Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
koma wergera fîlman ya tirşikê - tirşik
koma wergera fîlman ya tirşikê
(71) (0) (36)
di mijarê de bigere

1. koma ku wê her heftî fîlmekî bîyanî wergerîne kurdî. paşê wê ew fîlm ji alîyê herkesî ve were temaşekirin û li tirşikê were şîrovekirin.
wergera fîlman wê her heftî ji alîyê endamek din ve were kirin. li gorî hejmara endamên komê, wê 2 an jî 3 mehan carekê dor were her endamî.
fîlm wê piranî ji wergera wan ya tirkî, werin kirin. yanî ji bo wergerê ne şert e ku mirov îngîlîzî, fransî û hwd. bizane. lê tabî bizane û fîlmê rasterast ji zimanê orjînal wergerîne, çêtir e.

vê gavê 7 endamên komê hene. heçî tirşikvanê ku dixwaze tevlî bibe, dikare li vir binivîse an jî bi min re bikeve têkilîyê. lê kesê ku dixwaze bibe werger, divê bikare zimanek standart bi kar bîne û li gorî rêzimanê wergerîne. loma ji kerema xwe re, yên ku ji xwe bawer in, bila bibin endam.

her heftî fîlma wergerandî wê li vir were îlankirin. em ê binnivîsa wê li beşa fîlman ya tirşikê bar bikin û ji bo daxistina fîlmê jî lînkek parve bikin. (lînka torrentê)

ji bo wergerandinê, wê her endam ji xwe re fîlmek hilbijêre. lê em ê hewl bidin ku fîlmek ku endamên komê temaşe nekirine, be. piştî endamên komê temam bûn û herkesî fîlma xwe dîyar kir, heye ku em lîsteyê ji niha ve li vir parve bikin da ku di vê navberê de kes li wan fîlman temaşe nekin bi tirkî.

niha di beşa fîlman ya tirşikê de 55 fîlmên wergerandî hene. ku kom mezin bibe û domdar be, em dikarin vê arşîvê gelek mezintir bikin.

ser xêrê be!



02.02.2020 09:38 | simurg56

2. Bixêr be , hizrek û hewldanek gelek baş.Ez ji aliyê rêziman ve ne baş im lê dibe ku bikaribim bi kurdîyeke standart wergera bikim.Piştê temaşekirina fîlmeke bi werger , ezê biryara xwe bidim ji bo alikarîyê.

arşîveke fîlmên bi zimanê kurdî hebe wê baştir be.



02.02.2020 10:31 | brzn

3. Ser xêrê be bi dilê xweşî be heke çêbibe rastî dê pir baş be
min heya niha werger nekirîye ez nizanim dê çawa çê dibe ? û çi derfet pêwîstin? û di çiqas wext de fîlmek tête wergerandin? piştî ku ez vana hîn bibim ez dê biryara xwe bidim



02.02.2020 11:35 | tîrêj zana 21

4. hun her hebin, tişteki gelek girîng e, hêviya min ewe ku ev xebat berdewam be, serkeftin



02.02.2020 18:31 | afa

5. koma ku ez ê jî tê de bixebitim.

min beriya çend salan wergara çend fîlman kiribû. ne karek zehmet e.
lê bi min divê mirov teqez serî de li fîlm temaşe bike û dû re binnivîsan wergerîne. an na mirov dikare bi xeletî wateya hevokan bigûherîne.



03.02.2020 00:17 | brusk56

6. Pîroz be û serkeftin ji bo endamên komê.



03.02.2020 22:39 | xabûrî

7. îro dest bi weşandina wergerên xwe kir.
fîlma los lunes al sol, ji aliyê min ve hat wergerandin û binnivîsa wê li tirşikê hat barkirin.
ji bo zêdetir agahîyan binêrin: los lunes al sol/117264

êdî êvara her roja înîyê, wê wergera fîlmekê li vir were weşandin. yanî em dikarin bêjin ku êdî êvara înîyê, êvara fîlmên bi kurdî ye.

ji me werger; ji tirşikvanan jî temaşekirin û şîrovekirin...



07.02.2020 18:17 ~18:17 | simurg56

8. Filîmên hîn jî ez nizanim dê çawa temaşe bikim e
Ez kîjan lînkê ditikînim tiştên tewşo mewşo dertên û dikim nakim fîlm venabe an go danayê
Gelo emê çawa temaşe bikin?

(bnr: îmana me çikîya)

(bnr: amdîn lînk ver)



07.02.2020 18:23 ~18:46 | tîrêj zana 21


10. vê heftîyê fîlma kingdom of heaven wergerandîye.
fîlm ji alîyê xendekî ve hat wergerandin.
agahîya zêdetir: kingdom of heaven/117442



15.02.2020 22:59 ~22:59 | simurg56

11. Merheba hevalên hêja ez jî dixwazim tevlî koma wergerê bibim. Gelo dibe?



16.02.2020 23:47 | bêrîvan

12. Ewilîn wêneya profilê ya komê ji aliyê gulêê ve hatiye dîzayn kirin. Ser xêrê. *

Here lînkê



17.02.2020 00:01 | xelîl

13. di heftîya sêyemîn de fîlma the wind rises ji alîyê gumgumok ve hat wergerandin.

binnivîs ji rûpela fîlmê dikare were peydakirin;

rûpela fîlmê: Here lînkê
binnivîsê ji vir daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê : Here lînkê

Here lînkê



22.02.2020 21:46 ~21:45 | simurg56

14. Merheba,
Gelo ez çewa karim bibim wergêrê komê?



24.02.2020 17:30 | saqîsiwarîyo

15. di hefîtya çaremîn de fîlma enemy at the gates hat wergerandin:
fîlm ji alîyê xelîl ve hat wergerandin.
hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 59.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
an jî:

binnivîsa fîlmê: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê
Here lînkê


me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.

binnivîsa hêdî: Here lînkê



28.02.2020 19:21 ~19:21 | simurg56

16. koma ez xebata wan pîroz dikim. film ji zimanê hatî çêkirin bêt wergerandin baştir e.

belkî kesên dî jî pergî vê pirsgirêkê bên lewma ezê li vir binivîsim: çend car min hewlda min nekarî seyr bikim. lînka daxistina fîlm navebe, di dosya hatî daxistin de tenê qod derdikevin. binnivîs jî wek dosyayek vala tê daxistin. jixwe gelek ji torrentan fehm nakim.



28.02.2020 19:48 | hespêsor

17. îro 5emîn fîlma xwe weşand: grand budapest hotel/118091 (wergêra heftîyê: berxweda)



fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê berxweda ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 60.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

an jî, dîrekt ji vir daxin:

binnivîsa fîlmê: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê


têbinî: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.

binnivîsa hêdî: Here lînkê



09.03.2020 22:12 ~22:12 | simurg56


19. koma ku heta niha 6 fîlm wergerandine.
fîlmam şeşemîn: upgrade/118223



fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê brusk56 ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 61.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

an jî, dîrekt ji vir daxin:

binnivîsa fîlmê: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê


têbinî: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.

binnivîsa hêdî: Here lînkê

temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142




16.03.2020 08:24 ~2020.03.20 18:11 | xelîl

20. koma ku heta niha 7 fîlm wergerandine.
fîlma heftemîn: mad max: fury road/118391


fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê ceso ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 62.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

an jî, dîrekt ji vir daxin:

binnivîsa fîlmê: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê


têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.

binnivîsa hêdî: Here lînkê

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



20.03.2020 18:20 ~2020.03.29 11:52 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» koma mazlum
» wergera bo kurdî
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: sinema ziman sinema ziman sinema ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî