedexe jî tê de.
loma çavkanîya nexweşîyê tam nayê zanîn. piştî vegirt mirovan, êdî dikare ji mirovan jî vegire mirovên din. bi riya nefesê (dilopên biçûçik yên di nefesê de).
bi kuxik, zêdebûna germahîya laş, zehmetîya nefesê û hwd. destpê dike. paşê dikare bibe sedema zatureyê û .... mirinê.

nîşaneyên vîrûsê weke yên sarsê ne (sendroma nefes standinê ya akut ya cîdî). navê vîrûsê kirine 2019-nCoV.
vîrûs ji heywanan vedigire mirovan. berî niha ev nifşa vîrûsê di mirovan de nehatibû dîtin.

ji bo vîrûsê derzî, derman û hwd. tune. yanî tedawîya wê tune. tenê encamên wê tên tedawîkirin. potansîyel tê de heye ku bibe hejmarek zêde ji mirovan.



25.01.2020 22:35 | simurg56

2. Li bajarê ku ez niha dijim, li seûl a koreya başûr jî li 2 kesan peyda bûye.
Tirseka mezîn heye.



25.01.2020 22:48 | cinorek

3. Tirsa min ew e ku ev Vîrûsa korona qira mirovahîyê bîne.Nizam çima wisa difikirim.Niha va ji bajêr derketîye û gihiştîye welatan.Mînak DYA (emrîka)



26.01.2020 00:10 | brzn

4. Min îsal xwe aşî jî kiribû lê fêde nekir. Ji ber ku ev mîratên vîrûsan bi mutasyonan şîfreya xwe ya genetîk diguherînin. nêzîkê deh rojan ez xistim nav livînan. Jixwe ez behsa nermojan û janbir û bi tonan çayêya kesk û leymûn nakim. Laşê min disincirî, berê sibehê ez bi kuxikê şîyar dibûm û xew li min diherimî kuro. Bi roj jî dev ji poz û firnikan berde heta bi guhên min dixetimîn. Lê şikr min berê xwe da xêrê ez î baş im elawekîl



26.01.2020 00:31 | oceancr

5. Helbet wê carekê vîruseke wisa, rojekê belav bê û ne kemî 100.000.000'î mirov wê mirin. Eynî weke pandemîya înfluenza 1918'ê.



26.01.2020 18:43 ~2020.03.14 00:04 | gumgumok

6. Li gor factcheck û politicfact 10 hezar kes mirin e.Lê ev raste ne rast e hê nehatîye erê kirin.Qasî ku tê gotin.
Hejmarek pirr mezine û mirov ditirsîne.God bless Kurdistan!



29.01.2020 10:47 | brzn

7. Nizanim çime ji min re wek grîba mirîşk û xenzîran tê. di rastî de ev grîp qasî behskirinê bixeter e gelo? nizanim. piştî çend rojan behskirina grîp wê dawî be. hêvî dikim.



29.01.2020 12:39 | kajav

8. îro serkerên tirka balafirek şiyande wuhanê bo ku tirkên li karantînayê bênê tirkîyê. law di karantînayê de ne tê wan bênê çi?!
û îro vîrûsek din derkete holê bi navê lassa virus. li nîjerya derketiye û 41 kes mirine heta niha.



30.01.2020 22:33 | xwelî li ser

9. Daxuyaniya who :
Here lînkê



31.01.2020 00:18 | gumgumok

10. Ez bawerim ev vîrûs û filanbêvan li me kurdan têhsîr nake.



31.01.2020 00:39 | lawkegoyi

11. (bnr: gelheya gerdûnê 7 milyar e)



31.01.2020 00:50 ~2020.03.02 12:31 | tîrêj zana 21

12. Vîruseke nû ye. Ji famîleya SARSÊ ye. Li Çînê bi hezaran nexweş ketin û sed heb zêdetir pê mirin. Gihîştî her deverên Çînê û şanzdeh dewletê din. Dibe ku gihîştibe Tirkîyê jî, negihîştibe jî li hemana ye. Ji bo pirsgirêkê tevdîr divê. Anha dermanê vê nexweşiyê tune ye. Tedawî ya semptomatîk he ye. Yanî êşa can kêm dikin, sistî û xewarî û behalî kêm dikin mîna nexweşîna sermayê.
Tevdîr çi ne?
Em heta dikarin destê xwe bişon, poz û devê xwe bişon. Goştê baş nepijîyayî nexwin. Anha rûdank(maske) ne hivce ye lê ku lazim be wî jî bikar bînin.



31.01.2020 14:06 ~14:09 | apê mihyedîn

13. (bnr: vîrûsa korona)



31.01.2020 19:30 | cinorek

14. hejmara miriyan gihiştiye 563an û yên nexweş jî gihiştiye 28 hezaran. û herwiha ev vîrus di zarokekî nûçêbûyî de jî hatiye dîtin.

bbc: Here lînkê

nexweşiya ku hê jî dermanek jê re nehatiye dîtin.



06.02.2020 11:50 | xelîl

15. Li gor hin kesan wek şerra bîyolojîk tê binav kirin jî.Bi rastî bawerîya min jî diçe li ser wî aliyê ku ev şerreke bîyolojîk be.Ji bo ku êdî dewletên mezin ditirsin ku şerrên çekan bikin ji bo wî Şerrên sîber / bîyolojîk hwd. didomînin ji bo ku hêzên xwe bidin erê kirin.

Serrastkirina dawî:

Li gor agahîyên ku li ser malpereke mezin a çînê hatine weşandin piştre jî hatiye jê birin

Here lînkê

154023 kes bi nexweşîyê ketiye û 24589 kes mirî ye. (01.02.2020).

Here lînkê



06.02.2020 17:50 ~19:05 | brzn

16. Bi hisabê îro (2020.02.08) Hejmara kuştiyên vîrusa Corona ku li Çînê li bajarê Wuhan derket û li seranserê cîhanê belav bû, gihişte 724 kesan.
Li wir rewşa dawî roj bi roj te belavkirin: Here lînkê
Hema hema hemû mirî ji bajarê wuhanê ne.
Her roj bi hevalên xwe yên çinî we diaxivim. Rewşeka ecêb diqevîme li vêr. Yek ji hevalên min li bajarê shanghaiê dijî. Dibêje ez 3 hefte bûn tew derneketim derve.
Li bajarê ez niha dijîm, li seûlê jî hijmara kesên ketine wê nexweşiyê gihişte 24 kesan. Hemû hotel, loqente û marketên ku ew kesên nexweş derbas bûye hatin tetîl kirin.



08.02.2020 09:33 | cinorek

17. li gorî hinekan ne hêja ye ku mirov ewqas jê bitirsin. dema mirov li hejmara mirîyan jî binêre, ne hejmarek ewqas zêde ye ku ji bo dinyayê an jî çînê tehtîd be. lê ji ber ku agahî ne zelal in, heye ku ji tirsa me jî zêdetir talûke hebe.
te dît, jixwe her sal ji ber grîbê bi sedhezaran kes (300-700 hezar) dimirin. piranîya van mirîyan jî, ji kesên extîyar û bedena wan lawaz, pêk tên.
di vir de problem hinekî ji ber taybetîyên çînê ye. ji ber rejîma faşîst ya li wir, em nizanin agahîyên ku didin çiqas rast in an jî derew in. belkî hejmara mirîyan gelek jê zêdetir be. îhtîmalek mezin jî wisa ye.
li gorî agahîyên fermî, rêjeya kuştina vîrûsê nêzikî %2.5 e. yanî eger hemû dinya enfekte bibe, wê bi qasê 190 mîlyon kes bimirin. tabî yên nemirine, dema laşê wan hinekî ji quwetê ket, dikarin bimirin vê carê.

li çînê, li herema wuhanê, gelek nûçeyên trajîk tên. her dawî yekemîn doktorê ku qala vîrûsê kiribû(li wenliang), ji ber vîrûsê çû ver rehma xwedê. dema cara ewil behsê kiriye, ji alîyê polîsan ve hatîye tehtîdkirin.

bi kurtasî em dikarin bêjin ku dewleta çînê derewan dike lê rewşê jî gelekî cîdî digire. qey tirseke wan heye...
di vê navberê de li tirkiyê jî gelek kes maskeyan peyda dikin û amadekarîyê dikin.



09.02.2020 15:11 ~15:12 | simurg56

18. Gorê amarên ten aşkire kirin êdî hijmara kesên nexwaşiyê derbas dikin ji yên nû nexweş dikevin zêdetir e.
Here lînkê
Ez dibêjim derdora 10.000 kesên bimirin lê ew e paş çend mehan bi temamî wenda bibe.
Lêbelê ziyanek pir xirab da welatên asyayê; koreya başûr, japonya û of course çîn.



19.02.2020 03:32 | cinorek

19. nexweşiya ku bi min tê fişal kirin. ji xwe mirovên pîr, ên xwedî nexweşiyên giran, bi sermayekî dibin pnomonî û dikarin jê bimirin.



19.02.2020 14:31 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» vîrûsa mers

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî