Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
şakiro gotinê lo axayo - tirşik
şakiro gotinê lo axayo
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Lo axawoooooo! Lo lo maqulo bi dîyarî cemalvêrdîyê ketim
Tu bala xwe bide helehelê lawê bavan
Qirçînîya çapilîyan û martilîyan ( cureyên tivingan)
Tivinga destê seyidxan malê romê ye
Barûda xwe dirêje gûlê xwe xweş davêje
Heçî dîwana egîdên mala bavê min tê de runiştibe, bila kes runenê xeberên kin û dirêj nebêje!

Heçî dîwana egîdên mala bavê min tê de runiştibe, bila kes runenê xeberên kin û dirêj nebêje!
Teyfîq bi sê denga bang dikir, digo" seyidxan mala te xera be , helehel e.
Ez heme bavê salih , berxê mala ûsivê seydo,peyayê xerîb, mêrê mêrxas,kewê ribat
Ne ez birayê te me : mi ` bi telaqê jinberdanê sond xwarîye
Li devê muradê fîşeg avêtîye devê çapilîyê
Gelo vê sivingê cemal dibê " ezê mêran bikujim" fenanî mîya ku berxa xwe winda bikê,dê weledê milê xwe bavêje

Hela danê hela danê egîdên mala bavê min
(Nemayê) hela danê
Ez ji tere sond bixwim ,sonda qesemê,bi navê qûr`anê ,berxê mala bavê min bêhna barûdê hildane
Sond xwarine bi telaqê jinberdanê heya mêra nekujin bi silametî ranabin ji erasa vê meydanê.
Lo axayoooo! Lo lo maqulo sibe bû li dîharê cemalvêrdî diketim darê ter e
Sibe ye seyidxan derketî banê qesrê ,bi sê denga bang dikir: "sidîqê hecî mistefa begê ,di bextê gora bavê te ketime!
Pêşîya fîrarê me berde : gidî fîrar gune ne bila derbas bin herin
Ey malmîrat! Tu nizanî çend salên me temam bûn
Hikumeta cimhûrîyetê li sirgunkirina çolix û çocix û li birîna serê me digre."
Hey sidîqê hecî mistefa begê digo "welle nabe bille nabe!
Min bi serê şêx badînê `erdê dignukê sond xwarîye tû car nabe!
Heya li dinyayê sax û silamet bim, fîrarê seyîdan û berazan nayên bi silametî di ser mi` re derbas nabin!

Rabeeeeee! Teyfo bi sê denga bang dikir, digo" seyidxan mala te xera be , helehel e.
Ez heme bavê salih , berxê mala ûsivê seydo,peyayê xerîb, mêrê mêrxas,kewê ribat
Ne ez birayê te me : mi ` bi telaqê jinberdanê sond xwarîye
Li devê muradê fîşeg avêtîye devê çapilîyê
Gere îroj li cemalvêrdî mêra bikujim
Ez ji tere sond bixwim fenanî mîya ku berxa xwe winda`ke, dê weledê milê xwe bigere
Hey malmîrat! Ji şerefa mala me re `eybe li ber xelkê tu neger e
Tu nizanî peyayê bikeve qarşî kozika birayê te bi tenê,
Ez ji tere sond bixwim bi telaqê jin berdanê:
Bi sax û selametî li ser çolix û çocixê xwe de venagere
Hela danê hela danê egîdên mala bavê min
(Nemayê) hela danê
Ez ji tere sond bixwim ,sonda qesemê,bi navê qûr`anê ,berxê mala bavê min gulîbirê bêhna barûdê hildane
Sond xwarine bi telaqê jinberdanê heya mêra nekujin bi silametî ranabin ji erasa vê meydanê.

Lo axayoooo! Lo lo maqulo sibe bû li dîharê cemalvêrdî diketim darê ter e
Sibe ye musa beg derketî (ye) banê qesrê ,bi sê denga bang dikir:
sidîqê hecî mistefa begê ,di bextê gora bavê te ketime!
Serê xwe ji xewa şêrîn bilind kir: hela bala xwe bide helehel e,
Lawê bavan ,qevçinîyê çapilîyan û martilîyan ,fîrarê seyidxan û berazan bi nimêja sibê re gûnd hilanîn
Agirê kûlê bikeve mala xelkê intabê (dûtax,tutak) li ser serê mala egîdê bavê min nemaye
Ji êvar de agir dadan kirin kafiristanî

Rabeeeeee! Teyfo bi sê denga bang dikir, digo" seyidxan mala te xera be , helehel e.
Ez heme bavê salih , berxê mala ûsivê seydo,peyayê xerîb, mêrê mêrxas,kewê ribat
Ne ez birayê te me : mi ` bi telaqê jinberdanê sond xwarîye
Li devê muradê fîşeg avêtîye devê çapilîyê
Gere îroj li cemalvêrdî sidîqê hecî mistefa begê ,musa begê tevî mehmê begê komên xûlaman bikujim
Li qarşî çolix û çocixê wan çek û sîlehên wan ji destan bistînim bi mêranî
Xelk bizanbe lawê bavan hebûn li piştî xerabîyê xelkê ji bîr nekir heyfa xwe hilanî
Hela danê hela danê egîdên mala bavê min
(Nemayê) hela danê
Ez ji tere sond bixwim ,sonda qesemê,bi navê qûr`anê ,berxê mala bavê min gulîbirê bi dil û canê xwe guven in
Sond xwarine bi telaqê jinberdanê heya mêra nekujin bi silametî ranabin ji erasa vê meydanê.



{
Spasî ji bo hevalê mustafa doğan
Ev meh û nîve ez li van gotina digerim talî min di şîroveyên vî zilamî de dît
Temamê gotina ji 4 rupela pêk tê
}



01.02.2020 13:14 ~13:21 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şakiro gotinê lo axayo
» gotinên saliho pismam a şakiro

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî